Li Avaşîn, Çelê û Xakurkê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 15'ê Hezîranê li herêmên Avaşîn, Çelê û Xakurkê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me yên YJA Starê saet di 09:30'î de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dagirkerên li ser girê Tepê Xwedê xistin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Hêzên me yên YJA Starê saet di 15:20'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperan hate xistin, hejmara leşkerên dijmin ên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Hêzên me saet di 19:00 de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Şehîd Derwêş çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hate xistin hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."

HPG'ê her wiha diyar kir ku 15'ê Hezîranê saet di 00:05'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Hate ragihandin ku ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.