Li rojnamevan Canozer ji ber 'ecibandinan' cezayê girtîgehê hate birîn

Li nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer salek û 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji bo hincetê jî ecibandina parvekirinên li medya dîjîtal hate nîşandan.

Bi hinceta ku, di navbera salên 2013 û 2016’an de, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal “Propagandaya Rêxistinê” kiriye, beriya niha doz li Nûçegîhana Jinnewsê Bêrîtan Canozer hatibû vekirin. 3’emîn daneşîna doza Canozer li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.

Canozer tevlî daneşînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr li daneşînê amade bû. Dozgerê dozê, di daneşînê de mutalaaya xwe ya ku beriya niha jî têde ceza dixwest, dubare kir. Parêzer Tamûr, diyar kir ku tevlî mutalaayê nabin û got ku bêyî ku guman hebe lêpirsîn hatiye destpêkirin û xwest ku muwekîla wî bê berdan.

Piştî vê daxwazê heyeta dadgehê navber da dadgehê. Piştî navberê heyeta dadgehê, bi hinceta ku parvekirin û ecibandinên Canozer de “Propagandaya Rêxistinê” hatiye kirin salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Canozer birî.