Li Sûdanê êrîş: 21 kes mirin

Li bajarê Sennar ê li başûrrojhilatê Sûdanê, li bazarekê di encama êrîşa hêzên paramîlîter de 21 kes hatin kuştin.

Tora Doktoran a Sûdanê ragihand ku di êrîşê de herî kêm 21 kes mirin, zêdeyî 70 kes jî birîndar bûn. Tora Doktoran weke berpirsyarê êrîşê işaret bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) kir ku di bin fermandariya General Mûhammed Hamdan Daglo de ye û li dijî artêşa General Abdulfettah El Bûrhan şer dike.

Meha Tebaxê jî di êrîşeke hêza paramîlîter de ya li vî bajarê vê eyaletê de herî kêm 80 kes hatibûn kuştin.

Pisporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî roja Înê ji bo parastina sivîlên li vî welatî bang kiribûn ku 'hêzeke serbixwe û bê alî' tavilê li herêmê bê bicihkirin.

Pispor dibêjin, şervanên Sûdanî gelek sûcên di asta sûcê li dijî mirovahiyê de dikin.

Pêşniyara pisporan a ji bo bicihkirina hêzeke serbixwe ji aliyê dîplomatên Sûdanî ve hate redkirin û mîsyona Neteweyên Yekbûyî bi 'binpêkirina wezîfeya xwe' sûcdar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Sûdanê îdîa kir ku parastina sivîlan ji bo hikumeta Sûdanê karê sereke ye û milîs sûcdar kir ku êrîşî saziyên sivîl dikin.

Lê belê li gorî raporan hem artêş hem jî şirîkê wan ê berê hêza HPL sûcên şer li dijî sivîlan dikin.

Ji ber şerê navbera herdu aliyan bi deh hezaran kes li Sûdanê hatin kuştin û binesaziya vî welatî xera bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 10 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn û krîzeke giran a mirovî rû da.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku beşeke mezin a sîstema tenduristiyê ya Sûdanê li ber têkçûnê ye û banga alîkariyê ji bo Sûdanê kir.