Balafirên şer ên Tirk Qendîl, Mexmûr û Şengal bombe kirin-NÛ BÛ

Balafirên şer ên Tirk ên dagirker, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê bombe dike.

Di saetên şevê de balafirên şer ên Tirk ên ji Amedê rabûyî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şengal bombe dike. Bomberdûmana di saet 00:00’ê şevê de pêk hat hê jî dewam dike.

Li gorî agahiyên ji Mexmûrê hatin girtin, êrîşên esmanî didomin, gel daketin qadan û êrîş protesto kirin.

Ji ber bomberdûmana li kampê şewat li zeviyan derket û parçeyên bombeyan belavî derdor bûne.

Li bendê ye ku Meclîsa Gel a Mexmûrê di kêliyên pêş de daxuyaniyek bide.

Dengê bombeyan li Dêrik a Rojava jî hate bihîstin.

Berî êrîşa ku bi 20 balafirên şer pêk hatin, bi dehan balafirên şer anîbûn Amedê.