Li dijî Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan 'karê qanûnî' hate destpêkirin

Wezareta Karên Hundir a Tirk ragihand ku li dijî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tûnç 'karê qanûnî' hatiye destpêkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk diyar kir ku ji ber daxuyaniyên têkildarî qeyûman 'karê qanûnî' hatiye destepêkirin.

Wezaretê ragihand ku di vê çarçoveyê de têkildarî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tûnç ji ber axaftin û daxuyaniya 4'ê Mijdarê 'karê qanûnî' hatiye destpêkirin.