MAK'ê li Geverê bi teqemeniyan li qereqola polîsan xist

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Geverê bi teqemeniyan li qereqoleke polîsan xistine.

ÇALAKIYA MAK'Ê

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê got, "Milîsên me şeva 6'ê Îlonê saet di 23:40'î de li taxa Eskî Kişla ya Geverê li hemberî navenda polîsan a 75. yil çalakî kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Milîsên me bi teqemeniyên destan çêkirî bi xurtî li avahiya qereqolê xistin ku dagirker lê bûn. Di encama teqînê de qada ku dagirker lê bûn xisareke mezin dît, agir li pêşiya avahiyê û nîzamiyeyê ket. Piştî çalakiyê hêzên teqwiyeyê ji herêmê re hatin şandin û dagirkeran bi wesayitên TOMA dest li şewatê werdan. Di ecnama çalakiyê de hejmara dagirkerên birîndar bûn nehate zelalkirin. Milîsên me bi rengekî ewle li qadên xwe vegeriyan."

MAK'ê di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê, operasyonên siyasî û tecrîdê da û bal kişand ser berxwedana gerîla. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên xwe yên leheng dikin ku li dijî van êrîşên mêtingeran li nava refên Milîsên Azadiya Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin, hesab ji dagirkeran bipirsin. Roj ew roj e ku li dijî dagirker û mêtingeran bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî berxwedana gel û gerîla bibe yek. Roj ew roj e ku bi ruhê berxwedana Kobanê li dora Rêber Apo bicivin û rabin ser piyan."