Li Rihayê ji bo grevên birçîbûnê bang hate kirin

Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya li Rihayê xwestin, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bêne qebûlkirin û bang li raya giştî kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 24’an de didome. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî da.

Daxuyanî, li pêşiya navendeke karan a bajêr hate dayîn. Nûnerên sazî, komele, sendîka û platformên îmzeya wan di bin metna hevpar de tev li daxuyaniyê bûn. Metn, ji hêla Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ve hate xwendin.

Oyke, da zanîn ku ew rewşa tenduristiyê û şertên girtîgehê yên girtiyên ketine greva birçîbûnê jinêzve dişopînin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de me bi girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T a Rihayê ketine grevê re hevdîtn kir. Girtiyan dan zanîn ku vîtamînên pêwîst û pêdiviyên wan a xwarinê ya li gorî protokola greva birçîbûnê ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve nayên pêşwazîkirin. Her wiha gotin ku derheqê wan de lêpirsînên disiplînê hatine destpêkirin û heta mehekê çalakî li wan hatine qedexekirin. Li gorî çavdêriyên me rayedar van sepanan ji bo bêzarkirina girtiyan û bidawîkirina çalakiyê têxin meriyetê.”

Bi domdarî Oyke bertek nîşanî cezakirin û pêşwazînekirina pêdiviyên girtiyan da û wiha pê de çû: “Di serî de mafê tenduristiyê, divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin û ji bo nrxandina daxwazên wan ên aştiyane û hiqûqî rayedarên dewletê bi berpirsyartiya xwe rabin.”

Di berdewamê de Oyke anî ziman ku ji rûmeta girtiyan heta mafên wan ên jiyanê û tenduristiyê, hemû mafên girtiyan di bin berpirsyartiya dewletê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku girtî daxwaza azadiya wî dikin, li dijî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî ye.”

Oyke, destnîşa kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, nêzikatiyeke wekhev a li dijî hemû pirsgirêkên civakê ji hev dabeş dikin, projeyeke aştiya civakî ku çareserkirina hemû pirsgirêkên refah û edaleta civakî mebest dike pir girîng e. Oyke, daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de bi awayeke rêk û pêk bên kontrolkirin û bijîşkên ji hêla TTB’ê ve hatine peywirdarkirin bikarin biçin girtîgehan û girtiyan muayene bikin. Çalakiya greva birçîbûnê jî di nav de, divê rêz ji bo azadiya xweîfadekirinê ya girtiyan bê girtn. Divê Wezareta Dadê têkildarî daxwazên girtiyan bi wan re têkiliyê deyne û ji bo axaftina li ser van daxwazan di serî de parlamenter, bi nûnerên rêxistinên maf, hiqûq û tenduristiyê re hevdîtinan bikin. Her wiha divê destûr bê dayîn ku şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolîn û serdanan bikin.”

Oyke, bang li raya giştî ya demokratîk kir ku di mijara çalakiya greva birçîbûnê de bihestiyar tevbigere. Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.