Li Amedê li dijî navenda polîsan çalakiyekî bombeyî pêk hat
Li Amedê li dijî navendekî polîsan bi bombeya destan çalakiyek hate lidarxistin û 4 kes birîndar bûn.
Li Amedê li dijî navendekî polîsan bi bombeya destan çalakiyek hate lidarxistin û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li dijî Fermandariya Navenda Polîsên Şehîd ya girêdayî Miduryeta Emniyetê ya Navçeya Yenîşerê bi bombeya destan çalakiyek hate kirin.
Hate ragihandin ku çalakî ji aliyê kesên ku maske xistibûn ber rûyê xwe pêk hatiye û piştî teqînê bi çekê êrîş kirine.
Hate diyar kirin ku 4 kes birîndar bûn lê heta niha teqîn kesekê li xwe ne girtiye.