Milîsên KBDH’ê li du bajaran çalakî kirin

Milîsên Zeynep Kinaci (Şehîd Zîlan) ên KBDH’ê ragihand ku wan ji bo silavkirina çalakiya fedayî ya ku şehîd Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê pêk anî, li du bajaran çalakî kirin.

MILÎSÊN KBDH'Ê

Di daxuyaniya nivîskî de, têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayîn:

“- 24’ê Hezîranê di derdora saet 07.30’an de li navçeya Tarsûs a Mêrsînê Milîsên Zeynep Kinaci (Şehîd Zîlan) TIR’eke genim lê hatî barkirin, dan ber agir. Di çalakiya sabotajê de TIR bi barê xwe re hate îmhakirin.

-24’ê Hezîranê di derdora saet 08.00’an de Milîsên Zeynep Kinaci (Şehîd Zîlan) li dijî trafoya li taxa Akçeşme ya Denîzliyê çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiya sabotajê de elektrîka herêmê qut bû û di mîktarek zêde de zirar çêbû.”

Milîsên KBDH’ê soz dan ku ew ê li pey şopa şehîd Zîlanê bimeşin û bang li gelan kirin ku xwedî li şehîdan û gerîlayên ku şopa şehîdan dimeşînin, derbikevin. Her wiha KBDH’ê bang li ciwan û jinan jî kir ku tevlî nava refên KBDH’ê bibin.