Li Îranê hilbijartinên Serokkomariyê ji tûra duyemîn re man

Li Îranê ti namzetan ji sedî 50 deng newergirtin, lewma hilbijartin ji tûra duyemîn re man.

HILBIJARTINÊN ÎRANÊ

Li Îranê hilbijartinên Serokkomariyê hatin kirin. Ji ber ku namzetan ji sedî 50 deng newergirtin, hilbijartin ji tûra duyemîn re man.

Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Hundir diyar kir ku Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî wê di tûra duyemîn de pêşbirka xwe dewam bikin. Tê payîn ku biryar ji aliyê Komîsyona Çavdêriyê ve were erêkirin.

Li gorî daneyên ku Navenda Hilbijartinê eşkere kirî, dengan 19 milyon derbas kir. Namzetê reformîst Mesût Pizîşkiyan ji sedî 43,5’ê dengan wergirt û di hilbijartinê de li pêş bû. Seîd Celîlî jî bi sedî 37,7’ê dengan di rêza duyemîn de bû. Tevlîbûna hilbijartinan derdora ji sedî 40’ê bû, ev rêje ji 1979’an heta îro di hilbijartinên serokkomariya Îranê de tevlîbûna herî kêm e.

Hilbijartinên tûra duyemîn wê di 5’ê Tîrmehê de bên kirin.