Li Nisêbînê cenazeyek hate dîtin

Li Nisêbînê di dema rakirina xirbeyan de cenazeyek hate dîtin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku qedexe di roja 306'emîn de, hilweşîna li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dicle û Yenîşehîrê hê jî dewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêm hate girtin, yek ji taxa ku hilweşîn lê dewam dike, taxa Firatê dema ku xirbe dihatin rakirin cenazeyek hate dîtin. Tê payîn dema ku cenaze hate rakirin û şûn de bibin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Qedexeya kolanan di 14'yê Adara 2016'an de hatibû îlankirin û 25'ê Tîrmehê jî bi awayekî qismî hatibû rakirin. Ji 83 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê 25 kesan hatibû teşxîskirin. Ji cenazeyên ku radestî malbatan nehatibûn kirin 23'ê li Rihayê, 6 li Amedê li goristanên bêkesan hatibû definkirin, cenazeyê 8 kesan jî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tê ragirtin.