Li eniya şer li hev rasthatina surprîz

Li eniya şer a Xakurkê em seriyekî didine mewziyên gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê. Dema civatê ez çîroka balkêş a Rêwan û Botan hîn dibim.

Li Xakurê li eniya şer em seriyekî didin mewziyên gerîlayên HPG’ê û YJA –STAR’ê. Ev meşa li çiyan ya bêhempa ne jirêzê ye, meşa eşq û evînê ye.. Ji ber ku meşa li çiyan çîroka evînê ye..Dimeşî bi enerjiyeke ku naqede li wan şiverêyên ku gelîyan digihînin bilindcihan…Ya ku maneyê dide meşê bidawîbûna wan bêrîkirinan e ku ketine ser hev.

Meşeke eşqê li Xakurkê ku mekanê ev qas xweşikiyan e, me dibe heta bi xeta eniyê ku şer lê giran e.

Berbangekê em ketin rê..Rêya me têra xwe asê, meşa me ber bi ccihên bilind ve ye..Bi meşê re, her ku dem diçe xwêdana ser eniya me diniqute ser axê. Rêwîtiya dijwar didome..

Dewleta Tirk a dagirker, bi artêş û hevkarên xwe ji biharî ve li ser xeta Bradostê êrîşên dagirker zêde kirine. Di hedefa êrîşan de jî Xakurkê heye. Li vê qadê balafirên keşfê pir diçin û tên. Hema hema her roj balafirên şer xuya dikin. Piştî du sotiyan hema wiha bombeyan dibarînin. Lê tevdîrên ku gerîlayên HPG û YJA Starên standin nahêlin ku ji bombeyan ti encamê bistînin.

Piştî ku êrîş tê beralîkirin em li ser kozên gerlayên HPG û YJA-STAR’ê diğerin. Di koza pêşî de gerîla Rêwan Amed tê pêşiya me. Me bi hevalên dî dide naskirin. Em bi hev re firavînê dixwin. Piştre çayê vedixwin û civatê digerînin…

Di nav civatê de ez ji çîroka Rêwan û Botan agahdar dibim. Rêwan ji Amedê ye û 2014’an tevlî nav gerîla bûye.. Botan ji Wanê ye û 2015’an tevlî nav gerila bûye û her wiha erdheja Wanê jî dîtiye.

Botan û malbata xwe piştî erdheja Wanê ji bo demeke kurt diçine Geverê û piştre diçine Amedê. Li Amedê 6 mehan li bajarokekî Hênê dibine mêvanê mala Rêwan. Botan 6 mehan li vir dibistanê dixwîne. Piştre dîsa biryare dide ku vegerê Wanê û ji Hênê vediqete. Van deman Botan ketiye pey pirsan. Her çendî dixwaze ku xwe ji pergalê qut bike jî rê û rêbazê nabîne.

Botan dema ku bi van fikran serê xwe diêşan Rêwan, piştî ku mixaletiyê wî Alî, ku şervanê YPG’ê bû, 2013’an li Serêkaniyê şehîd dibe, biryar dibe ku bibe gerîla. Dawiya 2014’an berê xwe dide çiyayên azad. Rêwan li Çarçela û Zagrosan gerîlatiyê dike û herî dawî derbasî Xakurkê dibe.

2015’an li Botan rast tê. Botan bi gotina, ‘’Em li dijî wan ku ew jiyana kirêt û hov li ser me ferz kirin em serî hildidin. Esîltiya me ji vê ye’’, çîroka hatina xwe ya nav gerîla vedibêje. Botan ku ev çend meh in li Xakurê gerîlatiyê dike, li qada Geliyê Reş li Rêwan rast tê, ku li Amedê 6 mehan bûbûn mêvanê wan. Lê Botan Rêwan nas nake. Rêwan jî ji bo ku dilê xwe bide rûniştandin ji Botan dipirse bê ka ew ji kû ye. Piştî ku Botan dibêje ew ji Wanê ye, piştî çend pirsên dî mijarê zelal dike. Rêya Rêwan û Botan wiha dîsa digihije hev.

Botan, li gel temenê xwe yê ciwan jî dibêje, ‘’PKK ne ji hev dûr dixe, digihîne hev’’ û didomîne, ‘’ Wek ku, her li kû dibe û kengî jî be, ya ku wê neqede rêwîtî ye. Bi taybetî jî li nav gerîla. Ya balkêş, rêwîtî li cem me, me ji hev venaqetîne, me digihîne hev. Tenê di ser çîroka me re jî mirov dikare fêhm bike ku PKK hem digihîne hev, hem dike yek.’’

Rêwan jî wiha dibêje: ‘’Ez şad im. Ji ber ku careke dî jî ez rûmetdar im ku min PKK nas kiriye. Her gava ku li ser xaka pîroz a welatê xwe davêjim vediguhere westandineke xweş. Mîna, dîsa rasthatina li Botan..Li pey min rojên xweş dihêle, pê re ber bi siberojê ve dimeşim. Niha li çiya me. Ez ji her tiştê vir hez dikim.’’

Rêwan ji bilî pevgihîn û şadbûnê derbarê şer jî peyamê dide: ‘’Dewleta Tirk êrîşeke giran tîne. Em li mewziyên pêş ên xeta eniyê ne. Kelecaniya hevalên me, baweriya wan a bi aştiyê û coşiya wan pir zêde ye. Ti kes nikare lêgerînerê heqîqetê têk bibe.’’

Botan jî wiha dibêje: ‘’Em bi felsefeyeke wiha ku wê hemû mirovahiyê biguherîne ketin rê. Parastina nirxên ku li ber tinebûnê hatine hiştin ji ya ku tê zanîn zehmetir e. Lê xweş e. Em di demeke wiha de dijîn, heke em her gav li bara dîrokê xwe nedarizînin dîrok wê me darizîne. Ji bo vê jî, ji bo ku dîrok me nedarizînî tişta ku ji dest me tê em dikin. Ez dibêm divê Kurd û dostên wan jî wiha bikin.’’

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA