Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Bêrîvan Zîlan hate bîranîn

Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de soza sopandina şehîdan hate dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan a ku 17’ê Hezîrana 2022’an dema li erka xwe pêk dîanî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Wargeha Mexmûrê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo Cangoriyên Tevgera Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sicîla Şehîd hat xwendin.

Piştre Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî û di despêka axaftina xwe de şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Heval Bêrîvan di temenek ciwan de tevlî şoreşê bû. Di wê demê de komkujiyek hatibû pêkanîn. Heval Bêrîvan bi rastiya dijmin re mezin bibû. Dema tevlî nava refên gerîla bû navê xwe kir Bêrîvan Zîlan, ji bo gelê xwe hertim di nava têkoşînekê de bû. Tevî ku heval Bêrîvan çend car birîndar jî bibû, soz dabû ku xwîna şehîdan erdê nehêle. Lê mixabin hovîtiya dijmin heval Bêrîvan Zîlan ji nav mede bir. Em qehramanitiya heval Zîlan çiqas bînin ziman jî kême. Em dûbare heval Bêrîvan Zîlan bi minetarî bibîr tinin û emê heta dawiyê şopdarê wê bin.”

Bîranîn bi dirûşemeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo,” bi dawî bû.