BI DÎMEN

'Em ê bi stran û govenda xwe bersiva qirkirina çandê bidin'

Ji komên ku beşdarî festîvala şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bûne diyar kirin ku di nava vê festîvalê de ruhê netewa demokratîk pêk tê û her netew têde cihê xwe digirin.

FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM

Di 6’ê Îlonê de ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve duyemîn festîvala Şehîd Berçem bi amadebûna 32 komên hunerî ku têde, stran, dîlan, şano û karê destan ê dayîkan û wênesazî jî heye, hate lidarxistin. Festîval ku bi roj di nava çand û hunera Baqî Xido de destpê dike û bi şevê jî li qada şehîd Egîd bernameya Hunerî tê berdewamkirin. Tevahî netewên ku li Bakur û Rojhilatî Sûriyê de jiyan dikin beşdar bûne. Têkildarî vê yekê komên ku amade ji ANF’ê re axivîn.

Ji pêkhateya Kurd û Koma Stêra Zêrîn Rehef Zilfo diyar kir ku li ser dikê û li bajarê Kobanê yê bexwedanê tema strana cûda ye û got: "Weke ku tê zanîn ev duyemîn festîvala şehîd Berçem e, em jî weke koma Stêra Zêrîn beşdarî her du festîvalan bûn. Festîvala yekem ku li bajarê Helebê bû, ev festîval jî li bajarê Kobanê ye. Li bajarê berxwedanê, bajarê Arînan stran tamekî xwe yê cuda heye, li ser dikê li bajarê Kobanê stran xweş in."

Rehef Zilfo anî ziman ku piştî şoreşa Rojava êdî wan di hemû waran de xwe pêş xistiye û bi taybetî jî di warê hunerê de, ew hunera ku bi destê jinê destpê kirî, dîsa jî bi destê jin wê bê neqşandin û wiha domand: "Di Şoreşa Rojava de jinê di hemû waran de rola xwe lîst û di her qadê de bû pêşeng. Êdî jinê bêhtir di milê hunerî de jî gavên xurt avêt û bi wê gavê re jî zihniyetek da guhertin. Bi wê re jin dikare êdî di hemû qadan de cih bigire. Jinê di hemû qadan de karîbû îfadeya xwe û kesayeta xwe jî bike û li hemberî fikrê desthilatdar li ber xwe bide."

‘LI KOBANÊ STRANDIN TAMEKE GELEKÎ CUDA YE’

Rehef Zilfo di dawiyê de got ku armanca festîvala me ew e dîsa bi tiliyên jinê ew çand bê vejînkirin, ew çanda ku rojane êrîş lê tê kirin, wê bê parastin û wiha bi dawî kir: "Jin bi amûr û reperdwarê xwe bi xweşikbûn û hunera xwe dikare di nava çandê de cihê xwe bigre û baş vî karî îfade bike. Em hezkirina xwe ji gelê Kobanê re pêşkêş dikin ku hemû bi me re rabûn û em pêşwaz kirin. Em spasiya komîteya amadekar dikin ku bi hemû pêkhateyan bi ruhê netewa demokratîk ji hemû cîhanê re dida îfadekirin. Li gorî min û ji biçûkaniya xwe ve ez derdikevim ser dikê, lê li bajarê Kobanê hestên min cûda bû, li Kobanê bajarê berxwedanê ye û bi saya Kobanê dengê Kurdan li hemû dinyayê belav bû, hestên min gelekî cuda bû."

Endama Meclîsa Gelan a Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji pêkhateya Ermen Losnak Keforyan destnîşan kir ku ew weke netewa Ermen di nava festîvaleke wiha de gelekî şanazin û got: "Bi riyan van festîvalan jin dikare çanda netewa xwe îfade bike û ji nûve dikare parastina wê bike û ji gelê xwe re ragihîne. Festîval di 6 Îlonê destpê kir ew jî têde tevahî netewên li Bakur Rojhilat û Sûriyeyê beşdar bûn. Li ser her dikê û her netewê roja jinê di nava civakê de dide diyarkirin. Em jî weke pêkhateya Ermen di festîvalê de şanoya bi navê (Hei) em beşdar bûn. Di nava vê şanoyê de rola jin a kêfxweş, qehir û xemgînî de tê jiyankirin, ji ber ku jin dikare her tiştî di nava xwe de veşêre."

‘EM Ê BI HÊZA JINÊN ERMEN ÇANDA XWE BIPARÊZIN’

Losnak Keforyan ev tişt jî got: "Em bi vê festîvala ku li Kobanê hatiye lidarxistin îsbat dikin ku hîna çanda me ya Ermenî jiyan dike û nemiriye. Weke pêkhateya Ermen bi van festîvalan ew çanda ku di 1915’an de dixwestin qir bikin, ji nû ve em nûjen dikin. Ew dîrok jî dîroka qirkirina Ermeniyan bû û xwestin wê yekê jî di şexsê jinê de pêk bînin. Lê vaye dîsa dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixweze çanda Ermenan qir bike, lê vaye careke din em ê bi hêza jinên Ermen çanda xwe biparêzin. Ez bang li tevahî jinan dikim ku bi hêza jin divê em çanda xwe bighînin lûtkeyê"

Ji Koma Dîlanê ya Viyan Soran a Efrînê Fatme Memada jî axivî û got: "Em ê bi dîlanên herêma Îdirê dîlana xwe bikin. Me bi qasî 3 mehan perwerdeya xwe ya dîlanê berdewam dikir. Em bi kêfxweşiyê vê festîvala xwe pêşwazî dikin. Em li bajarê Kobanê stranê dibêjin û em gelekî kêfxweşin. Em ê bi dîlan û stranên xwe bersivê bidin qirkeran."