Li Artemêtan û Rêya Armûşê çalakî pêk hatin

Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê yên Wanê li dijî hêzên dewleta Tirk çalakî pêk anîn.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed der barê çalakiyan de agahî parve kir:

"Li taxa Sihke ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê doh bi şev saet 22:00 li dijî polîsên di dewriyeyê de bûn bi teqemeniyê çalakî hate kirin. Li ser vê yekê dijmin bi gaza îsotê dest li qada çalakiyê werda û demeke kurt tax dorpêç kir. Yekîneya me bi rengekî serketî ji qadê derket.

Li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtanê jî li dijî wesayita xebatkarekî AKP'ê çalakiyek hate kirin û wesayit hate şewitandin."