Li Bradostê alîkarî ji bo Rojava tê kom kirin

Li herêma Bradostiyê ji bo hefteyekê kampanya komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin.

Komkirina alîkariyê çi pere û xorek ên ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewame. Di vê çarçoveyê de li bajarokê Sîdekan a devera Bradost a girêdayî bajarê Hewlêrê kampanyayeke alîkariyê ya ji bo hefteyekê hate ragihandin.

Yek ji beşdarvanê kampanyayê Hoşmend Bradostî got: “Biradostiyan bi berdewamî di pirsa netewî û welatperweriyê de amadebûn, bi vê armancê hewldan bi rêya kampanyayê alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kom bikin.”

Her wiha dibêje; ew tiştên ku li Rojavayê Kurdistanê di qewimin, dagirkerî û binpê kirina mafê mirovane û li dijî hemû pîvanên demokrasî û mafê mirovne.

Kampanya komkirina pere û alîkariyê ya li Sîdekan a Biradost, roja Sêşemê hatiye destpêkirin wê heta roja Duşema hefteya bê dewam bike.