HRE'yê nasnameya 2 şehîdên li Efrînê eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku li Efrînê şehîd bûn û diyar kir ku wê têkoşîna şehîdan mezin bikin.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî 2 şervanên xwe yên li Efrînê şehîd bûn daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên Kemal Pîr û şehîdê kedê Xalid Mihemed û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyê me Kemal Pîr ku zarokê Efrîna rengîn a berxwedêr û serhildêr e, li navçeya Reco di malbatekî welatparêz ku bi çand û nasnameya xwe yê kurdayerî ve girêdayî ji dayik dibe. bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin dibe. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê a Rojava ku hevrêyê me hîn ciwan bû, di nava şoreşê de mezin dibe. Bi taybetî bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dema El Nusra- DAIŞ û her wiha komên cûda ên xwînmij êrîşên xwe tînîn ser gelê me, hevrêyê me Kemal Pîr jî berê xwe dide çeperên şer.

Hevrêyê Kemal dizane ku bi saya tekoşînekî xurt û bi îradeyekî mezin dikare gelê me li hemberên êrîşên dijmin biparêze li ser wan esasan tevlî gelek pêngavên şer dibe. Di van pêngavan de tecrûbeyekî girîng a şer werdigire. Di rastî û heqîqeta welatê me de hevrê Kemal dibe şervanekî mînak.

Hevrê Kemal di warê biranşên Leşkerî de xwe kûr dike, di heman demê de jî xwe di warê birdozî û çanda Leşkerî de zane dike, her tiştên nû fêr dibe bi derdora xwe ra jî parve dike. Ji ber van taybetmendiyên xwe yên jîr û zana di nava hevrêyê xwe de bi coş û kelecan tê hezkirin.

Piştî dagirkirina Efrînê ya di sala 2018'an de hevrêyê me tevlî eniyên herî pêş dibe, li kêleka hevalên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan di eniyên herê pêş de şerê azadî û rumetê didin meşandin.

Hevrêyê me Kemal ji roja ku tevlî bûye heya kêliya dawî bi xeyal û armancekî mezin tevlî meşa azadiyê bû. Di refên herî pêş de cihê xwe girt. bi fedakarî li ser erk û wezîfeyên xwe rabû.

Her wiha dîsa 7’ê Îlonê, li navçeya Şera a girêdayî Efrînê hemwelatiyê bi navê Xalid Mihemed dema ku kar û xebatê xwe dida meşandin, di êrîşa dijmin ê hovane de şehîd dikeve û dibe şehîdê kedê. Di malbatekî welatparêz û bi çanda xwe ve girêdayî jiyan dike, li ser van esasan jî kedekî bê hempa ji bo gelê xwe dide raberkirin da ku gelê me vegere li ser xaka xwe.”


"Nasnav: Kemal Pîr
Nav û Paşnav: Loqman Henan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Reşîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 7 Îlon 2024

*****

Nav û Paşnav: Xalid Mihemed Mihemed
Navê Dayikê: Xaliye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şahadetê: Herêma Efrînê, 7 Îlon 2024"