HPG'ê derbarê êrîşên dagirker daxuyanî da -HATE NÛKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên artêşa Tirk a dagirker û êrîşên esmanî daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

AMED

"8’ê Hezîranê di saetên şevê de artêşa TC’ê ya dagirker li devera gundên Cumate, Hindis û Selima yên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê dest bi operasyonekê kiriyen. Ev operasyona bi desteka helîkopter û gelek wesayîtên zirxî pêk hat, artêşa TC’ê bi dijwarî devera operasyonê bombe kirine. Artêşa TC’ê ya heta sibeha 9’ê Hezîranê dever bombe kir, dema ku ji operasyonê ti encamek negirt, lawirên gundiyên herêmê yên li deverê bi zanabûn kirin hedef û kuştin. Hêzên dagirker heman demê bi desteka kontrayan cilên hêzên me yên leşkerî li xwe kirine, li gundên Cumate, Hindis û Selima xebatên kontrayê kirine.

ŞIRNEX

10’ê Hezîranê artêşa TC’ê li devera Mergezerê ya li bejahiya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyon kiriye. Heman rojê di saetên nîvroyê de bi desteka helîkopteran hêzên dagirker ên qad bombe kir, bi helîkopterên Skorsky leşker danîne qadê. 12’ê Hezîranê balafirên şer devera operasyonê bombe kiriye. Ev operasyon heman rojê bê ku encamek bigire vekişiyane.

GARÊ

12’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Deşta Kavya li gel gundê Kanîsarkê yên Herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê devera sivîl lê dijîn bombe kirine. Di encama bomberdûmana dagirkeran de li qadê şewat derketiye.”