Li Amedê trênê li wesayîtekê da: 4 kes birîndar bûn

Li Taxa Fabrîka ya Amedê trênê li wesayîtekê da û bi qasî 150 metreyan wesayît da ber xwe. 4 kesên di wesayîtê de birîndar bûn.

Saet di 01.00’an de li Taxa Fabrîka ya Amedê trênê li wesayîtekê da û bi qasî 150 metreyan wesayît da ber xwe. 4 kesên di wesayîtê de birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.

Du hefte berê dîsa li heman taxê trênê li kesê bi navê T.Y (39) dabû û ev kesê ku trênê lê dabû jiyana xwe ji dest dabû.