Li Serhedê bi sedan jin bernamzet in

Li herêma Serhedê li gorî salên borî hejmara jinên ku ji bo namzetiya DEM Partiyê serlêdan kirine zêde bûye.

Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê li Wan, Mûş, Bedlîs, Îdir û Agiriyê didomin. Li bajarê herî mezin a Serhedê li Wanê 681 kesan serlêdan kirin. Berdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetan Delîl Aksoy diyar kir ku 476 kesan ji bo endamtiya Meclîsa Şaredariyê serlêdan kirine û 76 jê jin in. Aksoy destnîşan kir ku ji bo hevşaredariyên navçeyan bi giştî 196 kesan serlêdan kirin û 47 jinan ji bo hevşaredariyê serlêdan kirin. Aksoy diyar kir ku ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi giştî 11 serlêdan hene.

LI MÛŞÊ 25 JIN

Berdevkê Komîsyonê Kerem Çitanak der barê serlêdanên Mûşê de agahî da û got: “Ji bo Meclîsa Giştî ya Mûşê 14 serlêdan hene û nîvê wan jin in. Ev rewşek pir xweş e. Serlêdanên ji bo Meclîsa Şaredariyê jî pir zêde ne. 6 hevalên me ji bo Hevşaredariya Mûşê, 11 ji bo Kopê, 9 ji bo Melezgirtê û 5 jî ji bo Gimgimê serlêdan kirin. Ji bo Şaredariya Vartînîsê 14 serlêdanên me hene. Ji bo Korkût jî serlêdan hene. 8 bajarokên me hene. Em ê li 6 bajarokan namzetan destnîşan bikin. Em dibînin ku di van salên dawî de li Mûşê serlêdanên herî zêde ji bo vê hilbijartinê hatin kirin. Xebatên me dewam dikin û di 31’ê Adarê de jî bi piştgiriya gelê xwe em ê dawî li polîtîkaya emanetê bînin.”

LI ÎDIRÊ 28 JIN

Berdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetan Şebap Çelîk der barê xebatên li Îdirê ku hejmara serlêdana namzetan lê zêde ye de agahî da û got: “Sê bajarok û 2 navçeyên me hene. Ev du roj in bi namzetên xwe re em hevdîtinên pêk tînin. Em hevdîtinên xwe yên bi Meclîsa Giştî ya Îdirê, endamên Meclîsa Şaredariyan û Hevşaredaran re didomînin. Piştî navçeyan em ê li navenda Îdirê civînan pêk bînin. Em gihîştin armanca xwe. Em ê heta roja dawî xebatên xwe yên li ser namzetan bidomînin. Me lîsteyên delegeyan çêkir, em ê pêşhilbijartinên xwe pêk bînin. Ji bo Hevşaredariya Îdirê 17, ji bo endamtiya Meclîsa Şaredariyê 26, ji bo Meclîsa Giştî ya Îdirê jî 11 kesan serlêdan kirin. Li navçeya Tuzlucayê 9 kes ji bo hevşaredariyê û 9 kes jî ji bo endamtiya Meclîsa Giştî ya Îdirê; Li navçeya Aralikê ji bo Meclîsa Giştî ya Îdirê 3 kes; 16 kes ji bo hevşaredariyên Karakoyunlu, Halfeli û Hoşxeberê serlêdan kirin."

LI BEDLÎSÊ 11 JIN

Berdevkê Komîsyonê Emre Derse diyar kir ku li Bedlîsê bi giştî 45 kesan ji bo Hevserokatiya Bedlîsê serlêdan kirine û diyar kir ku nêzî 73 kesan ji bo Meclîsa Giştî ya Bedlîsê û endamtiya Meclîsa Şaredariyê serlêdan kirine. Derse wiha axivî: “Di nava serlêdanan de  11 jin in. Dema em li hilbijartinên borî dinêrin, em dibînin ku serlêdanên jinan zêde bûne. Yek ji tiştên ku herî zêde me kêfxweş kir, serlêdana kesên nû ciwan bû."

LI AGIRIYÊ NÎVÎ NÎVÎ YE

Rewşa Agirî ji bajarên din ên Serhadê ne cudatir e. Berdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetan Yildirim Demîr der barê serlêdanên de agahî da û diyar kir ku ji 61 serlêdanên ji bo Hevşaredariyê hatine kirin 32 jê jin in û wiha got: “Ji bo endamtiya Meclîsa Giştî ya Agiriyê 70 serlêdan hene. Ji bo Meclîsa Şaredariyê zêdeyî 100 serlêdan hene. Di encama polîtîkayên partiya me de em dibînin ku paradîgmaya azadiya jinê çiqasî serkeftî ye. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de temsîliyeta wekhev pêk bînin. Ji bo qeyûman jî wê bersiva herî di cih de."