Li Dersimê çalakiya gerîllayan: 8 leşker hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê, îro li Dersimê ji 4 aliyan li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê yekîneyeke artêşa Tirk xist bin kontrola xwe û ji 4 aliyan li wan da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser çalakiya Dersimê wisa ye: “Hêzên me li Dêrsimê yekîneyeke artêşa Tirk a li Girê Xelasorê xistiye bin kontrola xwe û di 23’ê Gulanê de saet di 14.00’an de ji 4 baskan ve li wan daye. Baskê yekemîn ê çalakiyê dema ku leşker kom bûne ji nêz ve bi çekên ferdî li leşkeran dane. Hêzên me li konekî leşkeran jî daye. Li vê derê 4 leşker hatine kuştin.

Hêzên me li konê duyemîn jî dane û li vê derê leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûye. Hêzên me çûne ser gir, li vê derê li konê ku fermandarê yekîneyê jî tê de û kozika li kêleka wê jî dane. Li vê derê 3 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi Skorskyan mirî û birîndarên xwe rakirine Dêrsimê. Di vê çalakiyê de hevalê me Kemal şehîd bûye. Vê çalakiya ku 8 leşker lê hatine kuştin, ji bo bîranîna hevalên me hatiye kirin yên ku li Dêrsimê şehîd bûne.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wisa ye:


http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/kemal_agit_small.jpg   Nasnav: Kemal Berxwedan

   Nav û Paşnav: Agît Îpek

   Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Amed

   Navê Dayikê-Bav: Halîse- Mehemt Saît

   Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 23’yê Gulana 2017