Li Şengalê sivîl birîndar bûne
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medya, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê barandin.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medya, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê barandin.
Di bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Şengalê de hate ragihandin ku sivîl birîndar bûn.
Rojnamevan Îbrahîm Êzidî yê ji Stêrk Tv’yê re axivî, ragihan ku di bomberdûmana li ser Herêma Serdeşê de sivîl birîndar bûne. Her wiha Nexweşxaneya Serdeş jî hatiye bombe kirin. Li herêmê sivîlên ku ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an koçber bûne lê dijîn.