Li Kerkûkê pênc sal ceza li deh kesên Beesî hate birîn

Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi tometa endambûna li partiya Beesê ya berê ya Iraqê li 10 kesan ceza birî.

Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê wiha got: “Li deh kesan bi tometa endambûna partiya Beesê ceza hate birîn. Van kesan di 19’ê vê mehê de di wexta ragihandina encamên Hilbijartinên Encumenên Parêzgehên Iraqê de li ber avahîya Parêzgeha Kerkûkê wêneyê Serokê Partiya Beesê ya Berê ya Iraqê bilind kiriye û propagandaya wê partiyê kiriye.”

Her wiha Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: “Li gorî qanûnên Iraqê pênc sal li van 10 kesan hatiye birîn. Van kesan li ser medyaya civakî dirûşm û fikirên partiya Beesê ya berê ya Iraqê parve kirine.”