BI DÎMEN

'Dewleta Tirk, Şoreşa Jinê ji xwe re xeter dibîne'

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî jinan û diyar kir ku dewleta Tirk projeya Netewa Demokratîk a ku jin pêşengiya wê dike, ji xwe re xeter dibîne.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî jinan pêk tîne, ji ANF’ê re axivî.

Şîraz Hemo di despêka axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk dikevin asta sûcên şer û got, ''Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin, sûcê şer û derexlaqî ne. Armanca dewleta Tirk a ji van êrîşan gelek in. Ji ber pêşketina netewa demokratîk a li herêmê û pêşengiya jinê, ev herêmê tên hedefgirtin. Vê şoreşê li tevahî cîhanê deng vedaye, lewma ji dewleta Tirk re bûye tirs. Dewleta Tirk dixwaze civakeke kole ava bike, lewma projeya netewa demokratîk jî ji xwe re metirsiyeke mezin dibîne.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe de de di serî de jin û sivîlan hedef digire. Di 28'ê Tebaxa 2024'an de Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman hatin hedefgirtin. Yadê Xalîde jinekî ku hertim ruhê welatparêzî di hundirê wê de hebû, lewma bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. Projeyên jin jê re pêşengiyê bike, li ser dewleta Tirk xeteriyê çêdike. Dewleta Tirk jinan hedef digre ji ber ku dizane îradeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, îradeya jina azad e û civakan bi rêve dibe û komunalbûnê çêdike.”

Şîraz Hemo diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk jin rû bi rûyê xeteriyên mezin dimînin û destnîşan kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin rû bi rûyê xeteriyên cidî dimînin û li dijî vê yekê jî rêxistinên jin li van herêman li dijî tundiyê têdikoşin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ragihand ku ew ê xwe bigihînin hemû jinan û got, ''Weke Kongra Star û tevgerên tekoşîna jin, li herêmê hewldanên me hene ku hertim di nav civakê de bin û xwe bigihînin her jinekê. Divê jin bibin yek ji bo ku em bikaribin, li dijî êrîşan jinan biparêzin.”