HEVPEYVÎN

‘Hîzbûlkontrayên ku Kurd di bîrên asîtê de şewitandine, divê hîn zêdetir bên teşhîrkirin’

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi taybetî bang li meleyan kir û xwest ku divê hîn bêhtir nerazîbûn nîşanî HUDA PAR’ê bê dayîn û ev hêz bên teşhîrkirin.

MÎRXAN KARKER

Dewleta Tirk di sala 1990’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurd Hîzbûlkontra bi kar anî û di dema AKP’ê de jî weke ev hêz weke HUDA PAR ketiye meriyetê. Têkildarî vê yekê Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker nirxandin kir.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi bîr xist ku li Kurdistanê bi hezaran mirov ji aliyê Hîzbûlkontra ve hatine qetilkirin û destnîşan kir ku piştî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewletê fikirî ku wê Tevgera Azadiya Kurd tune bibe û Hîzbûlkontra betal kir lê belê piştre hemû kujer ji aliyê Erdogan ve hatin efûkirin. Mîrxan Karker ragihand ku di hilbijartinên sala 2023’yan de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve car din ev kontra bi navê HUDA PAR’ê ketin dewrê û ev kontra ji civakê, ji çand û nirxên civakê qut in  û alîkarên xiyanetkar, hevkar û Ergenekon û JÎTEM’ê bûn. Mîrxan Karker bilêv kir ku bi taybetî divê mele van kujeran di nava civakê de hîn bêhtir teşhîr bikin.

Nirxandinên Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi vî rengî ne:

"Xiyanet di nava civakekê de, weke penceşêrê ye. Çawa ku penceşêr hemû laş dorpêç dike û nexweş dike, xiyanet jî eger civak tedbîrê negire, wan xiyanetkaran deşîfre neke û nas neke di nava demeke kurt de wê belavî civakê bibe û civakê tune bike. Desthilatdar bi rêya ol, pere, meqam û mewkiyê civakê dixe bin bandora xwe û ji bo xiyanetê bi kar tînin. Yek ji van ên di vê xiyanetê de bi kar tînin jî Hîzbûlkontra ye, sîxur-kontra Huseyîn Velîoglû ye.

Hîzbûlkontra ji aliyê Huseyîn Velîoglû ve hate damezrandin û lê dema em li beriya wê dinêrin, em dibînin ka ji kîjan kevneşopiyê hatiye. Huseyîn Velîoglû di navbera salên 1970-80’an de endamê Yekîtiya Millî Turk Talebe (MTTB) e. MTTB di sala 1946’an de ji aliyê MÎT a wê demê Teşkîlat-i Mahsusa ve hate avakirin. Armanca wê ya esas; destpêkê li dijî Ermeniyan hate bikaranîn, mal û milkê wan jê standin, qetil kirin û destirêjî kirin. Di sala 1925’an de dema serhildana Şêx Seîd destpê kir, wê plana Şark Islahat bixin dewrê. MTTB jî wê demê kete nava liv û tevgerê. Li dijî Şêx Seîd û Kurdan dest bi komkujiyê kirin. Piştre li dijî gelê Rum li bajaran dikevin nava liv û tevgerê. Dirûşmeya wan a wê demê, ‘Welatî bi Tirkî baxive’ bû.

Di navbera salên 1950-1980’an de li dijî demokrat û tevgerên çepan bi kar anîn. Mesele, çepgiran li dijî Fîloya 6’an a DYE’yê ya ku hatibû Tirkiyeyê, çalakî kirin û piştî wê MTTB komkujiyê pêk tîne. Ciwanan qetil dike. Ji bo çewisandina civakê ji aliyê dewletê ve tê xistina nav liv û tevgerê. Ji Komkujiya Mereş heta Komkujiya Sêwasê gelek komkujiyan dikin. Di sala 1980’an de endamê wan Huseyîn Velîoglû ji bo Kurdistanê tê erkdarkirin. Destpêkê dixwazin wî li Êlihê bikin serokê sendîkaya Petrol-Îş’ê. Wê demê fermandarê rêveberiya şidayî ya Êlihê Temel Cîngoz vê dibêje, ‘Ez ê bikim ku Velîoglû vê hilbijartinê qezenc bike. Ez ê wî bi helîkopterê li Êlihê bigerînim’. Dema di hilbijartinê de Velîoglû bi bin dikeve, dibînin ku di nava civakê de hêza wan qels e û nayên naskirin. Ji ber ku wê demê di mijara ol de Îslamiyên radîkal û siyasî zêde nayên naskirin. Dema dibînin ku di nava civakê de nerêxistinkirî ne, di navbera salên 1980-90’an de li Amed, Êlih, Bîngol û Wanê pirtûkxaneyên bi navê ‘Îlîm Kîtapevî’ vedikin. Bi vî rengî hem li pirtûkxaneyan, hem malên xwendekaran û hem jî li mizgeftan xwe rêxistin dikin.

Di sala 1990’an de tevgera me li nava civakê belav bû û serhildan destpê kirin. Jixwe di sala 1980’an de cerdevan xistibûn dewrê. Di sala 1990’an de jî koma Hîzbûlkontra ya Huseyîn Velîoglû xistibûn dewrê. Li kolanan sivîl û welatparêz qetil kirin, rojnamevan, xwendekar û siyasetmedar qetil kirin. Li Kurdistanê komkujiyên mezin kirin. Lê belê dema ku ev jî têrê nekir, JÎTEM kete dewrê. Li Êlihê Arîf Dogan, li Cizîrê Cem Ersever, sercerdevan Kamîl Atak, li Wanê Velî Kuçuk, Hasan Kundakçi, Teoman Koman, Hîzbûlkontra û cerdevan rêxistin kirin. Hem weke qanûnî ji wan re derfetê bikaranîna çek ava kirin hem jî ferman dan wan ku li bajaran komkujiyan bikin.

KUJERÊN KU BI GIRÊKA BERAZA MIROV QETIL KIRIN, JI ALIYÊ ERDOGAN VE HATIN EFÛKIRIN

Dema ku JÎTEM’ê dît ev hêz jî netêrker in, xwest ku li dijî tevgerê cemaetên din jî bigirin gel xwe. Wê demê lîderên cemaetên ku ev yek qebûl nekirine, kuştin. Mesele; Fîdan Gungor avêtin agir û şewitandin, hîna jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Molla Mansur Guzelsoy heye, Molla Ubeydullah Dalar li mizgeftê bi hovane hate qetilkirin. Alimê Kurd Îzettîn Yildirim revandin û bi girêka berazê qetil kirin, femînîst-nivîskar Konca Kuriş qetil kirin. Rêxistineke ewqas bêexlaq e ku mirovên qetil dikirin li bin malan diveşartin. Û di wan malan de jiyana xwe didomandin. Rêxistineke wiha bêexlaq bû. Carna dibêjin me li dijî PKK’ê şer kir, lê derew dikin. Hatin li çiyayan şer kirin na, li bajaran sivîl, welatparêz û rojnamevan bi dasan qetil kirin. Hîzbûlkontra wê demê li Êlih û Amedê li biryargehên hêzên taybet perwerde didîtin. Polîsan agahiyên mirovan werdigirtin û didan kontrayan. Kontrayan jî mirov direvandin û qetil dikirin.

Weke min gotî, mirovên oldar jî qetil dikirin. Wê demê yan we yê guh daba wan, yan jî hûn ê hatiban qetilkirin. Li aliyekê JÎTEM, li aliyekê jî Îranê piştgirî da van. Gelê Kurd jî evane weke Hîzbûlkontra pênase kirin. Ji ber ku tiştên vane kirine, di exlaqê gelê Kurd de nîne. Di îtîrafên Arîf Dogan de hate zanîn ku mirov çawa bi girêka berazan dihatin kuştin. Ji Bîngolê bigirin, heta Êlih, Amed û Wanê li kuderê cerdevantî hatibe pêşxistin, li kuderê JÎTEM hatibe pêşxistin li wir Hîzbûlkontra zêde bûne. Piştî komploya navneteweyî, dewletê fikirî ku wê tevger tune bibe û biryar dan ku Hîzbûlkontrayê jî biqedînin. Di salên 1999-2000’an de bi ser kontrayan de çû. Lîderê sîxur-provokator Huseyîn Velîoglû li Stenbolê kuştin. 3 kes bûn, Huseyîn Velîoglû, Cemal Tutar û Edîp Gumuş. Lê belê tiştekî gelek eceb qewimîbû, 50 gule li bedena Huseyîn Velîoglû ketibûn lê guleyek jî li kesên li gel wî neketibû. Arîf Dogan gotibû, ‘Bi îhtimaleke mezin li ciheke din kuştin û anîn vir’.

Wê demê navê hemû kujerên ku mirov înfaz kirin, di bîrên asîtê de şewitandin û welatparêz şehîd kirin di arşîva dewletê de hebû û hem girtin avêtin girtîgehê. Gotibûn ku têkildarî doza sereke ya Hîzbûllah’ê 20 hezar sayfa hene. Lê belê piştî pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an destpê kir, ji ber ku kontrayên dewletê hatin deşîfrekirin vê carê bi yên deşîfre nebûne ku jê re digotin baskê wan ê siyasî re, Mustazaf-Der ava kirin. Di nava Kurdan de alîkarî belav dikirin. Bi vî rengî dixwestin kujerên ku mirov bi girêka berazan qetil kirine, bi civakê bidin jibîrkirin. Lê belê piştî demekê ev yek jî ji bo dewletê bes nebû, lewma kujerên berê Edîp Gumuş û Cemal Tutar ku di sala 2011’an de bi sedan mirov qetil kirin, ji aliyê hikûmeta Erdogan ve hatin efûkirin. Dema ku di nava civakê de tevgera siyasî ya Kurd xurt bû, dewletê wezîfeyek nû da Hîzbûlkontrayê. Navê partiyan jî ecêb e, HUDA-PAR. Sankî pêdiviya Xwedê bi partiyê heye, lewma partiyeke wiha ava kirin! Mirovên ewqasî bêexlaq in ku ti nirxê wan nîne, Xwedê, Pêxemper çi be bi kar tînin. Ji hezaran yek deng jî wernagirin, lê belê şerm jî nakin.

CIVAK DIZANE KA HUDA PAR KÎ YE Û JI ALIYÊ KÊ VE HATIYE AVAKIRIN

Civak dizane ka ew kî ne û ji aliyê kê ve hatine avakirin, Cem Sersever jî nas dike, Arîf Dogan û Huseyî Velîoglû jî nas dike, lîderên cemaatan ên hatine qetil kirin jî nas dikin. Hafizayeke civakê heye. Lewma di nava Kurdan de deşîfre bûne. Di tifaqa Ergenekon a ku di hilbijartinên sala 2023’yan de hate avakirin, van hîzbûlkontrayan jî di nav de cihê xwe girtin. Ev yek pir hate nîqaşkirin lê belê jixwe endamê wan bû. Suleyman Soylu gotibû, ‘Hûn ê piştî 10 sal din vê stratejiyê fêm bikin’. Di dema ku Îsmet Sezgîn bûyî Wezîrê Karên Hundir de, îtîraf dikin, di dema Waliyê OHAL’ê Unal Erkan de îtîraf dikin, Teoman Koman îtîraf kir, dîsa herî dawî Suleyman Soylu îtîraf kir ku çi wezîfe dayîne van kontrayan. Lê belê mixabin girseyeke ji aliyê olî ve hişk heye; wisa li pey sîxur, kontra û provokatoran dikevin. Pir kêm in lê divê em bidin naskirin ka ev kontra kî ne. Kêm jî bin, divê di nava civakê de weke penceşêrê cih negirin. Divê evane di nava civakê de bên teşhîrkirin, divê were nîşandan ka çi dikin, paşeroja wan çiye, pêşeroja wan wê çi be.

Kontrayên ku di nava salên 1980-90’an de deşîfre bûne, bi kar nayînin. Ji ber ku gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derdikeve. Kontra mesele Saîd Nursî bi kar tînin, Şêx Seîd bi kar tînin. Şêx Seîd alîmê Kurdan e, serhildêr e, weke van xayîn nîne. Dîsa mewlîdê bi kar tînin. Mewlîd hem di nava Kurdan de ji aliyê wêjeyê ve bedew e, hem jî ji aliyê gelê Kurd ve pîroz tê dîtin. Weke roja ji dayikbûna Pêxember tê pênasekirin. Weqfa ku jê re dibêjin Evîndarên Pêxember, di Nîsanê de mewlîdê dixwînin lê kesên di aliyê olî de hişk roja jidayikbûnê pîroz nakin, weke edetê Xristiyanan dibînin. Mesele roja jidayikbûna ti zarokan pîroz nakin, lê li dijî Kurdan jî mewlîdê bi kar tînin. Dîsa Selahaddîn Eyyubî bi kar tînin, li Êlih, li Amedê tiştên mîzansen dikin, kesekê li hesp siwar dikin û di nîva kolanê de digerînin. Qaşo cil û bergên Selahaddîn Eyyubî lê dikin û digerînin.

Selahaddîn Eyyubî li Êlihê li ser asfaltê negeriyaye, li Qudusê şer kiriye û mirovekî bi edalet e. Weke van hov nîne. Qaşo xwedî li Fîlîstînê derdikevin lê belê yek ji wan jî neçûye Fîlîstînê, ji bo şer nekiriye û nemiriye. Eger yek ji wan jî li Fîlîstînê miriba, wê di nava civakê de xwe gelek mezin nîşan daban. Evane tenê ji mizgeftan derdikevin û dirûşmeya ‘bimire Îsraîl’ berz dikin. Nikarin Fîlîstînê li ser nexşeyê jî nîşa bidin. Jixwe hemû bûne xwediyê mal-milk, bûne kapîtalîst, bûne xwediyê komele û AVM’ê. Armanceke van a ji bo Fîlîstînê nîne, derewan dikin. Tevgerê rexne dikin lê belê şehîdên me yên ku ji bo doza Fîlîstînê jiyana xwe ji dest dane, hene. Tevgerê li Lubnanê bi gelê Fîlîstînê re şer kiriye û şehîd dane. Qaşo dibêjin em mal û milkê Îsraîlê nafiroşin, boykot dikin, lê biçin AVM’ên wan binêrin weke sembolîk Cola nafiroşin lê malên wan ên din difiroşin. Gelo ev malê wan ji Îranê tê, ji Erebistanê tê? Hemû jî ji Îsraîlê tê, ji Ewropa û Emerîkayê tê.

JINAN JI CIVAKÊ DÛR DIXIN

Ev mirovên durû û munafiq in. Hem ji dewletên xurt dewlemend dibin hem jî di nav civakê de propaganda dikin ku li dijî van dewletan e. Pêwîste jiyana van bê şopandin. Mînak li bajaran navendên kirîn û firotinê (AVM) wan hene, bila herin û bibînin ka di wan cihê kirîn û firotinan de malê kê hene. Hemû jî kel û pelên Îsraîl, Emerîka û Ewropayê ne. Derewkar in, durû ne û dixwazin civakê bixapînin. Li aliyê din Yekîtiya Alim û Medreseyan ku ji aliyê van hatiye avakirin, kesên ne di nav wan de ye wek kafir û munafiq îlan dike. Ew qas bêşerm in. Lê belê, tiştê ku dibêjin cuda ye û ya ku dikin hîn cûdatir e. Navê vê durûtiyê di Îslamê de munafiqtiye. Munafiqên herî mezin jî ev in. Meleyên ku bi pere kirînê re tiştek bi navê Yekîtiya Aliman ava kirine û ser vê re dijminahiya civakê dikin. Ji ber ku nikarin xwe di nav Kurdan de bidin jiyandin, çiqas nirxê Kurdan hebe dixwazin li ser wan nirxan xwe bidin jiyandin.

Diçin li Amed û Êlih li ser Cafeyan de digirin û dibêjin hûn malê Îsraîlê difroşin. Dibêjin hûn çima malên Îsraîl, Ewropa û Emerîkayê difiroşin, lê dema mirov dîmenan temaşe dike dibîne ku çiqas nezanin. Di lingê wan de pêlavên Nike, Adîdas heye, dîsa cilê wan jî Adîdas e, ev hemû jî malê Ewropa û Emerîkayê ne. Di navbera pereyê kesê ku diçe Cafeyê xwarin dixwe û pereyê pêlavê van de ferqek pir mezin heye. Ji bo malên Emerîka û Îsraîlê protesto bikin dîsa malê wan li xwe dikin û wisa diçin. Tiştê ku diparêzin û dijîn ji hev pir cuda ye. Di ol de navê vê mûnafiqtî ye. Dema li Kurdistanê ji bo Kobanê serhildan çêbûn, dewletê ev xistin tevgerê. Niyetê wan ê ku mirovan li hev bide kuştin hebû. Bi karanîna navê Şex Seîd mirovan qetil dikin. Ferqekî wek oldar, sosyalîst an jî demokrat nakin. Ên ku van bi kar tîne navê kê gotibe diçin wî/ê înfaz dikin.

Komaleyê wan heye, partiyê wan heye. Mînak di nav van de yek rêvebirek jin nîne. Li gorî wan ev bêexlaqî ye. Exlaq giştî li ser jinê pênase dikin, mêr dike bila bike serbest in, lê jin ji civakê dûr xistin e. Peywir girtina jinê wek xerabûna civakê dibînin. Li gorî van pêwîste jin tenê li malê binêre û zarokan mezin bike. Pergalek wisa çêkirine ku dema partiya wan kongre çêdike kî li pêş kî li paş rûdine hûn dibînin. Jin ji civakê dûr dixin. Wek remz çend jin tînin, lê ne komale ne partî ne jî di bazara wan de jin nîne. Dijminê jinan in. Ji civakê, nirx û çanda civakê qutbûn e. Îxanetkar in, xayîn in, hevkar in. Demekê alîkarê Ergenekon û Jîtemê bûn, alîkarê AKP’ê bûn. Niha jî alîkarê AKP-MHP’ê ne. Pêwîste di nav civakê de hîn zêde bên teşhîrkirin. Wekî ku berê tiştek nekirine partiyek wek HUDA PAR avakirin e. Bi taybet jî pêwîste Meleyên me li ser vê mijarê bisekînin û vana deşîfre bikin. Îxanet ji ku tê bila were pêwîste ji aliyê civakê ve neyê pejirandin. Pêwîste civak vana negire nav xwe."