‘Di sînemayê de jî dijminahiya Kurdan kirin’

Înîsiyatîfa Ji Bo Hunerê Azadî di rûniştina duyemîn de ligel nîqaşa li ser "Polîtîkayên çand û sansurê” bal kişandin li ser dijminahiya li dijî sînemaya Kurdî.

ÎNÎSIYATÎFA JI BO AZADIYÊ HUNER

Înîsiyatîfa Ji Bo Hunerê Azadî li Stenbolê li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hikmet rûniştina duyemîn bi sernavê " Xefka Çandî di Zexta Sansur û Otosansurê de" bi moderatoriya nûçegihana MA'yê Diren Yurtsever li dar xist.


DIJMINAHIYA LI DIJÎ KURDAN A DI QADA SÎNEMAYÊ DE


Derhêner Kazim Oz pêşkêşiyek bi sernavê "Di sînemaya Kurdî de bandora sansur û otosansurê" kir û diyar kir ku sînemaya Kurdî bi nîqaşên hebûn û nebûnê berdewam dike û got, “Dema sînemaya Tirkî dest pê kir sînemaya Kurdî jî dest pê kir lê belê nav lê nehat kirin. Jji ber di sînemaya Tirkî de sînemaya Kurdî jî hebû. Zimanê wê hatibû qedexekirin lê di serî de Yilmaz Guney, gelek derhêneran di fîlmên xwe de cih didan hêmanên Kurdî. Lê fîlmên ne-polîtîk ên Guney jî ji ber ku rasterast temsîlîyeta Kurdan dikirin rastî sansurê hatin.”


Oz wiha berdewam kir: "Kurd ji mafên xwe yên herî bingehîn jî bêpar in û ziman û çanda Kurdan wekî pirsgirêkeke eşkere li holê ye. Dewlet hem qenalên Kurdî qedexe dike hem jî li ser qenala bi destê xwe vekirî sansurê dike. Ev jî nîşanî me dide ku em ligel Kurdî temaşeyî sansurê jî dikin.


'DESTHILAT POLÎTÎKAYÊN ÇANDÎ YÊN TAYBET PÊŞ DIXÎNE'


Akademîsyen Banû Karaca jî di bin sernavê “Di Hunerê de Polîtîkayên Çand û Sansurê: Berdewamî û Qutbûn" de pêşkêşiya xwe kir û anî ziman ku polîtîkayên çandê yek ji rêbazên ragihandinê ye, loma bi ya min di navbera 'Huner û Ragihandinê’ de têkiliyeke xurt heye. Karaca wiha dewam kir: “Dibêjin li Tirkiyeyê polîtîkayên çandê tune ne lê hene. Piraniya wan jî kêfî û şexsî ne û desthilat jî polîtîkayên çandê yên taybet pêş dixe. Her tim dipirsin 'gelo di navbera saziyên taybet û yên dewletê de têkiliyeke çawa heye?' Divê em bizanin ku piştî 1980’yî sermayeyê xwe wekî alternatîfeke dewletê nîşan da û got ew li şûna dewletê piştgiriya qada hunerê dike. Her çiqas dewletê di sala 2017-2016'an de gotibe ku 'Me di her qadê de serdestiyek ava kir lê me nekarî em di qada çandê de bikin" ev ne pêkan e. Niha hewl didin ku me di her qadê de bixin bin bandora xwe, loma divê em baldar bin.


Teorîsyena Hunerê Ezgî Bekçay pêşkêşiya bi sernavê "Hunera Hemdem û Polîtîkayên Çanda Beşdariyê" kir. Ezgî Berkçay diyar kir ku beriya her tiştî divê têgeha azadiyê azad bibe û neolîberal hewl didin ku binê vê têgehê dagire. Ezgî Bekçay anî ziman ku li dijî sansurê însiyatîf hatine avakirin û got, “Li şûna ku bibin şoreşgerên mezin, neo-lîberalîzm me tenê dihêle û dixe depresyonê. Bi rastî azadî di gelek zimanan de ji aliyê etîmolojîk ve tê wateya di nava dostan de.”


'DIVÊ EM JI HERÊMÊ DEST PÊ BIKIN'


Ezgî Bekçay anî ziman ku têkoşîna li hember sansur û otosansurê gelek girîng e û diyar kir ku polîtîkayên çandî ji ber ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, jinparêz û azadîparêz derdixînin pêş gelek balkêş û girîng in û wiha domand: “Çand û huner di heman demê de bi herêmîbûnê ve têkildar e, loma divê em ji herêmê dest pê bikin.”
Rûniştina duyemîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.