Li Nisêbînê 9 tax hatin 'qedexekirin'

Dewleta Tirk 9 taxên Nisêbînê 'qedexe' kir.

Dewleta Tirk a dagirker herêmên bejahî yên 9 taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo 15 rojan 'qedexe' kir. Walîtiyê diyar kir ku herêmên li Çiyayê Bagokê ne weke 'herêma ewlekariyê ya taybet a demkî' hatiye ragihandin.

Hate ragihandin ku biryara qedexeyê ji bo bejahiya herêmên Elin, Bahminin, Fisqîn, Mişawil, Geliyê Sor, Efşê, Qudbê, Yol û Şekrînê derbasdar e û wê heta 10’ê Çileya 2024’an dewam bike.