Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan -BLOGA ZINDÎ

Li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hînê di binê xirbeyê avahiyan de ne.

22.31

MELETÎ-KÛRECÎK

22.21

Parlementerên HDP’ê yên li derveyî welat: Em alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor bikin

Parlementerên HDP’ê yên li derveyî welat bi daxuyaniyekî wiha gotin: “Îro danê siharê erdhejeke mezin rû da ku navenda wê navçeya Pazarcix a Mereşê bû. Mixabin em hîna erdhej û erdhejên peyhatî dijîn. Êşa me mezin e. Em ji xizmên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfayê xêrê dixwazin. Em bi piştevaniyê dikarin vê êşa mezin siviktir bikin. Ji bo vê em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya hestiyar dikin ku piştevaniyê bidin. Heyva Sor a Kurdistan ji bo herêma karesatê dest bi kampanyaya alîkariyê kir. Bila gelê me alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bikin.

Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi awayekî lezgîn êşên vê erdheja mezin bipêçin û tev li seferberiya piştevaniyê bibin. “

22.24

Qamişlo

Heyva a Sor a Kurdistanê bi derfetên xwe û piştgiriya şêniyên bajarê Qamişlo li stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê kon veda. Hin niştecih şeva xwe di wesayitên xwe de derbas dikin.

22.23

Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê ragihand ku li navendê 117 navendên kombûn û bicihbûnê vekirine.

Yek ji bajarên ku herî zêde bandora erdhejên Mereş û Dîlokê lê kirin jî Amed e. Di encama erdhejan de xesarên mezin çêbûn. Li gorî daneyên dawî, heta niha 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 557 kes jî birîndar bûne. Welatiyên ku nikarin bikevin malên xwe, şeva xwe di bin konan, li mizgeftan, dibistan û eywanên dawetan derbas dike. Maseya Krîzê ku ji hêla Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ve hatiye avakirin, da zanîn ku ji bo mexdûrên erdhejê cihên kombûn û bicihbûnê ava kirine. Di daxuyaniyê de yek bi yek navnîşanên 117 cihên kombûn û bicihbûnê hatin eşkerekirin.

QADÊN KOMBÛN Û BICIHBÛNÊ

Qadên kombûnê yên ji bo navçeya Rezanê hatine diyarkirin wiha ne:

* EYWANA DAWETAN A DEMÎROK

* KOLEJA BAHÇEŞEHÎRÊ YA REZANÊ

* KAMPA KONAN A PARKA KOŞUYOLUYÊ

* KAMPA KONAN A PARKA NEWROZÊ

* NAVENDA GENLÎK A GSB’Ê YA REZANÊ

* KOMPLEKSA SPORÊ YA ŞAREDARIYA REZANÊ

* EYWANA DAWETAN A ALTINPARKÊ

* BORSAYA BAZIRGANIYÊ

* EYWANA DAWETAN A PIRLANTAYÊ

* KOLEJA BOGAZÎÇÎ (BATIKENT)

* EYWANA DAWETAN A PARÎSÊ

* DIBISTANA AMADEHÎ YA FENÊ YA BORSA ÎSTANBULÊ

* BAGCILAR MTAL

* ÎBB KÎPTAŞ MTAL

* BURHANETTÎN YILDIZ MTAL

* FATÎH ANADOLU ÎHL

* DIBISTANA AMADEHÎ YA ÎMKB’Ê

* TOBB FERDÎ YÎGÎT AÎHL

* KARACADAG AÎHL

* DIBISTANA SERETAYÎ YA NAMIK TUMER

* NAVENDA PERWERDEYÊ YA GEL A REZANÊ

* DIBISTANA AMADEHÎ YA HATÎP ÇAGLAR

* EYWANA NAVENDA CIWANAN A REZANÊ

* WARGEHA KEÇAN A SELAHATTÎN EYYUBÎ

* WARGEHA KURAN A HALÎD BÎN VELÎD

* WARGEHA KEÇAN A SÛLEYMAN BÎN HALÎD

* PANSIYONA KÎPTAŞ MTAL

Navnîşanên kombûnê yên ji bo navçeya Peyasê hatine destnîşankirin wiha ne:

* STADYUMA AMEDÊ

* KOMPLEKSA TALAYTEPE AMEDSPOR

* KOMPLEKSA SPORÊ YA ŞEHÎT HALÎT GULSER

* EYWANA DAWETAN EYAZÊ

* EYWANA DAWETAN A KAPLAN AÇELYA

* KOLEJA ONER

* NESÎBE AYDIN

* KOLEJA EVRÎM

* KOLEJA LÎDER

* KOLEJA EKVATOR AKADEMÎ

* AMERÎKAN KULTUR

* KOLEJA GEN

* YEKÎNEYÊN PERWERDEYÊ

* DIBISTANÊN RADÎKALÊ

* KOLEJA DUSUNUR

* KOLEJA ONER

* ANEMON OTEL

* KOLEJA DOGAL

* DIBISTANÊN KARIYERÊ

* KOLEJA ORTADOGUYÊ

* KOLEJA TED’Ê

* KAMPA KONAN A KENT MEYDANI

* KAMPA KONAN A PARKORMANÊ

* DIBISTANÊN MAYA

* NAVENDA REHEBÎLÎTASYONA MAVÊ

* MEKAN BEYRUT CAFE

* PASKOFÎ CAFE

* ASA BÎSTRO CAFE

* GOLDEN TİME CAFE

* SİN CAFE

* ENGEREK CAFE

* LAMÎNOR CAFE

* VARON CAFE

* DEMLÎK CAFE

* NEVÎZADE CAFE

* UÇAN SUPURGE CAFE

* RO CACE

* NAVENDA REHABÎLÎTASYONÊ  YA TOHUM

* NAVENDA REHEBÎLÎTASYONÊ YA BEYAZ

* NAVENDA REHEBÎLÎTASYONA ZAROKAN A YAGMUR

* NAVENDA REHEBÎLÎTASYONÊ YA YAŞAM

* KERVAN ŞARAP EVÎ CAFE

* FÎRUZE CAFE

* ŞÊWIRMENDIYA PERS

* EYWANA DAWETAN A ZÎRVEYÊ

* MEHMET AKÎF ERSOY AÎHL

* VALÎGOKHAN AYDINER MTAL

* MUHAMMED YURTOGLU MTAL

* DIBISTANA SERETAYÎ YA TOOB’Ê

* 500 EVLER MTAL

* NAVENDA CIWANAN A TURK TELEKOM MTAL

* DIBISTANA NAVÎN A EVLIYA ÇELEBÎ

* EREN ŞAHÎN ERONAT MTAL

* DIBISTANA ANADOLUYÊ AMÎ EMÎRÎ

* OMER HALÎSDEMÎR AÎHL

Navnîşanên ji bo mexdûrên erdhejê yên Sûrê hatine diyarkirin ev in:

* NAVENDA ÇANDÊ YA SEZAÎ KARAKOÇ

* DIBISTANA AMADEHÎ YA FENÊ YA WALÎ AYDIN ARSLAN

* SUR ANADOLU ÎHL

* OZEL EFLATUN MTAL

Navendên kombûnê yên li navçeya navendî ya Bajarê Nû wiha ne:

* KOMPLEKSA SPORÊ SEYRANTEPEYÊ

* SUMER PARK

* NAVENDA TUYAP FUAR Û KONGREYAN

* NAVENDA CIWANAN A BAJARÊ NÛ

* KOMPLEKSA SPORÊ YA ŞEHÎTLÎKÊ

* SEE TEKSTÎL

* DÎPER TEKSTÎL

* ASC TEKSTÎL

* ALAGOZ TEKSTÎL

* JÎBER TEKSTÎL

* FERMAŞ TEKSTÎL

* ODABAŞI TEKSTÎL

* ALKAN TEKSTÎL

* KONSA TEKSTÎL

* SOYLU TEKSTÎL

* EYWANA ANTREMANAN A SEYRANTEPEYÊ

* EYWANA SPORÊ YA KOŞKLER A ŞEHÎTLÎKÊ

* EYWANA PIR ARMANC A KOŞKLER A ŞEHÎTLÎKÊ

* EYWANA NAVENDA CIWANAN A KOŞKLER A ŞEHÎTLÎKÊ

* PANSIYONA BORSA ÎSTANBUL A 75’EMÎN

* DIBISTANA AMADEHÎ YA ANADOLUYÊ YA AMED Ê YA NECÎP AŞKIN

* FARABÎ MTAL

* YENÎŞEHİR ŞEHÎTLÎK MTAL

* DIBISTANA AMADEHÎ YA ANADOLUYÊ YA AMEDÊ

* DIBISTANA AMADEHÎ YA ANADOLUYÊ YA SAZIYA REQABETÊ

* DIBISTANA 85. YIL MÎLLÎ EGEMENLÎKÊ

* DIBISTANA AMADEHÎ YA FENÊ YA KOMARÊ YA REKABET KURUMU

* YENÎŞEHÎR KIZ AÎHL

* DIBISTANA HUNERÊN BEDEW

*DIBISTANA AMADEHÎ YA SPORÊ

* DIBISTANA AMADEHÎ YA ANADOLU YA ZIYA GOKALPÊ

22.16

Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an

Li gorî daneyên nexweşxaneyan li Amedê 49 kesan jiyana xwe ji dest daye û 562 kes jî birîndar bûne.

Li Amedê ku tesîr ji erdheja Bazarcixa Mereşê girt, li gorî daneyên nexweşxaneyan 49 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 562 kes jî birîndar bûne. Li bajêr dermankirina birîndaran didome û 16 cenazeyên ji bin kavilan hatin derxistin rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û 177 kes jî tên dermankirin.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî 20 cenaze hene û 164 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiyê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî tên dermankirin.

Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî 8 kesên dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî tên dermankirin.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê 100, li Nexweşxaneya Nexweşînên Zarokan a Amedê 5, li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê 9, li Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê 9 û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê jî 2 birîndar hene.

Her wiha hin birîndar jî ji nexweşxaneyan hatine tabûrcîkirin.

22.01

Hejmara qurbaniyan gihişt 2 hezar û 316 kesan

AFAD'ê ragihand ku di erdhejên navenda wê Mereş de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 2 hezar û 316 kesan û ya birîndaran jî gihiştiye 13 hezar û 298 kesan, 6 hezar û 217 avahî hilweşiyane û 7 hezar û 840 kes rizgarbûne.

21.59

Li Meletiyê xebatên rizgarkirinê bi piştgiriya gel berdewam dike

21.49

Li Edeneyê xebatên rizgarkirin û rakirina xirabeyan dewam dike

21.24

Wekîlên HPD’ê li Dîlokê ne

Parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrûl û Fatma Kûrtûlan gihiştin Dîlokê.

21.23

Li Edeneyê bandora erdhejê

21.22

Li gundekî Elbîstanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn

Mexdûrekî erdhejê yê ji Elbîstanê ragihand ku pêwendî bi temamî hatiye qutkirin û ji ber berf û mijê rê hatine girtin.

Mexdûrê erdhejê diyar kir ku herî dawî saet di 16.00’an de pêwendî danîne û got ku paşê pêwendî hatiye qutkirin. Mexdûrê erdhejê got: “Ji ber berf, mij û boranê rê girtî ne. Li gundê Karahasanûşagiyê nêzî 34-40 avahî hilweşiyane. Li gundê Atmalikaşanli û Hasanaliyê xanî hilweşiayne û mirov li derve ne. Mirov li di sar û seqemê de ne. Pêwendî bi tu kesî re nayê danîn. Ji ber ku pira li gundê Hasanaliyê xira bûye û ji ber berf û boranê pêwendî tune ye.”

21.00

Li Dîlokê gel bertek nîşanî rayedaran da


         


        

20.54

Maseya Krîzê ya HDP’ê bang li gel kir: Dem dema piştevaniyê ye

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li gelên li derveyî qadên xeternak kir ku malbatên ku ji ber erdhejê zirar dîtine bi cih bikin û yên ku pirsgirêka wan a xaniyan heye jî ji rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan alîkariyê bixwazin.

Di bangawaziyê de ev tişt hatin gotin: “Em di demeke dijwar de bi êşên mezin re derbas dibin. Em bang li welatiyên xwe yên li derveyî herêmên xeternak dikin ku mal, dil û sifreyên xwe ji xwişk û birayên xwe yên ku di erdhejê de zirar dîtine re vekin. Roja piştevaniyê ye. Em ji dil bawer dikin ku gelê me wê hesasiyeta herî bilind nîşan bide.

Hemû welatiyên me yên ku pirsgirêka wan a xaniyan heye, dikarin li navendên Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê xwe bigihînin rêxistinên me yên bajêr û navçeyan navê xwe binvîsin.

Gelê me yê ku dixwazin bi vekirina malên xwe piştgiriyê bidin, dikarin xwe bigihînin rêxistinên bajêr û navçeyan û bi Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê re têkilî daynin."

20.43

AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye      

Midûrê Giştî yê Kêmkirina Rîskê ya AFAD’ê Prof. Dr. Orhan Tatar, agahiyên dawî yên têkildarî erdhejê belav kirin. Tatar ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaştiye hezar û 762’yan û ya birîndaran jî gihaştiye 12 hezar û 68 kesan.

20.50

Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin

Erdheja li Bazarcixa Mereşê ya bi pileya 7,7’an, li gelek bajarên Kurdistanê bû cihê rûxandineke mezin. Erdhejên li dû hev du çêdibin li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê bû cihê karesateke mezin.

Li navenda erdhejê Bazarcixê, cenazeyê qurbaniyan li korîdorên nexweşxaneyê tê rewastandin.

Ekîbên AFAD’ê û makîneyên karî saet di 19.00’an de hatin navçeyê. Çendî Bazarcix navenda erdhejê ye jî, ekîbên hatine heya niha li vir li 4 avahiyên hilweşiyayî dest bi xebata lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Ekîbên AFAD’ê ku tenê li Kolana Handosê ya navçeyê dest bi xebatan kirine, li avahiyeke ku qatên wê yên navê hilweşiyane bi awayê qulkirinê dixebitin.

Ekîbên ku dane êvarî hatin avahiyeke hilweşiyayî ya li Taxa Ahmet Bozlakê, hewl didin 3 kesên ku tên gotin di bin kavilan de ne xelas bikin.

Ekîbên ku xwe gihandine qata 4’an a avahiyê, ji vir birîndarekî xelas kirin. Welatiyê ku hê jî tirsa erdhejê li ser wî ye û birîndar e, li kuçeya ku avahiya malbata wî lê ye sekiniye. Her wiha li heman kuçeyê li 3 avahiyên din jî xebatên ronîkirinê û lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Her wiha li gelek avahiyên hilweşiyayî ku gelek kes di bin kavilên wan de ne hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin

Li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê jî ku nû hatiye çêkirin texrîbatek mezin çêbûye. Lê dîsa jî li nexweşxaneyê xizmet didome. 60 cenazeyên extiyar, ciwan û zarokan ên ji bin kavilan hatine derxistin di nava betaniyan de li korîdorên nexweşxaneyê hatine sekinandin. Serbijîşkê nexweşxaneyê ku me hevdştin pê re kir, heya niha nêzî 300 serlêdan hatine kirin. Serbijîşk da zanîn ku heya niha li navçeyê 60 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku tenê xizmeta kesên birîndar dikin. Gava serbijşk ev tişt radigihandin mirî û birîndar hê jî dihatin veguhastin. Her wiha gelek extiyar jî li korîdorên nexweşxaneyê ji bo dermankirina sekinîne.

Hê jî gelek kes li derdora nexweşxaneyê ne û gelek kes jî di wesayîtên xwe de û di qamyonetan de ne ku ser wan bi brandayan girtine . Li navçeyê tenê wesayîteke mobîl a li ber qeymeqamtiyê çay bixukuvît û şorbeyê belav dike. Heya niha kon û zexîre negihaştine navçeyê. Li navçeyê ku hemû kargeh girtî ne, mexdûrên erdhejê dest nedane berekî marketan jî.

Welatiyên ku di bin şiliyê de ne, ji ber xetereya hilweşandinê nakevin bin sivernekên avahiyan jî. Welatiyên ku di vê sar û seqemê de xwe li ber agirê êzingan germ dikin, bertek nîşanî guhnedêriya rayedaran didin. Hemşîreyên li nexweşxaneyê jî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ma qey rojnamevan tune ne? Navenda erdhejê ev der e, lê kes eleqedar nabe. Hebe tune be bajarên derdorên. Ne alîkarî ne jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê şandine vira.”

Her wiha dane êvarî du wesayîtên AFAD’ê û du makîneyên karî berê xwe dan navçeya Golbaşi ya Semsûrê.

19.47

Li Edeneyê herî zêde avahiyên nû hilweşiyan

Endamê Lîjneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Kedê Halîl Îmrek diyar kir ku li Edeneyê herî zêde avahiyên nû hilweşiyane û got ku kesên ku xaniyên wan xisar dîtine li hewaya sar de li derve mane.

Yek ji bajarên ku ji erdheja Mereşê bandor bûyî jî Edeneye. Endamê Lîjneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Kedê Halîl Îmrek rewşa li Edeneyê ji ANF’ê re ragihand. Îmrek diyar ku xebatên rizgarkirinê ji aliyê tîmên AFAD û Şaredariya Mezin ve tê meşandin û wiha got: “Piştî erdhêja yekem 15 avahî hilweşiya, piştî nîvro nêzî saet di 14:00 de erhêjek din jî pêk hat û du avahiyên din jî hilweşiyan. Bi giştî li Edeneyê 17 avahî hilweşiyan. Piraniya van avahiyan nû û bilind in. Di van avahiyan de 20 daîre hene û zêdetirî 100 kes lê dijîn. Li gorî agahiyan heta niha 40 kes jiyana xwe ji dest dane, lê kesên di bin xirbeyan de mane hene. Dibe ku hejmar zêdetir bibin.

Ji aliyê Şaredariya Seyhan û Şaredariya Mezin ve cihên dibîstan, bazar, navendên çandê û hwd, kirin qadên kombûnê. Lê gelek kes jî ji derve ne. Hewa sare û tevahiya rojê baran hebû. Ji bo kesên ji derve pirsgirêka parastinê heye. Mirov ji ber tirsa erdhejê bikarin bikevin malên xwe."

20.04

Madenvan diçin herêma erdhejê

50 karkerên madenê ku bi banga Sendîkaya Maden Îş’ê ya Serbixwe hatin cem hev, ji bo ku tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên herêma erdehejê bibin ji navçeya Somayê bi rê ketin.

Karkerên madenê yên li navçeya Soma ya Manîsayê ji bo tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên wêrankirina 10 bajaran a piştî erdheja li Mereşê ku navenda wê ye bibin, ketin rê. Piştî banga Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe, ji bo herêma erdhejê nêzî 50 karkerên madene ji Somayê ketin rê.

19.41

Turkmen: Di têkoşîna li dijî erdhejê de ezmûnek pir xerab tê dayîn

Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir û bandora wê berdewam dike. Serokê BIRTEK-SEN'ê Mehmet Turkmen der barê rewşa dawî ya li Dîlokê agahî da, diyar kir ku pirsgirêka herî girîng a li vir nebûna starbûnê ye ji bo kesên ku malên wan xera bûne û xesar dîtiye. Turkmen anî ziman ku wê ev şev gelek dijwar derbas bibe.

Turkmen anî ziman ku yek ji cihên ku herî ji erdhejê bandor bûye Dîlok e û got: “Dîlok, di aliyê avahiyên hilweşiyayî û di aliyê windahiyan ve yek ji wan cihên ku herî zêde zirar dîtiye. Rewşa vir mixabin xerab e. Ango; em serê sibê li dora xwe geriyan. Piştî nîvro jî em li gelek deverên girîng ên bajêr geriyan. Jixwe gelek avahiyên hilweşiyayî hene. Di saetên sibehê de jî walîtiyê 530 avahî îlan kir. Tenê çend cihên ku piştî erdhejê wêran bûne hebûn. Di vê navberê de, piraniya avahiyên hilweşiyayî rastî taxên derve yên Dîlokê ne, ku nêzî navenda erdhejê yên weke Îslahiye û Çiyayê Nûrê ne.

Lê me dît ku li navenda bajêr bi dehan û bi sedan avahî hilweşiyane û zirar dîtine. Cihên ku hê jî di bin xirbeyan de ne û xebatên rizgarkirinê hê jî didomin, ev yek ji aliyê xebatê ye. Aliyê din: Li vir pir sar e, ev sê roj in berf dibare. Îro hem berf û hem jî baran dibare û ji çarê serê sibê ve bi deh hezaran kes daketin kolanan û xelkê ku ditirsin bikevin malên xwe li kolanan bi sermayê re mijûl in.”

Turkmen anî ziman ku kon dereng hatine vedan û got ku cihên kombûnê jî têrê nakin û wiha got: “Mînak beriya erdheja duyemîn dema em çûn gera taxan erdheja duyemîn pêk hat. Û ji ber ku piraniya xelkê li taxan nema li ber sermaya derve radiwestin, tevî malbatên xwe vegeriyan malên xwe. Di erdheja duyemîn de mirov bi lingên tazî û bêhêvî derketin derve. Me ev tablo li kolan û taxan dît. Lê piştî erdhejê 20 deqe jî kesên ku li derve li ber sermayê ranewestiyan û ketin hundir, li şûna ku ji sermayê bimirin, rîska mirina di erdhejê de hebû. Ew ketin hundur da ku bibînin ka dê çi bibe. Ya ku bala me kişand ev e. Mînak dema em hem danê sibê hem jî danê nîvro derketin derve em li 15 taxan geriyan û heta êvarê li tu derê kon nehatin vedan. Îro dora 8-10 cih, cihên kombûnê, tesîsên werzîşê û cihên wekî wan diyar kirine, lê ev jî gelek kêm in, ji hinek cihan dûr in. Di vê sermayê de jî bi deh hezaran mirov li derve têkoşîna jiyanê didin.“

Turkmen diyar kir ku di têkoşîna li dijî erdhejê de ezmûnek pir xerab tê dayîn û banga piştevaniyê kir.

19.40

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan: Dem dema piştevaniyê ye

19.22

Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye

Hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe.  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye û li 10 bajaran 11 hezar û 119 kes birîndar bûne û 3 hezar û 741 avahî hilweşiyane.

19.00

DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene

Li Mereşê bi pileya 7,7 û li Dîlokê jî bi pileyên 6,4 û 6,5 erdhej çêbûn. Erdhejan bandoreke mezin li ser 10 bajarên li derdorê jî kir. Sazî û dezgehên navneteweyî jî têkildarî erdhejê daxuyaniyan didin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) têkildarî mijarê daxuyanî da. DSO’yê got ku ji hinek herêman agahiyan nagirin û ev yek fikarên wan zêdetir dikin.

Berdevkê DSO’yê bi Reutersê re axivî û ev tişt anî ziman: “Rayedarên navneteweyî dê di halê hazir de bala xwe bidin ser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê. Ji bo piştgiriyê bidin tevahiya pergala tenduristiyê ya li herêman, dibe ku hewcehî bi tedawiya travmayê çêbibe.”

18.38

Kongreya Avakirina Dersimê banga piştevaniyê kir

Kongreya Avakirina Dersimê ji birîndarên mexdûrên erhejê re şîfa û ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sebrê xwest û diyar kir ku ew kampanyaya piştevaniyê ya Heyva Sor jî di nav de di nava xebatên alîkariyê de cih bigirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi salan in di çarçoveya karesatên xwezayî de bi rêbazên curbecur pere têm komkirin û bac tên girtin. Lê em baş dizanin ku ev alîkarî li şûna ku ji bo armancên xwe were bikaranîn, ji aliyê desthilatdariya siyasî ve ji bo şer û qesrê tên bikaranîn. Di 20 salên dawî de di serî de li Marmara, Wan û Xerpêtê gelek karesatên erhejê pêk hat. Lê ji ber ku desthilatdariya siyasî tedbîrên pêwîst negirt, îro em careke din bi tabloyeke giran re rû bi rû man.

Em bi dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn” banga piştevaniyê dikin.

Em Kongreya Avakirina Dersimê diyar dikin ku bi taybet kampanyaya piştevaniyê ya Heyva Sor, di xebatên di vî warî de cih bigirin.

Em dubarê şîfayê xêrê ji gelê xwe re dixwazin û êşa wan parve dikin.”

18.31

Li Mêrdînê xesar hatin tespît kirin

Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 erdhej çêbû. Yek ji bajarên ku erdhejê bandor lê kirî jî Mêrdîn e. Lijneya Koordînasyona Bajar a (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) li bajar xebatên tespîtkirina avahiyan kir. Li gorî tespîtên TMMOB’ê;

* Li navçeya Şemrexê xesareke zêde gihişt avahiyekî û avahiyek jî bi temamî hilweşiya.

* Li navçeya Dêrikê avahiyeke yek qat xesar gihiştê.

* Li navçeya Qoserê 3 avahiyên 8 qat, avahiyeke 6 qat û li taxên çoltare jî bi giştî 5 avahiyên yek qat, du depoyên garis û febrîqeyeke hişkkirinê xesar gihiştiyê.

Her wiha li navçeya Qoserê 4 avahiyên pir qat ji ber xesara lê çêbûye bi temamî hatin valakirin û mohrkirin. 

18.29

Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Yek ji cihên ku gelek avahî hilweşiyan jî Hatay e. Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da û 700 kes jî birîndar bû. Li Hataya ku hezar û 278 avahî hilweşiyan, hîna jî komên alîkariyê negihiştine bajêr.

Hat diyarkirin ku li Antakya, Kirikhan, Defne, Samandag û Îskenderûnê bi deh hezaran kes di bin xirbeyan de ne. Hat diyarkirin ku bi taybetî li bajarê ku pêdiviya wê bi betanî, kon û alîkariyên xwarinê heye avahiyeke ku merov êvarê tê de razê jî nîne.

18.05

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, piştî erdhejê Maseya Krîzê ava kir. Ji bo agahî û piştevaniyê bi hejmra telefonên 05418552102 û 05418552103 dikarin xwe bigihînin Maseya Krîzê.

18.02

Li Dîlokê 533 avahî hilweşiyan, 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, alîkarî nehat

Hate hînbûn ku di encama erhejê de heta niha li Dîlokê 533 avahî hilweşiyane û 200 kes jiyana xwe ji dest dane. Li navçeyên Nûrdag, Îslahiye û Şehîdkamîlê xebatên lêgerînê didomin. Li avahiya 6 qatî ya ku li navenda bajêr hilweşiyabû, xebat didomin. Rêya Dîlok-Nûrdagi di kîlometreya 20’an de ji trafîkê re hate girtin. Hate hînbûn ku heta niha tu alîkarî nehatiye dayîn. Li beşeke mezin a bajêr qutbûna elektrîkê didome û ji duh ve av jî hatine qutkirin. Gel li parkan, li qereqolan, li rawestgehên otobusan û li ser rêyan bi derfetên xwe agir pêdixin û xwe germ dikin.

17.58

LI SEMSÛRÊ XEBATÊN RIZGARKIRINÊ, GEL DIDOMÎNE

Li gorî agahiyên ji Semsûrê; heta niha tu alîkariyên fermî nehatiye navenda bajêr. Cenazeyên ku di bin xirbeyan de mane, di kolanan de ne. Xebatên lêgerin û rizgarkirinê ji aliyê gel ve tên kirin. Her wiha hîna jî li bajêr ceyran, av û înternet tune ne.

17.54

Înglistan, Azerbaycan û Çekya tîmên alîkariyê şandin

Gelek welat jî bo alîkariya erdheja li bajarên bakurê Kurdistanê pêk hat ketin tevgerê. Erdheja ku navenda wê Mereş bû, bi pileya 7.7 pêk hat û li 10 bajaran hat hîskirin. Gelek welatan piştevaniya xwe ya alîkariya bo deverên erdhejê ragihandin. 

ÎNGLİSTAN

Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê James Cleverly ragihand ku wan tîmek ji 76 kesan a rizgariyê bo alîkariyê şandine deverên erdhej lê qewimî ye 

ÇEKYA

Çekyayê jî tîmek rizgariyê ya ji 68 kesan pêk tê û bi maşîneyên kar û 4 kuçîkên îkazê ji Balafirgeha Pragê hatine Tirkiyeyê. 

AZERBAYCAN

Azerbaycanê jî ji bo piştevaniyê tîmek rizgariyê ji 370 kesan pêk tê şand deverên Tirkiyeyê. 

17:10

Seroka Partiya Şoreşger ji bin xirbeyê hate derxistin

Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren a ku li Hatayê di bin xirbeyên avahiyeke hilweşiyayî de mabû, di bin xirbeyê de hate derxistin. Hewldanên rizgarkirina keça wê didome.

Partiya Şoreşger a Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren ku li navçeya Antakyayê di bin xirbeyan de mabû, hate derxistin. Der barê tenduristiya Oneren de tu daxuyanî nehat dayîn, xebatên lêgerînê ji bo keça wê Eylem Aydin didome.

17.00

Li Sûriyeyê 461 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 326 kes jî birîndar

Li Sûriyeyê jî her ku diçe bîlançoya herdhejê zêde dibe. Li gorî berpirsên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûriyê, hejmara welatiyên ku li bajarên Heleb, Hama, Tertûs û Lazikiyê ku bi sedan avahî wêran bûne, derket 461 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye hezar û 326'an.

16.49

Hejmara qurbaniyan derket 1541 kesan

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 498 û hejmara birîndara jî 8 hezar û 553’yan. Rayedarekî Tirk derket ber kamereyan û ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 541‘an. 16.39 Ji Amedê dîmenên dawî yên xerebeyan

16:37

ATÎK kampanyaya alîkariyê da destpêkirin: Em li gel gelê xwe ne

Em ATÎK, Jina Nû û YDG; Di serî de ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî dixwazin, ji gelê xwe yê birîndar re şîfayê xêrê dixwazin, em li gel gelê xwe ne.

Em Konfedarasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK), Jina Nû (JN) Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG); Bi armanca piştevaniya gelê xwe yên mexdûrê erdhejê yên li Kurdistana Tirkiyê û Rojava dest bi kampanyay alîkariyê kir. Em bang li saziyên xwe yên li Ewropayê, gelê xwe, hêzên demokrat ên xwecihî û koçber dikin ku li hemberê vê karesatê seferber bibin û tev li kampanyayê bibin. Bi alîkariyên ku hûn ji hesabên li jêr re bişînin, em birînên gelê xwe yê ku di erdhejê de zirar dîtiye derman bikin.

Ne erdhêj, polîtîkayên Dewletê Dikuje! Ji bo Alîkariya Mexdûrên Erdhêja Rojava bila Deriyên Sînor bên Vekirin!

Hesaba alîkariyê:

ATÎK

NG BANK N.V. AMSTERDEM

“Sende Erdbeben2023”

IBAN: NL08 INGB000 6068972

BIC / SWIFT: INGBNL2A

16.31

Pispor hişyarî didin: Li Edene, Hatay û başûrê wê dê erdhejên nû çêbibin

Piştî erdheja ku navenda wê Gurgum bû û li Bakurê Kurdistan û Sûriyeyê bandor bû, pisporên erdhejê hişyarî dan ku dibe erdhejên nû çêbibin.

Pisporê Lêkolîna Geometrî ya Sîstema Rojê ya Hollandayê Frank Hoogerbeets hişyarî da ku 2 roj berê li Gurgum û Hatayê dê bi pîleya 7,5 erdhejek çêbe û tê payîn ku di 07.02.2023 saet 04.00‘an de erdhejek din çêbe.

16.26

Li Parîsê civîna maseya krîzê tê kirin.

Piştî erdheja bi pileya 7.8 a ku li bajarên Gurgum û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê rû da, li paytexta Fransa Parîsê li mala Elbîstan-Pazarcikê maseya krîzê hat avakirin.

Bi beşdariya FEDA, Mala Elbîstan-Pazarcikê, pêkhateyên DGB, CDK-F û TJK-F û gelek Kurdistaniyên welatparêz ên Elewî li mala Elbîstan-Pazarcikê civîna krîzê tê lidarxistin.

16.15
AGEB: Li hemberî karesatê hevgirtina xwe mezin bikin

Yêkîtiya Karkerên Koçber a Ewropayê diyar kir ku erdêja Bazarcix û Elbîstanê hilweşîn û qetlîama pergala desthilatdar e û li hemberî karesatê mezinkirina piştevaniyê kir.

AGEB wiha bang kir: “Gelê me yê Kurd, Ereb, Tirk û gelê me yê kedkar ên ji netewên cuda di nava karesatekî mezin de ne. Divê em hemû jî vê êşê di dilê xwe de hîs bikin, li hember pirsgirêkan hestiyar bibin û di nava hevgirtinê de bibin. Em bang li hemû hêzên demokratîk, şoreşger, kedkarên koçber dikin ku ji bo gelê me yê di erhêja Pazarcik û Elbîstanê hatin qetilkirin, birîndar bûne û di nav bêhevî û êşan de ne, hestiyar bibin û hevgirtinê xwe mezin bikin."    

16:06

KON-MED: Polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê hewl dide, welêt di rewşa bêçare de bihêle

KON-MED’ê têkildarî erdhejê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:

“Îro me bi nûçeyên xemgîn dest bi rojê kir. Erdhejek bi pêla 7.8 pêk hat, ku navenda erdhejê li Kurdistanê qewimiye. Di erdhejê de gelek mirî û birîndar hene. Em êşa gelê xwe bi awayê herî kûr hîs dikin. Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazin û ji birîndaran şifayê dixwazin.

Erdnîgariya Kurdistanê ku li ser xeta erdhejê ye, mixabin hem bi karesatên xwezayî re hem jî bi şer re têdikoşe. Di erdheja Wanê ya sala 2011’an de bi sed hezaran gelê me mexdûr man û xizmeta, ku diviyabû ji bo erdhejê bigihişta wan, hatibû astengkirin. Polîtîkayên şer ên rejîma AKP’ê hewl dide, welêt di her rewş û bûyerên zehmet de bêçare bihêle. Her wisa ji ber tevgera bi hişmendiya faşîst, bi zanebûn alîkarî li Kurdistanê nayê kirin.

Em KON-MED’ê li vir berpirsyariyên me yên mezin hene.  Îro pêwîst e em her cure pêdiviyên gelê xwe bi rewşa seferberiyê bi cih bînin. Em KON-MED’ê me maseya krîzê ava kiriye. Di heman demê de em bi xurtî piştgirî bidin kampanyaya piştgiriyê ya HEYVA-SOR A KURDISTAN’ê.”

15:47

Li Elbistanê gel bi derfetên xwe kesên dibin xerabeyan de rizgar dike.

Hate zanîn ku hejmara qurbaniyan her ku diçe zêde dibe.

Ji parlementerên HDP'ê yên ewil ên ku çûn herêma erdhejê Fatma Kurtalan, diyar kir ku ji ber hewaya xerab nikarin Gurgumê bibînin û rê hatine girtin û tenê karîbûn bigihin Dîlokê. Kurtalan diyar kir ku li Dîlokê rewş xerab e û diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê tune ne û tîmên pispor nehatine û gel bi derfetên xwe hewl dide kesên di bin xirbeyan de mane rizgar bike. Kurtalan anî ziman ku li vir ekîbên pispor tune ne, gel bi derfetên xwe hewl dide gel ji bin xirbeyan derxîne.

Kurtalan diyar kir ku ji ber rewşa hewayê wê sibê biçin Gurgumê.

15:44

SÊRT

Li Sêrtê jî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê jî di nav de li gelek avahî derizîn. Gel berê xwe dan Cehdeya Gures. Şeniyên Sêrtê ku du erdhêj pêk hatin, heta niha tu alîkarî nehatiye dayîn.

15:44

ÊLİH

Di nava avahiyên ku zirar dîtinê de avahiya Midûriyeta AFAD a Êlîhê jî heye. Midûriyeta AFAD ya li bajêr ku li Cehdeya Amedê ye, bi hinceta ewlehiyê hate valakirin. Ji bo ku şenî nekevin malên xwe, agahdarî tên kirin. 

15.43

AMED

Li navçeyên Rezan, Bajarê Nû û Peyas ên Amedê xebatên rizgarkirinê di 7 avahiyên hilweşayî de, didome, mirovên ku xizmên wan di bin xirdeyan de mane dilorînin. Li gorî agahiyên nexweşxaneyan, li bajêr heta niha hejmara miriyên ku ji enkazê hatine derxistin 33, hejmara birîndaran jî derket 466’an. Li bajêr trafîk asê maye.

Hat ragihandin ku hin dibistanên taybet li qadên bi ewle vekirîne û hin atolyeyên tekstîl ên di sîteyên sanayiyê de xebat dimeşînin diyar kirin ku deriyên wan vekirîne.

Qadên kombûnê yên li bajêr ev in:

“Parka Koşûyolûyê, Parka Korhat, Batikent, Parka Newrozê, Qada Kentê, Parka 75, Parka Temayê, Parka Orman Dîcleket, Kompleksa Amedspor a Talaytepeyê, Korta Tenîsê, Kompleksa Sporê ya Halît Gulser, Salona Dawetê ya Ayaz, Koleja Oner, Salona Dawetê ya Kaplan Açelya, Nesîbe Aydin, Koleja Kevrîm, Koleja Lîder, Koleja Akademiyê ya Ekvator, Çanda Emerîkî, Koleja Rojhilata Navîn, Qada Dagkapiyê, Salona Dawetê ya Demîrokê, Qada Fûarê ya Amedê, Parka Anitê, Parka Seyrantepeyê Tokî, Kompleksa Sporê ya Seyrantepeyê, Parka Sumer, Koleja genê, Yekîneyên Perwerdeyê, Dibistanên Radîkal, Koleja Fikirvan, Koleja Oner, Otela Anemon, Koleja Xwezayê, Dibistanên Karîyeran, Koleja Tedê.”

Hin avahiyên ku hilweşiyane, ev in:

“Apartmana Cengîzan a li semta Tesîsan a navçeya Peyasê, Aparmana Işikê ya li Cadea Sento ya navçeya Rezanê, Apartmana Akar a li kolana 482’emîn (Rex Dibistana Navîn a Mevlana Halît) a li Cadeya Kedê ya navçeya Rezanê, Apartmana Işiklar a li ser Cadeya Îskan Evlerî ya li Rezanê, Apartmana Sozel (Li rex Notera 4’emîn) a li semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû û Navenda Kar a Diyar Galerîa a bi 12 qat a li ser Cadeya Elazigê ya li Bajarê Nû.”

Xebatên rizgarkirinê didomin.

Numareyên Krîza Maseya Rêxistina HDP’ê ya Amedê, wiha ye: “05418552102 û 05418552103.”

Di nava avahiyên ku zirar dîtinê de avahiya Midûriyeta AFAD a Êlîhê jî heye. Midûriyeta AFAD ya li bajêr ku li Cehdeya Amedê ye, bi hinceta ewlehiyê hate valakirin. Ji bo ku şenî nekevin malên xwe, agahdarî tên kirin.

15:15

Li Tirkiyeyê dibistan heta heftiyekê ketin betlanê.

Li Tirkiyeyê bi boneya erdheja navenda wê Gurgum, dibistan heta heftiyekê ketin betlaneyê. Dibistan heta 13’ê Sibatê hatin girtin.

15.10

Rêveberiya Xweser, MSD û PYD: Wê hemû derfet werin seferberkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê û got ku ji bo derbaskirina bandorên vê felaketê ew amade ne her tiştê pêwîst pêşkêş bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin: "Em diyar dikin ku em amade ne her tiştên pêwîst pêşkêş bikin da ku bandorên vê felaketê derbas bibin û alîkariyê bidin herêmên ku ziyan dîtine. Her wiha em radighînin ku deriyê me li pêşiya her kesî vekiriye. Em amade ne di warê tenduristî û nexweşxaneyan de destekê pêşkêş bikin û kesên ji derveyî herêmên me yên ku ziyan dîtine pêşwazî bikin.

Di heman demê de em bang li tevahî saziyên xwe dikin ku ji ber hebûna avahiyên hilweşiyayî, qurbanî, birîndar û windahiyan serfer bibin, hemû derfetên xwe bixin xizmetê û pêwîstiyan wan bicih bînin. Sersaxî ji gelê Sûriye û malbatên qurbaniyan re. Ji birîndaran re şîfaya lezgîn.”

Di daxuyaniya MSDʹê de jî hat gotin: "Bi xemgînî em nûçeyên biêş ên erdheja ku gihişt herêmên berfireh ên Sûriyeyê, nemaze herêmên sînorî yên di navbera Sûriye û Tirkiyê de û gelên Sûriye û yên Tirkiyeyê pê bandor bûn, dişopînin.

Li gorî daneyên destpêkê, li Sûriyeyê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û ziyan gihişt milkên wan.

Ev felaket girîngiya nêzîkbûn û jiyana hevbeş pêwîst dike. Êş yek e lê bandor li me hemûyan kir.

Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin birîndaran û kesên ku di bin enqazan de asê mane. Navendên ewle û mercên ewle yên parastina ji bandorên bahoz, serma û berfê, bi taybet ji zarok û kesên bitemem re peyda bikin.

Her wiha em bang li hemû saziyên têkildarî qada tenduristî, alîkariye û parastina sivîl dikin ku ji bo bicihanîna pêwîstiyên sereke bixebitin.

Dîsa jî em bang li hemû aliyên navneteweyî dikin ku di derbarê vê karesetê de tedbîrên parastina sivîlan bigirin.  Ev kareset, piştevaniya mirovî li me ferz dike. Di heman demê de li ser me ferz dike ku bi rêya lihevkirin, diyalogan û rêbazên aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Rehmet ji kesên ku di vê kareseta trajedîk de jiyana xwe ji dest da û şîfaya lezgîn ji birîndaran re."

PYDʹê jî di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê re û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest. PYDʹê di daxuyaniya xwe de got: "Em bang li tevahî gelên herêmê dikin ku di demên wisa zehmet û awarte de hevgirtî bin û piştgiriyê bidin hev."

15:12

Dîmenên gundê Harmanli yê Semsûrê

14:54

KCDK-E: Divê gelê me bi rêya Heyva Sor alîkariyê bike

KCDK-E'yê bi boneya erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek da û got: "Ji bo ku rasterast bigihêjin malbatan, divê bi rêya Heyva Sor alîkarî bê kirin."

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye: “

"Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ku li ser erdnîgariya Kurdistanê ji bilî şer û komkujiyan tiştekî din nake, ji bilî temaşekirina karesatê tiştekî din nake. Em bang li gelê xwe yê li derveyê welat, federasyonên xwe, pêkhateyên xwe, gelê xwe û her kesên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û alîgirê mirovahiyê ne ku li dijî vê karesatê seferber bibin. Pêwîst e ku alîkarî bi rêya Heyva Sor were koordînekirin û li her cihê ku em lê bin, maseyên krîza lezgîn bên avakirin, da ku alîkarî rasterast bigihêjin malbatên hewcedar. Li hemberî vê karesata ku gelê me yê li derveyî welat dijîn, divê federasyonên me bi hesabên Heyva Sor di bin koordîneya pêkhateyên xwe de alîkariyan bikin û hevgirtinê zêde bikin. Divê tenê bi rêya Heyva Sor alîkarîya aborî bê kirin."

14:53

Li Amedê gel ber bi walîtiyê ve dimeşe

Piştî lêgerîna li Navenda Kar a Galerîa ya li Kolana Xarpetê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hat astengkirin, gel ku di bin xirbeyan de li benda agahiya xizmên xwe bûn, ber bi walîtiyê ve meşiyan.

14:48

Hatay bi tenê hate hiştin

Piştî erdhêja bi şîddet a li Mereşê, erdhêja duyemîn pêk hat. Piştî erdhejên ku li 10 bajar û Sûriyeyê bandor bû, bi dehan cih hene ku tîmên lêgerîn û rizgarkrinê nikarin bigihîjin wan. 
Berdevkê Partiya Azadiya Civakî (TOP) yê Hatayê Hasan Ozgun ku tev li xebatên rizgarkirinê bû, bûyerên qewîmiyî wiha got: “Li Hatayê wêraniyeke mezin heye. Mirov ji ber xirbeyê nikarin bi wesayît û bi meşê bikevin nava kolanan. Niha em nikarin hejmarek zelal bidin, lê bi sedan avahî hilweşiyane.

Ozgun berdewamî got: “Heta niha em rastî tu erkdarekî dewletê yan jî şaredariyê nehatin. Mixabin Hatay bi tenê hatiye hiştin. Mirov bi xwe hewl didin ku xizmên xwe di bin xirbeyê de derxin. Rewş giran e, baran dibare, hewa sar e, kon tune ye, cîhên mayînê tune ye. Em niha hewl didin bi awayekî lezgîn tora piştevanî û maseya krîzê ava bikin. Niha me komîteyeke krîzê çêkir. “
Berdevkê TOP’ê Hasan Ozgun bang li xebatkaraên rizgarkirin û tenduristiyê kir û wiha got: “Wê êvarê hevalên tenduristiyê li vir bin. Em ê hewl bidin ku bi wan re mudaxeleyan bikin. Her çend kêm jî be, kesên ku bi birîndarî di nav xirbeyê de derketin, di bin baranê de man. Ji ber ku li gel me tu kes nîne ku mudaxele bikin. Lewma me bang li dilxwazan û bi taybet xebatkarên tenduristiyê kir.
Rêya di navbera Samandag û Antakyayê naye bikaranîn. Kolanên li bajêr jî nayên bikaranîn. Her wiha rêyên ku tên bikaranîn jî trafîk hene. Niha av, ceyran û şebekeya telefonê tune ye. Niha em bi tesadufî dikarin bi ve re hevdîtinê bikin. Ne Tualet, ne ava vexwarinê û ne jî cihekî mayînê heye. Rayerdar bi xwe jî tune ne.”

14:31

HDP’ê seferberî ragihand

HDP’ê piştî erdheja li Kurdistanê qewimî, seferberî ragihand û diyar kir ku parlamenterên HDP’ê, rêveberên partiyê û rêveberên bajar û navçeyê, li herêmên erdhej lê qewimîne, xebatan dimeşînin.

Piştî civîna MYK’ê ya li navenda HDP’ê pêk hatî, Mîthat Sancar diyar kir ku navendên hilbijartinê yên li herêmê, hatine guherandina navendên koordînasyona krîzê.

Sancar banga piştevaniyê kir û wiha got: “Divê her kes çi ji destê wî/ê tê bê teredut bike. Ez dixwazin ji vir bang li raya giştî ya navneteweyî bikim. Welatê me bi karesatek mezin re rû bi rûye. Piştevaniya navneteweyî pir girîng e.”

14:25

Daneyên herî dawî li Amedê: 42 qurbanî

Maseya Krîzê ya girêdayî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, daneyên dawî yên erdhejê parve kirin. Li gorî Maseya Krîzê li Amedê 42 qurbanî û 550 birîndar hene. Hat ragihandin ku li bajêr hejmara avahiyên hilweşiyane 20 e.

14:24

Dîmenên navçeya Kirikhan a Hatayê

14.19
Li Sûriyeyê herî kêm 783 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran birîndar
Di erdheja navenda wê li Mereşê ya Sûriyeyê de, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.


Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê ya girêdayî hikûmeta Şamê, li herêmên Heleb, Lazkiye, Hama û Tartûsê 403 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 284 kes jî birîndar bûn.
Rêxistinên civakî yên sivîl ku weke Kaskên bi Spî bi nav dikin, ragihand ku li herêmên di bin kontrola komên çekdaran ên li bakurê rojavayê Sûriyeyê de, 380 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn.

14.18

TTB’ê bang li xebatkarên tenduristiyê kir

TTB’ê piştî erdhejan, ji bo li herêmê xebat bimeşîne masaya krîzê danî û bang li xebatkarên tenduristiyê yên bi xwazin li herêmê bi awayek bi xwestek bixebitin, kir.
Di daxuyaniya ji aliyê TTB’ê ve hat dayîn de, ji bo li herêmên erdhej lê qewimî ye, di xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkek çênebe, bang li nexweşên ku rewşa ne lezgîn kir ku serî li nexweşxaneyan nedin.

TTB’ê têkildarî erdhejê notek parve kir û qala tedbîrên piştî erdhejê bêne girtin, kir:

*Divê welatiyên li herêmên erdhej lê qewimîne, heta ku neçarî nebe telefonên xwe bi kar neyînin.

*Divê nexweşên ku rewşa ne lezgîn be, serî li nexweşxaneyên li herêmên erdhej lê qewimîne nedin, da ku di xizmeta tenduristiyê de pirsgirêk dernekevin.

14:14                    

Li gundê Harmanli yê navçeya Golbaşi yê Semsûrê 80 xanî hilweşiyan.

Li gundê Harmanli yê navçeya Golbaşiya Semsûrê tevî hilweşîna mezin jî komên rizgarkirinê negihîştine herêmê. Hat diyarkirin ku li gundê ku 3 hezar nifûsa wê heye 80 xanî hilweşiyane, lê der barê windahiyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin

14.20

Dîmenên hilweşîna avahiyan a Îskenderûnê

14:19

AFAD: 1014 kesan jiyana xwe ji dest da

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku hejmara kesên ku di erdheja ku navenda wê Gurgum Bazarcix bû de jiyana xwe ji dest dan derket 1014‘an û 7003 kes jî birîndar bûn. AFAD’ê da zanîn ku heta niha 105 erdhejên paşerojê çêbûne û îdia kir ku 2824 avahî jî hilweşiyane.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî di bin xirbeyan de mane.

Hate zanîn ku hîn jî li gelek navendan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayên kirin.

14:14

Başûrê Kurdistanê, îxracata xwe ya petrolê ya ji bo Tirkiyeyê rawestand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federal, ragihand ku ji ber erdhejê îxracata xwe ya petrolê ya ji bo Tirkiyeyê dihat kirin, rawestandine. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku ji bo herikîna petrolê ya rojane 450 hezar varîl rawestandine.

13:52

Li Semsûrê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, avahiya şaredariyê hilweşiya

Li Semsûrê ji ber erdhejê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Avahiya îdarî ya Şaredariya Semsûrê jî hilweşiya. Avahiya Şaredariyê ya 4 qatî bi temamî hilweşiya. Tê gotin, dibe ku wezîfedarên ewlekariyê di bin xirbeyê avahiyê de mabin.

13:43

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber erdhejê ya vê sibehê qewimî, 6 kesan jiyana xwe jid est dan, 44 kes jî birîndar bûn.

Ciwan Mistefa têkildarî mijarê ji malpera înternetê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re axivî û bîlançoya erdhejê ya li herêmê eşkere kir.

Li gorî daneyên ji aliyê Ciwan Mistefa ve hatin dayin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 33 kes jî birîndar bûn. Li Şehbayê 5 kes, li Kobanê 4 kes, li Minbicê jî 2 kes birîndar bûn.

Ciwan Mistefa diyar kir ku nexweşxaneyên li herêmên rêveberiya xwe ji bo rewşeke awarte amade ne.

13:41

FEDA: Em birînên xwe bi hev re bipêçin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk ji ber erdheja li Bazarcix û Elbistanê bang li her kesî kir ku piştevaniyê bikin.

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate destnîşankirin ku ji bo sivikkirina êşên ji ber erdhejê hatine kişandin wê bi piştevaniyeke xurt a mirovî hewl bidin û hate gotin, ji ber tedbîrên bi salan nehatine wergirtin xisara ji ber erdhejê gelekî giran bûye.

FEDA'yê bang li her kesî kir ku piştgiriya mexdûrên erdhejê bikin û got, "Em êşa gelê xwe ya ji ber erdhejê ji dil parve dikin. Derdê wan derê me ye, em ê hewl bidin birînên xwe bi hev re bipêçin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin û piştgiriya mexdûran bikin.

13:32

Ji Şehbayê dîmenê bandora erdhejê

13:29

Xelkê Bazarcixê: AFAD organîze nabe, em li benda alîkariya lezgîn in

Li navçeya Bazarcix a Mereşê, piştî erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî, li herêmê gelek avahî hilweşiyan. Li navendê jî hilweşîneke mezin çêbû. Lê belê hîn jî li gelek gundan têkildarî hilweşînê tespît nehatiye kirin.

Xelkê herêmê agahî da ANF'ê ûd iyar kir ku tîmên AFAD'ê piştî erdhejê li herêmê karên lêgerîn û rizgarkirinê organîze nekiriye, lewma mirov bi lezgînî li benda alîkariyê ye.

Li navçeyê ku alîkariya lêgerîn û rizgarkirinê kêrm maye, tê texmînkirin ku gelek kes di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayî de mane. Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde be.

13:23

'Qet alîkarî nayê kirin, yên di binê xirbeyan de man jiyana xwe ji dest dan'

Parlamentera CHP'ê ya Hatayê Sûzan Şahîn tevlî bernameya qenaleke televîzyonê bû û got, "AFAD nehat vê derê. Ev tê wê wateyê ku yên di binê xirbeyan de mane, jiyana xwe ji dest dane. Li Skenderûnê 32 hezar avahî hilweşiyan. 8 saet di ser re derbas bûn, lê hîn jî karek nayê kirin. Rewşa hewayê gelekî nebaş e. Mirov li qadan e. Cenazeyên me li kêleka rê ne. Ti tîm nehate vê derê ku koordînasyonê bike. Erdhejê bandor li balafirgehê jî kir, seferên balafiran nikare bê kirin. Bila AFAD bê vê derê. Êdî bes e. Mirov digirîn. Li navendên kombûnê cihên parastî nîne."

13:14

Li Dersimê kampanya alîkariyê destpê kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê ji bo piştevaniya bi xelkê Mereş û Dîlokê yên erdhejê bandor li wan kiriye, dest bi kampanya alîkariyê kir. Platformê sersaxî ji malbatên qurbaniyan û şîfa xêrê ji birîndaran re xwst û got, "Pêwîstî bi kon, konserve, xurek, betanî, mont, bot, kincên zivistanê yên li xwe nehatiye kirin, kincên li xwe nehatine kirin, goreyên nehatine bikaranîn, kum, şal, lepik, ped ên jinan, paç ên pitikan, xwarina pitikan, sobeya elektrîkê, fener heye."

13:12

Li gundê Korucek ê Elbistanê bi dehan mal xera bûn

Li gundê Korucek ê Elbistanê ku gundekî Kurdên Elewî ye, bi dehan xanî bi erdheja dawî re hilweşiyan.


         


        

12:47

Erdheja duyemîn a li Elbistanê bû sedema hilweşîneke mezin

Li Elbistanê piştî erdheja duyemîn hilweşîn girantir bû. Rayedarên dewleta Tirk alîkariyê nagihînin mexdûrên erdhejê. Tenê derdra avahiyên hilweşiyayî digirin. Karên lêgerîn û rizgarkirinê li gelek avahiyan hînê nehatine kirin. Ji ber ku kon ji gelek kesan re nehate dayin, di dema erdheja duyemîn de gelek kes li hundirê xaniyan bûn.

12:37

FED-MED’ê banga piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê kir

Federasyona Civakên Azad a Mezopotamyayê (FED-MED a NRW) têkildarî erdheja li Bakurê Kurdistanê û Rojava qewimî, daxuyaniyek nivîskî da û banga piştevaniyê kir.

Daxuyaniya FED-MED’ê wiha ye:

“Îro di saeten serê sibê de li Bakurê Kurdistanê û Rojava erdhejeke bi şîdeta 7.8 rûdaye. Li gorî agahiyan Li gelek bajar û navçeyan gelek avahî hilweşiyan û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûne. Em ji qurbaniyên erdhejê re rahmetê û ji birîndaran re jî bi lezgînî şîfayê dizwazin û em dibêjin; bila serê gelê me, serê Kurdistanê sax be.

Em wekî Federesyona Civaken Azad a Mezopotamyayê, bi giştî bang li gelê xwe yên li Eyaleta Bakurê Rheinê (NRW), bi taybetî jî li hemû Kurdistaniyên li Elmanyayê dikin ku wek her car bi peywira xwe tev bi gerin. Bi hemû derfetên xwe li gelê me yên ku zirar dîtine re bibin alîkar. Ji bo vê yekê li gorî derfetan ji bo pediviyên gelê me yê mexdûr ku bê bicihanîn, li hemû navend û saziyên me, maseyên kirîzê bên avakirin û kampanyaya alîkariyê bê lidarxistin.”

12:36

Balafirgeh hatin girtin

Li Edene, Dîlok û Mereşê balafirgeh ahtin girtin. Li Mereş û Dîlokê tenê destûr ji firîna balafirên alîkariyê û rizgarkirinê re tê dayin. Her wiha Balafirgeha Hatayê ya ku ji ber erdhejê xisar lê bû, hate girtin.

12:33

Dîmenên ji Dîlokê

12:32

Li herêma erdhejê malzemeyên rizgarkirinê kêm in

Yên li herêma erdhejê ragihandin ku alavên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê gelekî kêm in.

Ji TMMOB'ê Samet Ûcama qala xebatên li Amedê kir û diyar kir ku amûrên rizgarkirinê li herêmê kêm e.

12:23

Ji Dîlokê dîmenê enqazê

12:22

TJK-E: Desthilatdar wê hesabê vê êşê bide

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da, sersaxî ji gel re, şîfa xêrê jî ji birîndaran re xwest.

Did axuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta koalîsyona AKP-MHP'ê salên dawî xisareke mezin li qadên xwezayî li Kurdistanê û Tiriyeyê kiriye û berpirsyarê sereke yê windahiyan hikumet bi xwe ye. Hate ragihandin ku li gel hişyariyên pisporan jî tifaqa AKP-MHP'ê tedbîr wernegirtiye, budçe ji bo şer bi kar aniye û hate destnîşankirin ku tifaqa AKP-MHP'ê wê hesabê vê yekê bide.

Bang li gel jî hate kirin ku ji bo pêçandina êşên li Kurdistanê piştevaniyê bikin.

12:19

Ji Mereşê wêneyên erdhejê


         


        

12:18

TEV-DEM'ê banga alîkariyê kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî erdheja li Bakurê Kurdistanê ku bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re, şîfa xêrê jî ji birîndaran re hate xwestin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk xizmetê ji mirovên li herêmê re nake û bang li her kesî kir ku piştevaniya mexdûran bikin.

12:17

KOMAW: Em hemû derfetên xwe seferber bikin

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) got, "Di vê roja bi êş û giran de, ji aliyê madî û manewî ve em alîkariyê bi gelê xwe re bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bendewariya gelê Kurdistanê çavkaniyên xwe bi xwe ye. Çavkanî gelêw Kurd e. Banga me li gelê me ew e ku derfetên xwe hemû seferber bike û piştevaniya hev bike."

12:15

TMMOB'ê maseya krîzê ava kir

TMMOB'ê krîza maseyê ava kir.
Li gorî daneyên şaxên SES û TTB ên Amedê, li Amedê heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, 454 kes birîndar bûn. Li Amedê di nava rojê de gelek avahiyên din hilweşiyan.
 

12:09

HDK, TJA, DBP, HDP û BMG'ê Koordînasyona Krîzê ava kirin

Hevserok û Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG) li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol daxuyanî da û bal kişand se karên ku divê bi lezgînî bêne kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî agahiyên gihîştin navenda me ya giştî 'Koordînasyoneke Krîzê ya Navendî'  hatiye avakirin. Partiya me bi rêxistinên partiyê yên li bajarên ku erdhejê bandor lê kirine, li navenda Amedê Koordînasyoneke Herêmê ava kirine. Bi agahiyên herêmê têne wergirtin, piştevanî û alîkarî wê bê mezinkirin. Rayedarên me xwe gihandin cihê erdhejê. Di serî de hevserokên me, parlamenterên me ji b karên li herêma erdhejê koordîne bikin li wê derê ne."

12:04

CÎK ji bo piştgiriya madî û manewî bang kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) banga piştevaniyê kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya mexdûrên felaketê bikin. Em bang li civaka xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî vê felaketê û mexdûrên erdhejê bi her awayî alîkariya madî û manewî bikin."

12:01

Seroka Partiya Şoreşger û keça wê di binê xirbe de mane

Li navçeya Antakya ya Hatayê, Seroka Partiay Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren û keça wê Eylem Aydin di binê xirbeyê yek ji avahiyên hilweşiyayî de mane.

 

11:53

Li Mereşê erd careke din hejiya: Dijwariya erdhejê 7.5 pile bû

Rasantxaneya Kandîllî ragihand ku saet derdora 13:24'an bi mezinahiya 7.5 pileyî erdhejeke din rû da. Hate ragihandin erdhej li navçeya Gozpinar a Mereşê bi 16.4 kîlometreyî li binê erdê rû daye. Erdhejê bandoreke giran li bajarên derdorê kir.

11.50

LI AMEDÊ ERDHEJEKE DIN

Li Amedê erd dîsa hejiya. Li Yenîşehîra Amedê avahiyeke din hilweşiya. Hate diyarkirin şîddeta vê erdhejê 7,5 e.

11.40

KNK'Ê JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ BANGA SEFERBERIYÊ KIR

Konseya Rêveber a KNK'ê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê ji bo alîkariyê kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber erdheja li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û banga seferberiyê kir.

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

"Di erdhejê de ku navenda wê li Bakurê Kurdistanê, bajarên Mereş û Dîlokê bi pileya 7.8 çêbûye, bi sedan mirovan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne û hîn metirsîdariya mirin û birîndarî zêde bibe heye. Di encamê de bi hezaran avahî rûxiyan û karesateke mezin li welatê me çêbû. Bi vê munasbetê em di serî de ji kesên jiyana xwe dest dane re rehmetê û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin.

Di serî de em bang li gelê xwe dikin ku ji bo alîkariyê bi ruhê seferberiyê tevbigerin û li hevdû xwedî derkevin, pêwîste herkes çi ji destên wan were alîkariyê bikin, ev erkê mirovahiyê û welatparêziyê ye.

Ruxmî erdhej bûyerek xwezayî be jî, lê encamên polîtîkayên rejîma AKP-MHP'ê ye, ji ber bi salane pispor di vê mijarê de pêşbîniyek bi vî rengî li ser heman herêmê dikirin. Lê, rejîma AKP-MHP ti tedbîr di warê teknîkî de û ne di warê ewlekariyê de negirtin. Polîtîka wan, li herêm bû sebeba karesateke bi vî rengî. Sûçdarên wê karesatê hikumet û polîtîkaya Erdogan e.

Careke din em bangewaziyê di serî de li gelê xwe û saziyên navdewletî yên bi alîkariya mirovahî dikin ku bi erkên xwe rabin, demildest ji bo alîkariya mexdûran tevbigerin û destê alîkariyê di her warî de dirêjî mexdûran bikin."

11.36

DÎMENÊN JI ELBISTANÊ

 

11.33

HETA NIHA 912 KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Li gorî daneyên rayedarên dewleta Tirk heta niha 912 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 385 kes birîndar bûn. Karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li gelek deveran gel bi derfetên xwe hewl dide mirovên di bin kavilan de rizgar bikin.

11.27

LI AMEDÊ WÊNEYÊN PIŞTÎ ERDHEJÊ

11.26

LI SEMSÛRÊ BI DEHAN AVAHÎ HILWEŞIYAN

Li navenda Semsûrê bi dehan avahî hilweşiyan. Bi dehan kes di bin kavilan de mane.  Xebatên rizgarkirinê didome. Di têketina bajêr de bi kîlometreyan wesayît kom bûne. Ji ber kombûna wesayîtan tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin herêmên ku avahî hilweşiyane. Li bajêr tora telefonê nakişîne, elektrîk û av hatiye birîn.

11.25

AVEG-KON: Em xemgîn û bi hêrs in

Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AVEG-KON) daxuyaniyek da û got, "Em xemgîn in, lê di heman demê de bi hêrs in. Ji ber polîtîkayên sîstema kapîtalîst a xwe dispêre pere û rantê, her wiha ji ber şerê mêtingeriyê yê li Sûriye û Rojava xisareke mezin li bajaran bû. Ji ber vê yekê jî li gelek bajaran gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Pereyê ku piştî erdheja Duzceyê hatin komkirin, li şûna ji mexdûran re, ji bo rizgarkirina aboriya xwe bi kar anîn."

AVEG-KON'ê ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir.

11.05

HEYVA SOR A KURDISTANÊ JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ BANGA LEZGÎN A ALÎKARIYÊ KIR

Banga Heyva Sor a Kurdistanê bi vî rengî ye:

"Îro, 6 Sibatê, li navçeya Bazarcix a bajarê Mereş a Bakurê Kurdistanê bi pileya 7.8 erdhejek mezin çêbû. Piştî wê li navçeya Nurdagi a Dîlokê jî bi pîleya 6.4 erdheja duyem û  li navçeya Îslahiye ya Dîlokê bi pîleya 6.5 erdheja sêyem çêbû. 

Erdhejên dijwar, di serî de bajarên Amed, Meletî, Riha, Semsur, Dîlok û gelek deverên din ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Kilîs, Osmaniye û Qeyserî ên Tirkiyeyê, herêmên Cizîrê, Firatê û Şehba yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî hejandin. Hat diyarkirin ku erdhejê bandor li welatên derdorê jî kiriye. Di encama erdhejê de bi sedan welatî jiyana xwe dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Li gelek mal û avahî hilweşiyane, şert û mercên zivistanê bandoreke neyînî li xebatên rizgarkirinê dike. 

Em wek Heyva Sor a Kurdistanê, di serî de ji kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji malbat û xizmên wan re sersaxî dixwezin. Ji birîndaran re jî daxwaza şîfa xêrê dikin.

Saziya me li gor erk û berpirsiyartiya xwe biryar da ku bi lezgînî mexdurên erdhejê re alîkarî bişîne.

Heyva Sor a Kurdistanê tenê alîkariya madî berhev dike û di demeke nêz de wan malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye bicih bîne.

Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên û hemû alikarxwazên li Ewropayê û li derveyî welêt heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjê mexdurên erdhejê bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

Amanc: ERDHEJ ALÎKARÎ

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf

Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

www.paypal.me/heyvasorakurdistane


Navnîşan û Hesabên Bankê yên saziyên hevkar

Fransa
Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor
Tel: +33 (0) 180 89 42 67
E-mail: [email protected]
CIC TROYES HOTEL DE VILLE
IBAN: FR7630087335000002074770150
BIC/ SWIFT:  CMCIFRPP
 www.rojasorfrance.com

Swîsre
Kurdistan Roter Halbmond Schweiz (Croissant Rouge du Kurdistan Suisse)
Rue des Savoises 15, 1205 Genève 
Banque Cantonale Vaudoise (Kantonalbank)
Konto N°: 10-725-4
IBAN: CH62 0076 7000 L543 3416 5
BIC/SWIFT: BCVLCH2LXXX

www.heyvasor.ch

Holenda
Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fokkerstraat 539 Links, 3125 BD Schiedam
Email: [email protected]
www.stichtingkrhm.nl

Swêd
Insamlingsstiftelsen Kurdiska Röda Solen
(Roja Sor a Kurdistanê)
Ankdammsgaten 33, 171 67 Solna
Tel.: +46 (08)-27 36 85
Email: [email protected]
Org nr. 802481-5782
SWISH:123 40 138 68
BANK GIRO: 5589-7672
IBAN: SE04 5000 0000 0537 4106 6753
BIC: ESSESESS 
www.rodasolen.se

  
Avûstirya
Roja Sor a Kurdistanê
Brünner Straße 130-134/3/8,  1210 Wien
Tel: 00 43 (0) 676 9126884
BAWAG
IBAN: AT751400003010314274
BIC : BAWAATWW
Konto No: 030 103 14 274
BLZ : 14 000

rojasor-osterreich.org

Îngilîstan
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
E-mail:[email protected]
Registered Charity No: 10 93 741
Company No: 42 85 714
The Co-operative Bank
Bank Sort code: 089299
Bank Account No: 65863091
IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91
BIC: CPBK GB22
 
 www.heyvasoruk.org/

Norwec
Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê)
Hausmanns gate 6 0186 Oslo / Norge
Tel: 0047 98 46 33 28
Organisasjonsnummer: 009124. 84734
VIPPS: 21957
DNB BANK ASA OSLO
Account/Hesap/Konto No: 1503 40 52953
IBAN: NO 15 1503 4052 953
BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX

 
Îtalya
Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS (Heyva Sor a Kurdistanê)
Via Forte dei Cavalleggeri,53 Livorno
Banca Etica
IBAN: IT53 R050 1802 8000 0001 6990 236
BIC/ SWIFT: ETICIT22XXX
 www.mezzalunarossakurdistan.org

Belçîka
ASBL Croissant Rouge du Kurdistan-
Koerdische Rode Halve Maan VZW (Heyva Sor a Kurdistanê)
Gospertstr. 78
4700 Eupen
Tlf:0032 (0) 470 94 64 19
Numéro d’entreprise:465 073 725
BNP PARIBAS FORTIS
IBAN: BE04 0013 2448 9631
BIC/SWIFT : GEBABEBB

www.koerdischerodehalvemaan.be
-------------------------------------------------------------------


Japan
 
Kurdistan Red Moon – Heyva Sor a Kurdistanê – ( クルディスタン 赤月)
Saitama ken kawaguchi shi shiba shinmachi 8-22 Sanko build 501
( 埼玉県川口市芝新町8ー22 三幸ビル 501)
Tlf: +81 90 2149 9979
JP BANK
Konto Nr:10100 – 56545271
https://www.facebook.com/Heyva.Sor

10.55

AMED

Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Amedê diyar kir, heta niha bi qasî ku hatiye tespîtkirin: Li Amedê 20 avahî hilweşiyane, 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 484 kes birîndar bûne.

10.50

SEROKWEZÎRÊ ELMANYAYÊ: EM Ê ALÎKARIYÊ BIŞÎNIN

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz: Em bi xemgînî nûçeyên li ser erdheja nêzî sînorê Sûriye û Tirkiyeyê dişopînin. Hejmara miriyan zêde dibe. Wê Elmanya alîkariyê bişîne

10.45

FRANSA: EM AMADE NE, ALÎKARIYÊ BIDIN MEXDÛRÊN ERDHEJÊ

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li ser medyaya dîjîtal peyamek weşand û got “Piştî vê erdheja xedar, ji Tirkiye û  Sûriyeyê dîmenên trajîk tên. Fransa amade ye alîkariyê bide gelê li wir. Dilê me bi malbat û mexdûrên erdhejê re ye.”

10.40

DÎLOK

10.38

BEŞTAŞ: EM NEÇAR IN BIRÎNÊN ERDHEJÊ BI HEV RE BIPÊÇIN

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, "Di van şert û mercên giran ên zivistanê de em neçar in ku birînên vê erdhejê bi hev re bipêçin" û banga piştevaniyê kir.

Meral Daniş Beştaş ev bang kir: "Em bang li gelê xwe dikin, ji bo bajarên ku erdhejê bandor li wan kiriye. Her kesên ku erdhejê bandor li avahiyên wan nekiriye, em banga piştevaniyê li wan dikin. Hem deriyê mala xwe li mexdûran vekin, hem jî alîkariya ji paçê zarokan, xwarina pitikan, betanî û her cûre lojîstîkê bikin. Li aliyê din trafîk xitimî ye. Ji kerema xwe re trafîkê meşgûl nekin ku alîkarî ji herêmê re bigihêje. Ji bo agahiyên şaş neyên belavkirin, em bi hesasiyet tevbigerin. Ji ber ku panîk dibe sedema windakirina gelek tiştan.

Weke HDP'ê em ê bi mirovên xwe re bin ên ku erdhejê bandor li wan kiriye. Me hemû plansaziya xwe betal kir, taloq kir. Em ê karên xwe hemûyan ji bo mexdûrên erdhejê bikin. Hevserokên me yên giştî, endamên Desteya Rêveberiya Navendî, endamên Meclîsa Partiyê, endamên Koma Meclîsê û rêxistinên me yên bajar û navçeyan wê li herêma erdhejê bin. Em ê piştevaniyê xurt bikin û birînên xwe bi hev re bipêçin."

10:29

LI RIHAYÊ 20 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Riha û navçeyên wê ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Hat diyarkirin ku li navenda bajêr û li navçeyên Hewag, Bîrecîk û Pirsûsê 60 avahî hilweşiyane. Li navçeyên Halîliye û Eyubiye yên navenda Rihayê jî herî kêm 20 avahî hilweşiyane, 20 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin û nêzî 100 birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.

Hate ragihandin li navçeyan jî herî kêm 40 avahî hilweşiyane û gelek kes di bin kavilan de mane.

Xebatên rizgarkirinê didome û hate diyarkirin li Taxa Bahçelîevlerê jî avahiyek hilweşiya. Bang hate kirin ku bila gel nêzî avahiyên xisar dîtine, nebin.  

10:22

ÇEWLIK-DÊRSIM-SÊRT

Waliyê Çewlikê  Kadîr Ekîncî diyar kir li bajêr xisareke mezin tune. Hate diyarkirin li 8 gundên navçeya Dara Hênê xisar çêbûye.

Li Dêrsim û Sêrtê jî gel ji ber erdhejê bi şev li kolanan ma. Di çend xaniyan de xisar çêbûye.

10:22

XARPÊT

Erdhej li Xarpêtê jî bi tundî hat hîskirin. Li nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hinek dîwar derizîne. Gelek avahiyên li bajêr xisar dîtine.

10:22

ÊLIH

Li Taxa Raman a Êlihê li 2 avahiyên li ser Kolana Komando xisar çêbû. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jî tê de di gelek avahiyan dîwar derizîne.

10:21

LI ŞEHBAYÊ 3 KES BİRÎNDAR BÛN

Li gundên Babinis û Til Qerah ên kantona Şehbayê ji ber erdhejê hinek mal hilweşiyan. Kesên bi navê Zehredîn Cabir (60), Dilîşan Hemliko (36) û Ebdo Hebîb Elo (4) ên di bin kavilan de mabûn, birîndar bûn

10:14

LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYEYÊ CIHÊN KOMBÛNÊ HATIN DIYARKIRIN

Di çarçoveya xebatên Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye de, kesên ku malên xisar dîtibûn, şandin navendên hatine diyarkirin. Di xebatên 21 komunên Meclîsê de malbatên ku di erdhejê de ziyan dîtine li parkên Arîn Mîrkan û Efrînê yên taxa Eşrefiyeyê, li mizgeft û dibistanên her du taxan hatin bicihkirin.

10.10

LI AMEDÊ DÎMENÊN PIŞTÎ ERDHEJÊ

10.06

DÎMENÊN JI NEXWEŞXANEYA ŞEHÎD FECÎR A ŞÊXMEQSÛDÊ

 

10.04

DÎMENÊN AVAHIYÊN HILWEŞANDÎ

09:56

LI HELEBÊ DÎMENEKÎ ERDHEJÊ

09:43

DÎMENEKÎ ERDHEJA LI ŞÊXMEQSÛDÊ 

09:36

LI ÎSKENDERÛNÊ AVAHIYÊN HDP, ÎHD Û GELEK AVAHIYÊN DIN HILWEŞIYAN

Li navçeya Îskenderûna Hatayê avahiya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Saadet (SP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) lê ne û gelek avahiyên li navçeyê hilweşiyan. Hate hînbûn ku di bin kavilan de gelek kes hene û komên rizgarkirinê hindik in. Li herêma Hatayê gelek avahî hilweşiyane.

Li Balafirgeha Hatayê , ji ber erdhejê rêya balefiran qelişî û balefirgeh ji seferên balefiran re hate girtin.

09:30

LI ELBISTANÊ GELEK MIRÎ Û BIRÎNDAR HENE

Hate diyarkirin ku li Elbistanê hejmara miriyan ji ya ku dewletê ragihandiye zêdetir e. Hate hînbûn ku hejmara avahiyên hilweşiyane jî gelek zêde ne. Ji avahiyekê 6 cenaze derketin û tê diyarkirin 18 kes di avahiyê de bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber zivistanê kes ne li gundan bûne û heta niha pirsgirêkeke mezin tune.

09:39

 KCDK-E BANGA HEVGIRTINÊ KIR

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E'yê de hat gotin, "Li gorî agahiyên bi dest ketine, di erdheja ku li 10 bajaran pêk hatiye û li gelek herêmên Kurdistanê hat hîskirin, pêwîstî bi stargeh û alîkariyê heye. Wusa dixuye ku bandora erdhejê gelekî zêde ye û wê rewşeke giran derkeve holê.

Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku li hemberî vê karesatê bi awayekî koordîneyî hevgirtinê geş bikin. Divê navendên krîza lezgîn bên avakirin, bi awayekî bi kontrol alîkariyên maddî û manewî werin kirin.

09.25

DÎMENEKΠJI BAZARCIXÊ

09.24

DÎMENEKÎ ERDHEJA LI SEMSÛRÊ

09.08

DAXUYANIYA KCK’Ê YA LI SER ERDHEJÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê erdhejê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

"Îro serê sibehê erdhejeke mezin rû da ku navenda wê Pazarcix a Mereşê bû û di serî de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bandor li gelek bajarên li derdorê kir. Em destpêkê ji gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, bibe û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê xwe û ya her kesên erdhejê bandor li wan kirine, parve dikin. Li gorî agahiyan erdhejê bandor li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kiriye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em heman hest û daxwazan ji bo xelkê xwe yê li Rojava û gelên Sûriyeyê jî parve dikin.

SEDEMA VÊ XISARA MEZIN DESTHILATDARIYA AKP Û MHP'Ê YE YA KU QET TEVDÎR NESTENDIYE

Sedema rûdana xisara ewqasî mezin a vê erdhejê dewlet e û desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku dewletê bi rê ve dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê her cara ku erd diheje hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike. Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî erdhejê ti tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in li desthilatdariyê ye heta niha ti tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin. Li cografya ku Tirkiye û Kurdistan lê ye xetên fay hene û ji ber ku rîska erdhejê li vê herêmê gelekî bilind e, avahî û sîstema binesaziya wê divê li gorî vê yekê bêne avakirin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ku hikumeteke şer û nelirêtiyê ye, wergirtina tedbîrên li hemberî erdhejê li aliyekî, budçeya ji bo erdhejê tê veqetandin jî jê dixwe û li polîtîkayên şer bi kar tîne. Lewma sedema windahî û xisarê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku ji wergirtina tedbîran berpirsyar e, lê belê ti tedbîran wernagire.

DIVÊ HER KES HEMÛ DERFETÊN XWE SEFERBER BIKE

Ji ber erdhejê em vê bangê dikin; di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe. Li gel karên rizgarkirinê, ji ber şert û mercên zivistanê divê mal û derfetên xwe bi mirovên malên wan xera bûne re parve bike. Saziyên demokratîk jî divê bi gel re piştevan bin, xwe bigihînin mirovên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û alîkariyê bi wan re bikin. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welat jî ji ber erdhejê divê piştgiriya welêt bike. Ev erdheja ku bû sedema windahî û xisareke mezin, bi piştevaniya gel û saziyên demokratîk, bi parvekirina derfetan û piştevaniya bi hev re dikare bê bihurandin. Em careke din ji ber windahiyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojava, Sûriye û deverên din, sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em diyar dikin ku piştgiriya her kesî dikin ên ku erdhejê bandor li wan kiriye, êş û hestên wan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku weke gel bi parvekirina derfetên xwe û bi piştevaniyê dikarin vê pêvajoya zehmet û bi êş derbas bikin."

08:53

Lİ BAZARCIXÊ HERÎ KÊM 100 AVAHÎ HILWEŞIYAN

Serokê CHP’ê yê Bazarcixê Veysel Şervan ji servîsa Tirkî ya BBC’ê re axivî û got, "Li Pazarcikê ku herî kêm 100 avahî hilweşiyane. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nû dest pê kir, danê sibehê çend kes hatine. Kon hene. Xelk li derve ne, baran dibare, xwarin û vexwarin tune. Heta niha xebateke xurt a rizgarkirinê nehatiye kirin”

08:49

LI AMEDÊ QADÊN KOMBÛNÊ

Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ya ji ber erdhejê maseya krîzê ava kir, qadên ku gel lê kom bibe diyar kir. Qadên kombûnê ev in:

“*Navçeya Baglar (Rezan); Parka Koşûyolû, Parka Korxet, Batikent, Parka Newrozê

*Navçeya Kayapinar: Meydana Bajêr, Park 75, Tema Park, Park Orman, Stadyûma Amedê, Kompleksa Talaytepe ya Amedspor, Korta tenîsê ya 75’ê û Kompleksa Sporê ya Şehîd Gulser.

*Navçeya Sûrê: Meydana Deriyê Çiyê:

*Navçeya Yenîşehîrê: Salona Dawetê ya Demîrok, Anitpark, Parka Tokî ya Seyrantepe, Kompleksa Sporê ya Seyrrntepe û Sumerpark.

08:47

DI ERDHEJÊ HERÎ KÊM 284 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di erdhejê de heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Şert û mercên zivistanê bandoreke neyînî li xebatên rizgarkirinê dike.

08:40

LI MINBÎCÊ 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Minbicê ji ber erdhejê 2 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Kobanê û Minbicê.

08:36

LI KOBANÊ 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Li bajarê Kobanê yê Rojava jî erd hejiya. Di erdhejê de 3 kes birîndar bûn. Hate diyarkirin Sultan Abdullah Celeo (23), Ferhad Mehmûd Mistefa (25) û Emîne Hecî Mislim (52) birîndar bûne.

08:29

DÎMENÊN JI BAZARCIXÊ

08:25

DAXUYANIYA HDP’Ê

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye:

"Ji ber erdheja li Mereşê ku li gelek bajaran jî hate hîskirin, partiya me bi hemû derfetên xwe dest bi xebatan kiriye. Li navenda partiya me Navenda Koordînasyona Krîzê hat avakirin û xebatên ku wê li herêmên erdhejê bên kirin wê ji vê navendê bên koordînekirin. Di vê çarçoveyê de;

 Meşa ku li dijî tecrîdê ku wê ji Gever û Qoserê heta Gemlîkê bihata kirin, hate betalkirin. Heyet wê biçin herêmên erdhejê.

Hevseroka me Pervîn Buldan wê li Amedê di nava xebatên alîkarî û hevgirtinê de û Hevserokê me Mîthat Sancar jî wê li Edeneyê tevlî xebatên alîkarî û hevgirtinê bibe.

08:21

LI AMEDÊ MASA KRÎZÊ HATE AVAKIRIN

Rêxistina HDP’ê ya Amedê (HDP) ji bo alîkariya kesên di erdhejê de xisar dîtine, maseya krîzê ava kir. Nimreyên alîkarî û hevgirtinê ev in: 0541 855 21 02 û 0541 855 21 03

08.18

LI AMEDÊ DÎMENÊ ERDHEJÊ

 

08.18

NEXŞEYA ERDHEJÊ HATE BELAVKIRIN

Navenda Sîsmolojî ya Ewropa û Behra Spî (EMSC) jî ragihand ku erdhej li Dîlokê pêk hatiye û bi şîddeta 7,8an erd hejiyaye. Reutersê nexşeya erdhejê di çarçoveya daneyên Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) de parve kir. Li ser nexşeyê tê dîtin ku navenda erdhejê Dîlok e.

 

08:16

LI SÛRIYEYÊ 237 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li Heleb, Laziqiye, Hama û Tertûsê yên di bin kontrola hikûmetê de 237 kesan jiyana xwe ji dest dane û di erdhejê de herî kêm 600 kes jî birîndar bûne.

07:57

DÎMENÊN JI ERDHEJÊ

07:55

LI ŞEXMEQSÛD Û EŞREFIYEYÊ 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Her wiha li bajarê Helebê yê Sûriyê jî wêranî û ziyanên canî çêbûn. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye jî hin avahî hilweişiyan. Li gorî agahiyên ku rayedarên nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsûd dane, di encamê de 4 jê jin 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û zarokek jî di nav de 8 kes birîndar bûne.

07:53

HOLLANDAYÊ DERBARÊ ERHEJÊ DI 3'Ê SIBATÊ DE HIŞYAR DABÛ

 Solar System Geometry Survey, di 3’ê Sibatê de ji bo erdhejê hişyarî dabû. Enstîtuyê li ser twîtterê hişyarî dabû û diyar kiribû ku di navbera 4-6’ê Sibatê de dibe ku bi şîddeteke mezine erdhej çêbibe.

Lêkolînerê Hollandî Frank Hoogerbeets ku di saziyê de wek pisporê erdhejê dixebite, di 3’ê Sibatê de dîsa li ser twîtterê hişyarî dabû û gotibû: "Zû yan dereng wê erdhejeke bi şîddeta7,5 li Başûr û Navenda Tirkiyeyê,Urdun, Sûriye û Lubnanê pêk were.”

07.48

DÎMENÊ ERDHEJÊ

07:47

HEVSEROKA HDP’Ê BÛLDAN BANGA HEVKARIYÊ KIR

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan banga hevgirtinê kir û got “Dilê me bi gelê me re ye. Em hevgirtinê xurttir bikin.”

07:45

MEŞA GEMLÎKÊ JI BER ERDHEJÊ HAT BETALKIRIN

Meşa Gemlîkê ya ku dihat plankirin îro bi şîara "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bihata kirin, ji ber erdhejê hat betalkirin. Heyetê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir.

07.41

Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de berdewam dikin. Li navçeyên Peyas û Rezanê gelek kes ji binê 4 avahiyên hilweşiyayî hatin rizgarkirin. Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê maseya krîzê ava kir

Waliyê Dîlokê Davut Gul jî got, "Ji kêliya ewil a piştî erdhejê heta niha 657 îxbar gihîştin me, hemû hatin nirxandin, li tevahiya bajêr 531 avahî hilweşiyane an jî derz lê ketine."

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku 7 bajaran bi giştî 76 kesan jiyana xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.

Li gorî tespîtên ewil li navçeya Elbîstanê 6 avahî hilweşiyane. 2 kes mirin.

Li Taxa Tesîsler ya Amedê di Apartmana Serînê de 9 kes birîndar hatin rizgarkirin. Di bin kavilan de gelek kes hene. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

LI RIHAYÊ 15 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî agahiyên ewil li Rihayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

LI AMEDÊ 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Li Amedê 6 avahî hilweşiyan, 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 79 kes jî birîndar bûn.

LI MELETÎ 23 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Meletî jî li gorî tespîtên ewil cenazeyên 23 kesên di bin kavilan de mane hatin dîtin. Li gor daxuyaniya walîtiyê li gor tesbîtên ewil 140 avahî hilweşiyane. Di bin kavilan de cenazeyên 23 kesan hatin dîtin. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nav bermahiyên avahiyên hilweşiyayî de heta niha 420 birîndar hatin rizgarkirin.

LI EDENEYÊ 6 AVAHÎ HILWEŞIYAN

Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevlerî yên navçeya Çûkûrova ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku di bin kavilan de gelek kes hene.

LI RIHAYÊ 10 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî agahiyên destpêkê li Rihayê 16 avahî hilweşiyane. 10 kesên di bin kavilan de, jiyana xwe ji dest dan. Li Rihayê 110 birîndar hatine rizgarkirin.

LI REZANA AMEDÊ SED KES DI BIN KAVILAN DE NE

Li navçeya Rezan a Amedê li ser Kolana Bariş a Taxa Şeyh Şamil avahî hilweşiya. Hat diyarkirin ku herî kêm sed kes di bin kavilan de ne.

LI OSMANIYÊ 34 AVAHÎ HILWEŞIYAN

Li gor texmînên ewil li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

LI RÊZANÊ AVAHIYA 7-8 QATÎ HILWEŞIYA

Li Amedê ku erdhej herî zêde lê hat hîskirin gelek avahî hilweşiyan. Taxên Rezan (Baglar) û Yenîşehîr bûne taxên ku gelek avahî lê hatine rûxandin. Li herêma Tesîsler a Rezanê avahiyeke 7-8 qatî hat hilweşandin. Gelek kes di bin kavilan de man. 4 kes birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

LI QOSERÊ 2 XANÎ HILWEŞIYAN

Li Mêrdînê ku erdhej lê hat hîskirin gelek avahî hilweşiyan. 2 xaniyên mustakîl hilweşiyan. Hat ragihandin ku li gundê Dihême 2 xanî hilweşiyane.

LI RIHAYÊ AVAHIYEK HILWEŞIYA

Li navenda Riha û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye avahiyeke 6 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilan de mane.

LI DU BAJARAN ERD HEJIYA

Li Mereş û Dîlokê erdhejên dijwar pêk hatin. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku li navçeya Bazarcix a Mereşê di saet 04.17an de bi pileya 7.4 erdhejek pêk hat. AFAD'ê ragihand ku erdhej li vir 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

AFAD’ê ragihand ku di saet 04:26an de li taxa Nurdagi ya Dîlokê bi şîddeta 6,4 û li taxa Îslahiyeyê jî bi şîddeta 6,5an erd hejiyaye.

Erdhej li Mereş û Dîlokê li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Merdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din hate hîskirin.

LI OSMANÎYÊ 5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Osmaniyeya ku erdheja ku navenda wê Mereş bû, hat hîskirin, li gor tespîtên ewil 34 avahî hilweşiyan, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

LI SÛRIYÊ JÎ HATE HÎSKIRIN

Erdheja bi şîddeta 7,4an a ku li navçeya Pazarcix a Mereşê pêk hat, li Sûriye, Iraq, Misir, Iraq û Lubnanê jî hat hîskirin. Hate hînbûn ku li paytexta Sûriyeyê Şam, Laziqiye, Heleb û gelek herêmên bakurê welêt avahî hilweşiyane.