Li Colemêrg, Şirnex û Osmaniyeyê çalakiyên gerîlayên HPG’ê

Gerîlayên HPG’ê li ser rêya Amed-Çewligê li hemberî leşkeran çalakiyeke sabotajê lidar xistine, li navçeya Duziçiyê ya Osmaniyeyê jî li kana keviran a şaredarê AKP’ê jî 3 kamyon, 2 dozer û gelek konteynir şewitandine.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî leşkerên li ser girên Gever, Şemzînan, Çelê yên Colemergê çalakî lidar xistin. Li ser rêya Amed-Çewligê li dijî leşkeran çalakiyeke sabotajê lidar xistine, li navçeya Duziçiyê ya Osmaniyeyê jî li kana keviran a şaredarê AKP’ê jî 3 kamyon, 2 dozer û gelek konteynir şewitandine û îmha kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde qala çalakiyên li Gever, Şemzînan, Çelê, sabotaja li ser rêya Amed-Çewlikê û çalakiya li ser kana keviran şaredarê AKP’ê yê navçeya Duziçiyê ya Osmaniyeyê kir.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye

“Di 24’ê Gulanê de saet di 10.00-10.30’an de hêzên me bi çekên giran li ser Girê Elîşêr ê qada Oremarê ya Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Di 24’ê Gulanê de saet di 14.00-14.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li girê Ronahî yê Şemzînanê bi çekên giran çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Di 23’ê Gulanê de di 13.30’an de hêzên me li ser girê Koordîneyê yê Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de 4 konteynir hatine derbekirin û hejmara mirî û leşkeran nehatine zelalkirin.

Di 24’ê Gulanê de saet di 13.00-14.00’an de hêzên me bi çekên giran li girê Yekmalê yê li Qilebanê ya Şirnexê dane. Li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

GERÎLAYAN LI AMEDÊ YEKÎNEKE NEPEN XIST BIN KONTROLÊ

Di 23’ê Gulanê de saet di 20.00’an de hêzên me yekîneke nepen a artêşa Tirk a li Girê Çemê Elîkê ya Licê ya bi ser Amedê xist bin kontrola xwe û li hemberî wan çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

LI SER RÊYA AMED-ÇEWLIGÊ SABOTAJ

Di 24’ê Gulanê de di saet 11.45’an de li nêzî gundê Qetînê yê Karazê ya bi ser Amedê li dijî komek leşker çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk heta saet 16.00’an rê girtiye û mirî û birîndarên xwe bi Skorskyan rakiriye.

LI KANA KEVIRAN A ŞAREDARÊ AKPÊ ÇALAKÎ

Di 21’ê Gulanê de tîmek gerîlayên me li navçeya Duziçiyê ya Osmaniyeyê jî li kana keviran a şaredarê AKP’ê jî 3 kamyon, 2 dozer û gelek konteynir şewitandine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Li dijî leşkerên Geliyê Şehîd Firaz hêzên me çalakiyek li dar xistine û bi çekên ferdî li wan dane. Li vê derê windahiyên dijmin çêbûne lê hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi Skorskyan rakirine. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Zinar Qoser hatiye lidarxistin ê ku di 17’ê Nîsanê de li qada Şehîd Firaz şehîd bûbû.