Şoreşgera fedaî ya Botanê: Zarîn Aram

Zarîn Aram ku sala 2015'an li gel Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû, li her qadê nasnameya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir û bû şervaneke milîtan.

ZARÎN ARAM

Delal Xezal Akil li dilê Kurdistanê li Cizîra Botan, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda Botanê li Cizîrê mezin bû û hîn di zarokatiyê de zilma dijmin dît. Rabûna li ber zext û neheqiyê di ruhê jinên Botanê de heye. Bi vê sekna xwe pêşengî ji gelek çalakî û serhildanê re kirin û li Kurdistanê veguherîn nîşaneya têkoşînê. Ji bo wan bêdengiya li hemberî zilmê xiyaneta herî mezin e. Bersiva pêwîst a li dijmin jî ji bo wan wezîfeya herî girîng û bi rûmet e. Ji bo wan rêya jiyana bi rûmet ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe. Lewma jî berê xwe didin çiyê û felsefeya Rêber Apo.

Sala 2015'an bû sala herî girîng û bi wate ya dîroka Tevgera Azadiyê. Salek bi lehengî û têkoşînê dagirtî bû. Di demeke bi vî rengî de ku dilê her ciwanekî Kurd ji bo azadiyê lê dida, Delal jî guh da dengê dilê xwe û da pey azadiyê. Serî li şoreşgeran da, gava xwe ya destpêkê bi vî rengî avêt û ti carî qebûl nekir ku paşve gavê biavêje. Bi sekna ji xwe bawer tevlî nava Berxwedana Xwerêveberiyê bû. Banga Şehîd Fermandar Delal Amed ji bo wê bû dengê azadiyê, guh da vê bangê û sala 2015'an de tevlî nava refên YPS'ê bû.

Li gel yek ji pêşengên şerê bajêr Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû û sekna jin a şerker ji wê hîn bû. Li gel fermandara xwe şahidiyê ji her gavê re dike û bersivê ji pirsa jiyaneke çawa re dibîne. Bi hêz û wêrekiya ji fermandara xwe hîn dibe di sala 2015'an de tevlî şer dibe. Navê biraziyê xwe Aram (Agît Akil) li xwe dike ku sala 2015'an li Cizîrê di berxwedanê de şehîd bû û navê wê dibe Zarîn Aram. Zarîn Aram di demeke kurt de dibe xwedî gelek tecrûbeyan, sala 2016'an li Cizîrê ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne berê xwe dide çiyê. Di sala 2016'an de derbasî herêma Bestayê dibe, ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û mîsyona pêşengiyê ya milîtanên YJA Starê gelekî bi bandor dibe. Zarîn li Bestayê tevlî perwerdeya şervanên nû dibe, tevî ku şervaneke nû û ciwan bû dibe xwedî hişmendî û pratîka kadroyeke bi tecrûbe.

JI FERMANDAR ARMANC GOŞKAR GELEK TIŞT HÎN BÛ

Piştî ku demekê li Bestayê ma Zarîn Aram derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û ji bo xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş ve bibe tevlî perwerdeyê bû. Zarîn Aram tecrûbeya xwe ya ji şerê bajêr bi hevrêyên xwe re parve kir û dema ku tevlî nava refên gerîla bû ev soz dabû: "Di jiyana xwe ya têkoşînê de ez ê sekna hevala Zeryan timî ji xwe re bikim mînak, bi şerê xwe ez ê hêjayî keda wê bim. Ez ê li ser şopa wê bim." Felsefeya hevala Zarîn ev bû, felsefeya jiyana rasteqîn. Di têkoşîna azadyê de tevlîbûna fîzîkî bi tenê têrê nedikir, diviyabû bi hemû hucreyên xwe tevlî rastiya şehîdan û Rêber Apo bibûya.

Hevala Zarîn piştî perwerdeyê tevlî karên pratîkî bû û ji têkoşîna fermandara pêşeng a YJA Starê Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) bş bandor bû. Demeke dirêj li gel fermandar Armanc Goşkar ma û ji Armanc Coşkar hîn bû ku divê nasnameya jin a azad çawa bi rengekî hêja hilgire û bersivê bide pêvajoyê. Gerîla Zarîn zanîbû ku berpirsyariyên wê êdî hîn giran e û di sala 2019'an de tevlî Akademiya Pisporiyê ya Şehîd Mahîr bû. Di perwerdeyê de li ser perspektîfên Rêber Apo û Îdeolojiya Rizgariya Jİnê xwe kûr kir û perwerdeya xwe derbasî asteke hîn baş kir. Zarîn piştî perwerdeyê ji her cûre wezîfe û berpirsyariyê re amade bû. Zarîn ku Şehîd Delal Amed ji xwe re kir mînak, tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.

HER DERBA KU LI DIJMIN DIXIST TOLA HEVRÊYÊN XWE YÊN ŞEHÎD HILTANÎ

Li dijî operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên meha Nîsana 2022'an ên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, gerîla Zarîn di berxwedanê de bi roleke çalak rabû û wê tola hevrêyên xwe yên li Cizîrê şehîd bûn ji dijmin hilaniya. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tevlî çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin û bi ruhekî fedaî hem tevlî şerê li tunelan bû hem jî beşdarî operasyonên şoreşgerî bû. Hevala Zarîn yekem car ji operasyoneke bi vî rengî re şahidî dikir û ev firsenda ku bi çalakiyan re dît heta dawiyê bi kar anî. Di her derba ku li dijmin dixist dixwest armancên hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne. Di amadekirina tunelên şer, karên binesaziyê, operasyonên şoreşgerî û tîmên li qadê de bi hesta berpirsyariyeke mezin cih girt, bû gerîlayeke profesyonel.

Şervana fedaî Zarîn Aram ku di her karî de nasnameya YJA Starê bi rengekî hêja hilgirt, jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Bi enerjî, moral û kêfxweşiya xwe ya jiyanê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Gerîla Zarîn Aram ku li Qada Şehîd Delîl heta nefesa dawî şer kir, hem li tunelên şer hem jî li şerê li qadê kedeke mezin da, bi karkerî, fedakarî û sekna xwe ya têkoşer navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî. Hevrê Zarîn di 3'ê Gulana 2024'an de di encama êrîşa dewleta Tirk de li herêma Zapê şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.