Zanîngehên Xanedaniya Barzanî

Di rewşeke welê de ku xelkê Başûrê Kurdistanê di nava pirsgirêkên aborî û civakî de ye û dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker, malbata Barzanî ji bo zarokên xwe bi milyonan dolarî zanîngehan vedike û li gorî dilê xwe bi rê ve dibe.

ZANÎNGEHÊN BARZANIYAN

Malbata Barzanî û PDK, destketiyên ku di encama têkoşîna bi dehan salan a gelê Başûrê Kurdistanê hatin bidestxistin, di oxira desthilatdarî û berjewendiyên xwe de pêşkêşî êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên artêşa Tirk a dagirker dikin û dibin sedem ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Behdînanê bi cih bibin. Barzanî û PDK mafê civakê û xelkê li Hewlêrê desteser dike û van derfet û destketiyan ji bo xanedaniya malbata xwe bi kar tîne.

Hikumeta Federal a Kurdistanê hîn jî mûçeyên mehên Tîrmeh û Tebaxê nekariye bide. Her wiha nediyar e ku mûçeyên vê mehê yanî meha Îlonê wê bide yan na.

Li jîngehên li herêma hikumetê pirsgirêkeke cidî ya elektrîk û avê heye. Elektrîk rojê ji 8 heta 12 saetan tê dayin, av jî li gelek deveran nîne, li hin deveran jî tenê ji bo 8 saetan heye. Hikumeta ku Mesrûr Barzanî serkêşiyê jê re dike, ji aliyê hikumeta Bexdayê ve bi karên nelirê tê sûcdarkirin. Di mijara nedayina mûçeyan de jî alî hevdu sûcdar dikin.

Di rewşeke bi vî rengî de ku xelkê Başûrê Kurdistanê di nava pirsgirêkên giran ên aborî û civakî de ye endamên malbata Barzanî bi razemeniyên xwe yên ji milyonan dolarî dikevin rojevê.

ZANÎNGEHA ÎNGILÎZ A NAVNETEWEYÎ (BRITISH INTERNATIONAL UNIVERSITY)

Serokê Hikumeta Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê bi qelebalixiyeke mezin li Hewlêrê Zanîngeha Îngiliz a Navneteweyî vekir. Zanîngeh bi 100 milyon dolarî hate avakirin. Zanîngeh a kurê Mesrûr Barzanî Arîn Barzanî ye. Arîn Barzanî hîn di temenê 20 salî de ye. Arîn Barzanî meha derbasbûyî ji Akademiya Leşkerî ya Royal Sandhurst a Îngilistanê mezûn bû û ji Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê weke tegmen mûçeyan werdigire.

ZANÎNGEHA KURDISTANÊ (UNIVERSITY OF KURDISTAN - HEWLÊR)

Ji Zanîngeha Kurdistanê re ya ku li Hewlêrê ye, kurê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Mîr Îdrîs Nêçirvan Barzanî serokatiyê dike. Li gorî qanûnan, kesek ji bo karibe serokatiyê ji zanîngehekê re bike herî kêm divê 10 salan li akademiyê xebitî be, lê belê ti eleqeya Îdrîs Barzanî bi akademiyê re hîne, her wiha temenê wî jî hîn di 20 salî de ye. Îdrîs Barzanî li Iraqê jî zanîngehekê li gorî xwe dixebitîne ku bi sedan xwendekar û bi dehan akademîsyen lê ne.

Îdrîs Barzanî ku li zanîngeha ji aliyê Hikumeta Federal a Kurdistanê ve tê fînansekirin weke rayedar tê dîtin, di heman demê de weke xebatkarê hikumetê mûçe ji Bexdayê werdigire.