Rûsya: Metirsiya şerê rasterast ê li gel NATO’yê zêde dibe

Wazareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku firîna balafirên bêmirov ên DYE’yê ya li Behra Reş ‘’metirsiya şerê rasterast’’ ê Rûsya û NATO’yê zêde dike.

Di daxuyaniya wezaretê de hate îdîakirin ku balafirên bêmirov ên DYE’yê ji aliyê hêzên Rojava ve ji bo keşfa çekên hesas yên ji hêzên Ûkraynayê re hatine dayîn û diyarkirina hedefan tên bikaranîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got: ‘’Ev firîn îhtîmala  derketina şerê li gel balafirên Rûsyayê zêde dike û ev rîska şerê rasterast ya li gel Tifaqa Rojava  û Federasyona Rûsyayê zêde dike.’’

Ji destpêka şerê Ûkraynayê heya niha di navbera Rûsya û NATO’yê de hesabpirsînek berdewam dike.

Moskowa jî krîza li Ûkraynayê weke ‘’şerekî berdevarî’’ yê di navbera xwe û Tifaqa Rojava de pênase dike û îdîa dike ku ger  alîkariya leşkerî ya Emerîka û mutefikên wê didin Ukraynayê bi dawî bibe, ew ê jî şerî bidin sekinadin. Her wiha Moskowa dibêje ku ger NATO’yê ji fikarên ewlehiyê yên Rûsyayê re rêz bigirta, şerî qet dest pê nedikir.

Ev demeke dirêj e ku hin rêxistinên îstîxbaratê yên Ewropayê jî îşaretên manend didin. Di meha Sibatê de servîsên Estonyayê yên îstîxbaratê ragihandibûn ku Rûsya ji bo şerekî demdirêj ê li gel Rojava di nava amadekariyan de ye.

Her wiha di 27’ê Xizîranê de di navbera Ûkrayna û  Lîtvanya û Estonyaya endamên Yekîtiya Ewropayê de  peymaneke  ewlehiyê hate îmzekirin.

Peymana ku li gel YE’yê hatî îmzekirin, nîşaneya teahûda mijarên weke ji Ûkraynayê re şandina çekan, perwerdeya leşkerî, hevkariya parastinê û paqijkirina tepînkan jî di nav de alîkariya di warên ewlehî û parastinê de ye.