Li Kirmaşanê sê hawirdorparêzan jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê, sê hawirdorparêzên ku hewl didan şewata li zozanan vemirînin jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, ji Meclîsa Hawirdorê Belal Emînî, Yasîn Kerîm û Mûstar Xendanî 28'ê Hezîranê roja Yekşemê dema ku hewl didan şewata li zozanên Bûzin, Merxel û Dîrûle yên herêma Pawe vemirînin jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî hin çavkaniyan, hawirdorparêz ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest dan. Lê belê rayedarên Îranî îdîa kirin ku hawirdorparêz di nava êgir de mane û jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên her sê hawirdorparêzan li Pawe bi dirûşma "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan, gelek kes ji ber şewatê birîndar bûn. Şewata li herêmê heta sibeha Duşemê dewam dikir.