Li Herêma Kurdistanê di nava salekê de 73 kerkeran jiyana xwe ji dest dan

Berdevkê Rêxistina Karkerên Avahîsaziyan a Kurdistanê, da xuyakirin ku di sala 2023’yan de li Herêma Kurdistanê 73 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Rêxistina Karkerên Avahîsaziyan a Kurdistanê Şabaz Mehmud, di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de amara karkerên ku îsal li Herêma Kurdistanê di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Şabaz Mehmud, diyar kir ku ji destpêka salê heta niha li Herêma Kurdistanê 73 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 18 karkerên biyanî bûn.

Her wiha diyar kir ji vana 24 karker ji ber ketina ji cihên bilind û 11 karker jî ji ber elektrîkê jiyana xwe ji dest dane.

Mehmud, eşkerekir ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane, 52 ji wan li parêzgehên Herêma Kurdistanê û 21 karkerên din jî li Kerkûk û deverên din ên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Mehmud, anî ziman ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 22 ji wan li Hewlêrê, 19 li Silêmaniyê, 6 li Dihokê û 5 jî li Helebce bûn.

Şabaz Mehmud ragihand ku sala borî jî 59 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dabûn.