Li Geverê û Şemzînanê Newroz hate pîrozkirin
Li Geverê û Şemzînanê ji bo Newrozê agir li gelek deveran hate vêxistin, fîşekên hewayî hatin teqandin.
Li Geverê û Şemzînanê ji bo Newrozê agir li gelek deveran hate vêxistin, fîşekên hewayî hatin teqandin.
Ciwan li taxa Ormanê ya navçeya Geverê ya Colemergê hatin cem hev û bi agirê ku vêxistin Newroz pîroz kirin. Ciwanan demeke dirêj li dora êgir govend gerandin.
Li taxên Şemzînanê û li gundê Garê Newrozê bi fîşekên hewayî û agirê ku hatî vêxistin hate pîrozkirin. Dema ku govend hatî gerandin gelek caran, ''Bijî Serok Apo'', ''Bê Serok Jiyan Nabe'' û ''Bijî berxwedana zindanan'' hate gotin.