BI DÎMEN

HPG'ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Rêbaza jiyanê ya Apoyî ji xwe re kirin esas û wezîfeyên herî giran jî bi hêsanî bi cih anîn."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Amed, Firat û Fedakar li herêma Xakurkê di demên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Amed, Firat û Fedakar têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Apoyî destpê kir ji bo xwe û gelê me weke ronahiya hêviyê dîtin, tevlîbûna li nava vê têkoşîna pîroz ji xwe re weke wezîfeyek dîrokî dîtin. Hevrêyên fedaî yên partiya me PKK'ê ku rêya mekane ya gelê me ye Amed, Firat û Fedakar, baweriya xwe bi wê yekê anîn ku bersiva herî mezin a li hemberî êrîşên dijmin gerîlabûn e û tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku di her kêliya jiyana xwe ya têkoşînê de mohra xwe danîn binê serketinên girîng, bêyî ku cudakariyê bikin di her karî de kedeke mezin dan. Bi rêbaza jiyana Apoyî wezîfeyên herî zehmet bi cih anîn û bi vê serbilind bûn. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, têgihiştî û dilnizm a di nava jiyanê de bûn milîtanên mînak. Li ser xeta şehîdan meşiyan û ji bo tevgera me bi ser bixîne, hêjayî hevrêyên me yên şehîd bibin, bêteredût têkoşiyan, tevlî nava dîroka azadiyê ya gelê me bûn. Bi kûrahiya li cîhana xwe ya wateyê û manewiyatê ya bilind ji hevrêyên xwe re bûn çavkaniya moral û hêzê, bi tevlîbûna xwe ya bi coş li her qadê xwedî li wezîfeyên xwe derketin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Amed, Firat û Fedakar bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna van milîtanên Apoyî yên hêja li Kurdistana azad a ku bi hesreta wê bûn bidin jiyîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Amed Efrîn
Nav paşnav: Zekî Hasan
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Zeynep-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2024 / Xakurkê

Nasnav: Firat Sêrt
Nav paşnav: Mehmet Selçûk
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Asya-Hacî Gurî
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2024 / Xakurkê

Nasnav: Fedakar Yadîgar
Nav paşnav: Mucahît Onal
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Yadîgar-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Tîrmeha 2024 / Xakurkê

AMED EFRÎN

Hevrêyê me Amed li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li qadeke ji welatparêziya xurt ku bi hezaran ciwanên Kurd tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, li nava malbateke dilsozê nirxên xwe mezinb û, lewma firsend dît ku tevgera me zû nas bike. Li gorî kevneşopî û çanda Kurd mezin bû, bi vî rengî bû xwedî hişmendiyekê. Hevrêyê me ku haya xwe ji Kurdîtî û nirxên xwe yên cewherî hebû, hîn biçûkanî bi çîorkên lehengiyê yên gerîla mezin bû û xwest bibe gerîla. Hişmendiya welatparêziyê ku Rêberê me bi kedeke mezin li nava xelkê me yê Rojava afirand, bandor li wê qadê jî kir ku hevrêyê me Amded lê bû. Hevrêyê me şeş salan çû dibistanên rejîmê, her ku zilm û zexta rejîmê ya li serg elê me dît, bêhtir bi hêrs bû. Mîna her ciwanekî Kurd rastiya dijmin zû nas kir. Hevrêyê me dît ku polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê me û tevgera me têne ferzkirin dibin wesîle ku refleksên civakî yên gelê me zêde bibe, bi xwe jî xwest tevlî hin karan bibe. Hevrêyê me Amed ku heyranê gerîla bû, ku bi fedakarî û berdêleke mezin têdikoşin, destpêkê tevlî nava karên gel bû. Hevrêyê me şahidî ji wê yekê re kir ku gelê me bi berdêlên giran dilsoziya xwe ya bi tevgera me re dewam dike, lewma hîn bi xurtî tevlî kar bû. Hevrêyê me ku lêgerînên xwe kûr kir, bi rengekî çalak tevlî karên şoreşgerî welatparêz bû. Weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, fêhm kir ku bersivdayina li daxwaza gelê me ya ji bo Kurdistana azad bi têkoşîneke çalak dibe. Hevrêyê me di nava karên ciwanên şoreşger welatparêz de firsen dît ku tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Haya xwe ji polîtîkayên sîstemê yên ji bo kolekirina ciwan û civaka me hebû, lewma bi hesasiyet û cidiyeteke mezin nêzî kar bû. Hevrêyê me Amed ku ji destanên lehengiyê yên Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Tevgera me bi bandor bû, di sala 2012'an de biryar da ku tevlî nava refên azadiyê bibe û bi taybetî xwest li Bakurê Kurdistanê şer bike.

Hevrêyê me di sala 2012'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû û bû heyranê heybeta çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me bi moral tevlî perwerdeyê bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me ku berê qet tecrûbeya xwe ya çiyê tine bû, li nava jiyana çiyê qet zor û zehmetî nekişand. Pêvajoya perwerdeyê ji bo xwe weke firsendekê dît, bi taybetî bi materyalên Partiyê xwe kûr kir. Ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla hêzeke mezin wergirt û di perwerdeyê de derfet dît ku xwe hîn bêhtir nas bike, piştî ku perwerde bi rengekî serketî qedand li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karê pratîkî bû. Hevrêyê me li qada ku lê ma di demeke kurt de di karê pratîkî de bû xwedî tecrûbe, bi kesayetiya xwe ya durust û xwezayî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me ku di gelek karî de keda xwe hebû, giranî da ser kûrbûna îdeolojîk. Hevrêyê me zanîbû ku materyalên Partiyê yên xwend û hîn bû divê di kesayetiya xwe de temsîl bike, lewma her tim bû parêzvanekî xurt ê xeta Partiyê. Li hemberî qirkeriya ku dagirker û çeteyên DAÎŞ'ê li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê ferz dikirin, gihîşt wê baweriyê ku divê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve bibe gerîlayekî şareza, lewma li her qadê xwe ji şert û mercên ehrî zehmet re amade kir. Bi sekna xwe cihê baweriyê bû û gelek kar jî bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me her tim di nava lêgerîna wê yekê de bû ku derbê li dijmin bixe û di demekê de ku dijmin êrîş dibir ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwest derbasî qadên ji şerê giran bibe. Lê belê ji ber hin kêmasiyan dîl kete destê hêzên rejîma Sûriyeyê. Bi qasî salekê li zindanên rejîmê dîl hate girtin û di vê pêvajoyê de xwe hîn bêhtir kûr kir. Bi îdeolojiya Apoyî xwe hîn xurt ikr û piştî ku ji zindanê derket berê xwe da çiyayên azad. Hevrêyê me Amed ku dewreyekê tevlî perwerdeya îdeolojîk bû, bi taybetî analîzên Rêbertî yên li ser kesayetiyê xwend, xwest kesayetiya xwe ji bandora sîstemê paqij bike. Zanîbû ku milîtanekî Apoyî divê bi temamî ji sîstemê qut bibe, bi vî rengî di kesayetiya xwe de guhertinên erênî pêk anî. Hevrêyê me bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, kesayetiya xwe ya dilsoziya bi şehîdan re kete nava kûrbûneke mezin û perwerde bi serketî qedand. Hevrêyê me Amed piştre li herêma Xakurkê tevlî kar bû. Li herêma Xakurkê li gelek qadan ked da, dem hat tevlî karê avakirina binesaziya tunelên şer bû, dem hat ji hevrêyên xwe re bû alîkar.

Hevrêyê me Amed ku di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê de li refên herî pêş derbên giran li dijmin xist, meha Tîrmehê di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya hevrêyê me Amed ji me re hiştine bi ser bixînin û her tim xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.

FIRAT SÊRT

Hevrêyê me Firat li navçeya Berwarî ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiay malbatê li gorî çand û kevneşopiya xwe jiya, mezin bû. Hevrêyê me li cografyayeke ji welatparêziya kûr a Botanê zarokatiya xwe derbas kir, şensê wê yekê dît ku partiya me PKK'ê zû nas bike. Ji malbat û derdora xwe li çîrokên gerîla guhdarî kir, bû heyranê gerîla û xwest bibe gerîla. Hevrêyê me heyşt salan çû dibistanên mêtingeriyê û her tim ji bo wî bû kul û derd ku nihare bi zimanê dayikê bi hêsanî biaxive. Di navbera zimanê dayikê û zimanê dibistanên mêtingeriyê Tirkî de her tim kete nava nakokiyan. Di encama van nakokiyan de biryar da ku neçe dibistanên dewleta Tirk ku hêlîna asîmîlasyonê ne. Hevrêyê me xwest alîkariyê bi malbata xwe re bike û bi keda xwe hem li nava malbatê hem jî li derdora xwe bû cihê hurmetê. Ev taybetmendiya xwe ya kedkar li nava refên gerîla hîn bêhtir mezin kir. Hevrêyê me bi pîrozmendiya kedê zanîbû û di wê baweriyê de bû her nirxa bi kedê bê bidestxistin divê nemir be, lewma li keda Rêberê me ya ji bo gelê me fikirî û xwest tevlî nava vê têkoşîna pîroz bibe, lê belê ji ber hin sedeman neçar ma ku vê biryara xwe taloq bike. Di demekê de ku êrîşên li ser tevgera me û gelê me zêde bûn û li Kurdistanê Şerê Gel ê Şoreşgerî xurt bû, ji şehadetan bi bandor bû û li pêşberî gerîla ku bi canê xwe destketiyên gelê me diparêze timî xwe deyndar dît. Di pêvajoya şoreşê ya li Rojava de ku projeya Konfederalîzma Demokratîk û jiyana bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêberê me kete meriyetê, li gorî ruhê seferberiyê yê ku tevgera me ragihand, hevrêyê me tevgeriya û fikirî ku êdî dem hatiye ew jî bi wezîfeyên dîrokî rabe. Di dema Berxwedana Kobanê de hevrêyê me biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, bi vê tevlîbûna xwe xwest bersivê bide çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker.

Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gava destpêkê ber bi jiyana gerîla ve avêt ku xeyala wî ya zarokatiyê bû. Hevrêyê me Firat li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya şervanên nû bû, di nava perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya sade bala hevrêyên xwe kişand. Her roj hîn bêhtir hînî jiyana gerîla bû, ti zehmetî ji xwe re nekir hincet û ji bo şert û mercên çiyê motîve bû. Agahiyên ku di perwedeyê de hîn bû ji bîr nekir û her kêliya jiyanê weke perwerdeyê dît. Daxwaza hînbûnê ya li perwerdeya leşkerî û hêrsa li dijî dijmin kir ku di demeke kurt de şareza bibe. Di pêvajoya perwerdeyê de gihîşt wê baweriyê ku tenê bi gerîlatiya şareza dikare bersivê bide êrîşên dijmin û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve divê xwe hîn bêhtir şareza bike. Hevrêyê me Firat bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û li herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî kar bû. Tevî ku şervanekî nû bû zû hînî jiyana gerîla bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê wergirt. Bi kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar beşdarî kar bû, wezîfe bêkêmasî bi cih anî û bû xwedî tecrûbeyên rêxistinî. Hevrêyê me ku bû xwedî tecrûbeya pratîkî û ji aliyê îdeolojîk ve timî dixwest xwe hîn şareza bike, hewl da ku di nava jiyanê de pêşengiyê ji nîqaşên rêxistinî re bike. Her tim zanîbû ku partiya me partiya şehîdan e û divê hêjayî bîranîna hevrêyên şehîd be. Hevrêyê me têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ji xwe re kir mînak, ji xwe re kir armanc ku têkoşîneke hêjayî hevrêyên şehîd bimeşîne û bi vê nêzîkatiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfe kir, herî dawî li herêma Xakurkê ma. Li herêma Xakurkê ku hevrêya me Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş li dijî teslîmiyetê ji xwe re berxwedan kir esas, serbilind bû ku gerîlatiyê lê bike. Li herêmeke ku manewiyata wê ewqasî mezin bû, hevrêyê me gerîlatî kir û beşdarî gelek şerên giran bû. Hevrêyê me li her qada ku lê ma bi kedkariya xwe hate bîranîn û têgihişt ku aliyê herî girîng ê şer amadekarî ye. Lewma li hemberî operasyonên dagirkeran ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di demekê de ku gerîla bi îradeya Apoyî destanan dinivîsîne li gelek qadan bi berpirsyarî rabû.

Hevrêyê me Firat weke milîtanekî Apoyî tevî hevrêyên xwe li çeperên berxwedanê cih girt û di 20'ê Tîrmeha 2024'an de di êrîşa dijmin de dema ku erk û berpirsyariya xwe bi cih dianî tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Firat heta nefesa xwe ya dawî ji bo nirxên ku jê bawer dikir şer kir û cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku bi xeta têkoşînê ya ku hevrêyê me Firat diyar kirin em ê serketinê bi dest bixin û Kurdistana azad pêk bînin ku hesreta şehîdên me bû.

FEDAKAR YADÎGAR

Hevrêyê me Fedakar li Mûşê ku gelek lehengên mîna Ferzede Beg û Seyitxanê Kerr gihandiye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me li cihekî ji berxwedana dîrokî û lehengiya mezin bû, li gorî çand û kevneşopiya Kurd mezin bû. Ji ber ku herêma lê dima xwedî hişmendiyeke xurt a welatparêziyê bû û tevlîbûn li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd hebû, hevrêyê me Fedakar di temenekî zû de xwe nêzî partiya me PKK'ê kir, bû xwedî sempatî. Hevrêyê me li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk heta lîseyê xwend, bi demê re fêhm kir ku sîstem hewl dide ciwanan dejenere bike, ji cewhera wan dûr bixîne. Zanîbû ku ciwan hêza katalîzor a şoreşê ye, hêviya gelên bindest e, xwedî rola pêşengiyê ye, lewma biryar da ku tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bibe. Di sala 2012'an de têkilî bi tevgera me re danî û di nava karên ciwanên şoreşger welatparêz de firsend dît ku partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me dirûşma 'Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin' a Rêberê me ji xwe re kir rêber, bi kelecaneke mezin tevlî kar bû. Roj bi roj hîn bêhtir giranî da ser karê xwe û di pêvajoya şer de xwest berpirsyariyên xwe bi cih bîne, lewma kete nava kûrbûnan. Dema ku çeteyê DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş birin ser Rojava û Şengalê û xwest gelê me qir bike, berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî vê qirkirinê gelekî bandor li hevrêyê me Fedakar kir. Piştî ku Tevgera me di Berxwedana Kobanê ya Dîrokî de bi ruhê seferberiyê û berdêlên giran Kobanê rizgar kir, ev yek ji bo lêgerînên hevrêyê me jî bû bersiv. Hevrêyê me xwest, hovîtiya ku li Bakurê Kurdistanê di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de hate kirin hilîne, di sala 2015'an de di ser Bakurê Kurdistanê re tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me tevlî perwerdeya şervanên nû bû, xwest tiştên di perwerdeyê de hîn bûye bi cih bîne. Hevrêyê me di demeke kurt de hînî şert û mercên çiyê û jiyana kolektîf a gerîla bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz a li dersan, di gelek mijarand e bû gerîlayekî şareza. Bi saya tecrûbeya rêxistinî ya ku di karên ciwanên şoreşger welatparêz de wergirtî, bi agahiyên di dersên îdeolojîk de wergirtî xwe hîn bêhtir dewlemend kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi baweriya ji xwe qedand, derbasî herêma Xakurkê bû û li vê derê tevlî gelek karan bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, moral û kelecan, xwest tiştên di perwerdeyê de hîn bû bixe pratîkê û di vê helwesta xwe de timî israr kir. Hevrêyê me ku ji tecrûbeya pratîkî ya hevrêyên xwe sûd wergirt û girîngiyeke mezin da perwerdeya xwe, bi dilnizmî û tevlîbûna xwe ya bi coş a li jiyanê, wezîfeyên herî zehmet jî bi hêsanî bi cih anî. Têkiliya wî ya xurt a hevrêtiyê, her wiha sekna wî ya di perwerdeyê de kir ku li her qadê bibe milîtanekî Apoyî ku lê tê guhdarîkirin. Li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li benda wê rojê ma ku weke gerîlayekî şareza derbê li dijmin bixe. Di şer de bi sekneke xwînsarî, wêrekiyeke mezin û ya herî girîng jî bi îradeya Apoyî di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir. Bi kesayetiya xwe ya durust, samîmî û dilsozê nirxên azadiyê yên Apoyî, ku berê xwe li serketinê bû, lêgerîna xwe ya li heqîqetê di her şert û mercî de kûr kir. Hevrêyê me Fedakar ku bi kedkarî û tevlîbûna xwe ya bi moral dihate naskirin, ji bo rojên ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne her tim xwe amade kir. Hevrêyê me di nava hewldana wê yekê de bû ku hêjayî şehîdan be, li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke şopdarê armancên hevrêyên me yên bi gazên kîmyewî şehîd bûn têkoşîna xwe mezin kir.

Di 21'ê Tîrmeha 2024'an de li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de hevrêyê me Fedakar şehîd bû. Hevrêyê me Fedakar bi keda ku li herêma Xakurkê da û hewldana di dema amadekariya şer de wê bê bîranîn. Em soz didin ku xaka Kurdistanê azad bikin ku hevrêyê me Fedakar bi canê xwe diparast û xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin."