Rûken: Zîlan bersiva herî mezin a li dijî konsepta îmhayê ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li dijî komplo û şerê qirkirinê bersiva herî mezin e."

ŞEHÎD ZÎLAN

Endama Konseya Rêvebera  KJK'ê Zêrîn Rûken têkildarî girîngiya çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) axivî ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê pêk anî.

Rûken di salvegera 28'an a şehadeta wê de şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Zeynep Kinaci felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bi rengê herî xurt û têgihiştî fêhm kir, weke jineke bi ruhê azad û serhildêr ê Meletiyê li dijî polîtîkayên qirkirinê di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî kir. Bi çalakiya xwe di dîroka têkoşînê ya jinên Kurd de bû nav û xeta vejînê.

Hevala Zîlan bi çalakiya xwe bû manîfestoya xwedawendiya azadiyê û navê jiyana azad. Fermandara pêşeng hevrê Zîlan li dijî komploya ku di sala 1996'an de li dijî Rêber Apo hate kirin bi çalakiya xwe sekna demê diyar kir. Nûnerên xeta Zîlan îro li her derê bi pêşengiya YJA Starê li iyê di çeperan de şer dikin. Li her parçeyên Kurdistanê çalakiyê dikin, li zindanan li ber xwe didin. Li qada civakî weke kesayetiya avakirina xeta modernîteya demokratîk bi pêşengiyeke mezin radibin. Ya ku çalakiyeke bi vî rengî bi hevrê Zîlan da kirin hezkirina wê ya li jiyana azad bû. Tenê yên ku ji jiyana azad hez dikin dikarin çalakiyeke bi vî rengî ya mezin bikin. Gerîlayên azadiyê yên ku îro li çar parçeyên Kurdistanê li ser vê xetê bi lehengî şer dikin bi hezkirinê silav dikim.

Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bû sekn û dilxwaziya azadiyê ya jinan. Îro ev xet veguyeriye bi hezaran fermandarên Zîlan. Hevrê Zîlan navê xwegihandina bilind a di xeta Rêbertî de ye. Meşa li ser xeta fermandara mezin Zîlan, ji bo hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, sekneke biryardariya azadiyê ye. Îro di meşa ber bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de weke şopdarên fermandara mezin hevrê Zîlan divê em armanca azadiya mezin pêk bînin û bi rengekî xurt tevlî bibin. Em Zîlan Pepûle jî bi bîr tînin ku di heman demê de li Rojhilat şehîd bû. Li Rojhilat veguherî sekneke mezin a têkoşînê. Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî veguherî pêşengiyê."

RÊBERTÎ HÊVIYA AZADIYÊ YA JIN Û GELAN E

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken bal kişand ser pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Pîvana serxistina kampanya azadiyê ya ji bo Rêber Apo ew e ku em wezîfeyên xwe yên demê pêk bînin û bi rengî Zîlan tevlî bibin. Li her derê bêyî naskirina astengiyan divê em ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin. Îro li Zap, Avaşîn, Metîna, Behdînanê bi hezaran Zîlan, Rojhat, Erdal, Axîn Mûş, Bêrîtan Çiya hene. Lewma di xeta fedaîtiyê de, bûn fermandarên me yên mezin ên azadiyê. Mîna Êriş, Andok, Doga, Zinar, Eylem, Rûken, Sara, Erdal û Rojhat bi hezaran fermandarên me yên fedaî, weke şopdarên mîrateya bilind a Zîlan, Sema, Gulanan çalakiyên mezin pêk anîn û bûn fermandarên me yên serketinê.

Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li hemberî komplo û şerê qirkirinê bersiva herî mezin e. Îro bi kampanya azadiyê re em ê têkoşîna xwe ya j ibo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi rengê Zîlan bimeşînin û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hilweşînin. Rêber Apo ji bo jin û gelê Kurd hinceta jiyanê ye. Li dijî hêzên hegemonîk divê em destnîşan bikin ku hebûn û azadiya Rêberê me bi azadî û hebûna ciwanan, jinan, gelan bûye yek. Îro li her derê bi sekneke çalak a li dijî êrişên hêzên serwer em dikarin pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin. Di vî şerê azadiyê de li ser bingeha stratejî û têkoşîna hevpar a berfireh em dikarin li her derê eniya antî kapîtalîst ava bikin û bi ser bikevin.

Rêberê me hêviya azadiyê ya jin û gelan e. Her roj di her kêliyê de vê hêviyê zindî dihêle. Hêviyê mezin dike. Di rastiya Rêber Apo de kesayetiay Zîlan rastiya serxistina xwedawendiya azadiyê ye. Rastiya Zîlan a xwedawend a bi çalakiya fedaî ew xet e ku felsefeya azadiyê herî baş pejirandiye û bûye hevrêtiya herî rast a bi Rêber Apo re. Di 6'ê Gulana 1996'an de li hemberî Rêber APo sûîqestek hatibû kirin. Weke bersiva li hemberî vê eykê, asta têkoşîna azadiyê ya jinê, têkiliya navbera Rêbertî û jinê herî zêde bi çalakiya mezin a hevrê Zîlan hate pêkanîn. Fermandar Zîlan li hemberî êrişa li ser Rêbertî bê çare û bêdeng nema, tevî ku gerîlayeke ji salekê jî bû bi taktîkeke gelekî afirîner, bi rêbazeke ku dijmin xist şoqê derba herî mezin li dijmin xist."

ZÎLAN ÇANDA XWEDAWENDIYÊ LI KURDISTANÊ CAREKE DIN ZINDÎ KIR

Rûken destnîşan kir ku şehîd Zîlan çanda xwedawendiyê li Kurdistanê ji nû ve zindî kir û got, "Nîşan nîşaneya wê yekê ye ku xwe digihîne kokên xwe yên dîrokî. Ew sekn bû ku nîşan da, kes nikare êrişî Rêberê me bike ku tehma azadiyê da me, dewletên faşîst nikarin me bitirsînin, nikarin li pêşiya me bibe asteng ku em jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Faşîzma AKP-MHP'ê ku îro xwedî vî mejî ye wê têk biçe. Jin û gel wê bi ser bikevin. Sekna Zîlan xeteke bû, nîşanî her kesî da ku rastiya Rêbertî, şerê ji bo azadiya jinê li Kurdistanê firsendeke dîrokî ye."