Li Îranê Pizîşkiyan bû serokkomarê nû

Li Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7’ê dengan wergirt û bû Serokkomarê 9’emîn.

SEROKKOMARÊ ÎRANÊ HATE HILBIJARTIN

Li Îranê Parlamenterê Tebrîz û Wezîrê Tenduristiyê yê berê Mesûd Pizîşkiyan di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya dema 14’emîn de, ji sedî 53,7’ê dengan wergirt û bû Serokkomarê 9’emîn.

Berdevkê Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Hundir a Îranê Muhsîn Îslamî ragihand ku li seranserî welêt di sindoqên nêzî 59 hezar navendan hatine dayîn de, bi giştî 30 milyon û 530 hezar û 157 deng hatin bikaranîn. Îslamî got ku Pizîşkiyan 16 milyon û 384 hezar û 403 deng wergirtin. Li gorî vê yekê rêjeya dengên Pizîşkiyan bû sedî 53,7’an. Îslamî diyar kir ku Seîd Celîlî yê muhafazakar jî ji dengan 13 milyon û 538 hezar û 179 deng wergirtin. Rêjeya dengên Celîlî bû sedî 44,4’an.

Di tûra duyemîn de rêjeya tevlîbûnê, bû sedî 49,8’an.