BI DÎMEN

Semînera 'Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî' hat lidarxistin

Ciwanên herêma Galiziayê di çarçoveya 'Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî' panel û semîner li dar xistin û li ser mijara 'Konfederalîzma Demokratîk û Kurd' nîqaş kirin.

SEMÎNARÊN AZADIYÊ

Bi boneya yekemîn sala pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji  pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li gelek deverên cîhanê gelek çalakî tên lidarxistin.

Di çarçoveya pêngavê de, ji aliyê xwendekarên Fakulteya Dîrokê ya Zanîngeha Santiago de Compostela ya li herêma Galizia ya Spanyayê, bi beşdariya Yekîtiya Solidaridad Obrera, Weşanxaneya Ardora û Koma Piştgiriya Filistînê semîner hat lidarxistin.

Di semînerê de li ser Kurdistan û têkoşîna tevgera azadiya Kurd a li Rojhilata Navîn de nirxandin hatin kirin. Di pêvajoya şerê li cîhanê de girîngiya paradîgmaya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşniyara rêya sêyemîn hate vegotin û peyama berfirehkirina pêngavê hat dayîn.

Piştî semînerê ji aliyê ciwanên zanîngehê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş û zextên li ser Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd zêde bûne. 

Çalakiyeke din a li Herêma Galizia li bajarê Vîgo hat lidarxistin. Di semînera ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze û rêxistinên ciwanan hat lidarxistin de, paradîgmaya 'Konfederalîzma Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd hat nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku şoreşa Rojava ya ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd tê jiyîn, li ser bingeha 'demokrasiya radîkal' çawa hatiye rêxistinkirin û çawa derbasî pergala azadiya jinê, wekhevîxwazî û ekolojîk bûye.

Hat destnîşankirin ku tecrîda dewleta Tirk a li Îmraliyê ti aliyê exlaqî û hiqûqî nîne û hat gotin ku pergal ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse.