Li Mexmûrê rêzeçalakiyên Newrozê bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê rêzeçalakiyên ku ji bo pêşwazîkirina pîrozbahiya Newrozê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Rêzeçalakiyên ku li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 14’ê Adarê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) hatibû destpêkirin îro wek fînala rêzeçalakiyên Newrozê li qada semta Şehîd Elî Şêr pêk hat. Qada pîrozbahiyê bi al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK hatibû xemilandin.

Xwendevanên wargehê jî bi meşekî meşaleyî tevlî fînala rêzeçalakiyên pîrozbahiya Newrozê bûn.

Şênî û xwendevanên wargehê bi awayek girseyî li qada pîrozbahiyê kom bûn. Beriya agirê Newrozê were pêxistin ji bo giyana şehîdan deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin. Bi vêketina agirê re girseyê li ber stranên şoreşgerî li dora agir govend gerandin.

piştî gerandina govendê, merasîm bi qêrkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” bi dawî bû.

Wê sibe li wargehê li gorî saeta herêmê di saet 13:00’an de pîrozbahiya mezin ya Newrozê bê lidarxistin.