Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya Nobeta Azadiyê ya li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê hatî destpêkirin, di roja 416’an de dewam dike.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 416’an de bi koma 82’yan didome.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 81’an Silêman Şaxî axivî.

Silêman Şaxî di destpêka axaftinên xwe de xêrhatina xelkê wargehê û çalakvanan kir û wiha got: “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em çiqas çalakî bikin jî kême. Ji bo wê jî heta em Rêber Apo bi fîzîkî azad nekin wê çalakiyên me bidome.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dewrî koma 82’yan hat kirin.