Şaredariya Cizîrê hate desteserkirin

Şaredariya Cizîrê ya HDP’yî hate desteserkirin û qeyyûm li ser wê hate peywirdarkirin.

Li ser şaredariya Cizîrê ya Şirnexê qeyyûm hate peywirdarkirin. Vê sibehê polîs ji bo ku teblîgata peywirdarkirina qeyyûm bidin Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig çûn îkametgeha wî.

Komek polîs jî çûn îstasyona wesayîtan a şaredariyê û nehiştin ku wesayîtên çopê derkevin. Polîsan xwestin ku bila wesayîtên li derve jî were anîn.

Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ji ber ku ne li malê bûye, teblîgat dane muxtar.

Polîsan hemû rêyên li ber avahiya şaredariyê girtin.