Li Kerkûkê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 2 çete hatin girtin

Li Kerkûkê di encama operasyoneke li dijî DAÎŞ'ê de 2 çete hatin girtin ku hate ragihandin, herdu çete tevlî gelek êrişan bûne.

Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên girêdayî Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê bi hevkariya hêza Fermandehiya Polîsên Kerkûkê û hêza Magawir a Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê operasyonek pêk anîn.

Hate ragihandin ku di encama operasyonê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyê yekem yê bi navê C.S.Z. ku di sala 1993’yan de li bajarokê Reşad ji dayik bûye, di nava rêkxistina terorîst ya çeteyên DAIŞ’ê de beşdarî dewreyên perwerdê yên leşkerî û şerîatê bûye. Her wiha di buroya leşkerî ya rêxistinê de kar kiriye û li dijî hêzên leşkerî beşdarî gelek çalakiyên terorîstî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyê duyemîn yê bi navê E.K.Z. di sala 2003’yan de li navçeya Reşadê ji dayik bûye, di temenekê biçûk de tevlî nava DAÎŞ'ê bûye.