DOSYA III

Birêxistinkirina Hîzbûlkontra (Huda-Par)

Gelê Kurd, hêj ji destpêkê fam kir ku “Hîzbûllah” amûra dewletê ye û ew wekî Hîzbûlşeytan, Hîzbûlwehşet û Hîzbûlkontra bi nav kir.

HÎZBÛLKONTRA

Eger em ji çavê gel lê binêrin, têkiliya di navbera dewlet û Hîzbûlkontrayê de, bê şik û guman eşkere ye. Di nîva duyemîn a salên 80'an de ji bo Hîzbûllahê du pênase têne kirin; Humeynî-parêz û sofîlok (Sextekarê ku xwe bi misilmaniyê nixumandî). Dema ku Hîzbûlkontra ji salên 1991'ê ve dest bi şîdetê dike sê termên nû derdikevin holê; Hîzbûlşeytan, Hîzbûlkontra û Hîzbûlwehşet. Ev sê term tên wateya piştgiriya dewletê ya ji bo wan kuştinan ku kujerên wan nehatin cezakirin.

Ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Diyarbekirê ve di sala 2000'î de îdîanameyek hat amadekirin ku digot "Hîzbûllah, li Herêma Başûr-Rojhilatê Anatolyayê di serdema PKK lê xurt de li dijî çalakiyên terorî û şîdetê wekî bertekekê derketiye holê." Serfermandarê Giştî yê Cendirmeyê yê berê Teoman Koman, di wê serdemê de ku êrîşên Hîzbûllahê di asta herî zêde de bûn wiha bersiva rojnamegeran da: "Kîjan Hîzbûllah? Yek Hîzbûllaha li Îranê heye yek jî ew hemwelatiyên xwedî bawerîyeke dînî ya xurt in ku li dijî zextên PKK’ê xwe diparêzin."

Rojnameger Serhat Alaattinoglu dibêje ku Wezîrê Karên Navendî yê wê Serdemê Îsmet Sezgîn bersiva pirsa rojnamegerekî ku dipirse "Gelo der barê Huseyîn Velîoglu de lêgerînek heye?" wiha dide "Ne tu bipirse ne jî min tiştekî wiha seh kiribe." Serokê Koma Îstîxbara Cendermeyê yê berê Arîf Doğan, di sala 2011'ê de di hevpeyvîna ku li gel Mehmet Alî Bîrand dike de bi gotina xwe ya "Di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd de ji bo em bigihêjin serkeftinê min 'hîzbûlkontra' ava kir" destnîşan kir ku Hîzbûlkontra esas bi destê kê û bi çi mebestê hatiye avakirin.

AVANIYA HIYERARŞÎK

Şef ango bi gotina wan bi xwe 'rêberê’ Hîzbûlkontraya li jêr-yekîneyên dewletê her tiştî diyar dike. Piştî wî Şûra (Desteya Birêvebirinê) tê. Endamên Şûrayê wekî agahdarî, civakî, leşkerî û îstîxbarî ji berpirsiyarên çar şaxên sereke pêk tên. Piştî kuştina Velîoglu, Edîp Gumuşê ku tevî ku kujerê bi sedan kesan bû û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, ji aliyê dewleta Tirk ve hate berdan û wekî serfermandar an jî rêber hat îlankirin. Hema hema hemû endamên Şûrayê, îro di serî de Huda-Par, li partî û komaleyên wekî Yekitiya Zanyaran (Îttîhadul Ulema) û Karwana Hêviyan wekî rêveber kar dikin.

DEMA DEWLETÊ FIKIRÎ KU DAWÎ LI PKK’Ê  ANIYE

Piştî sala 1999'an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama Komployeke Navnetewî de radestî Tirkiyeyê hat kirin, dewleta Tirk ku digot ew ê Tevgera Azadiya Kurdistanê belav bibe, wisa fikirî ku edî wê pêdiviya wê bi Hîzbûlkontrayê çênebe û dê nikare zêdetir wê kontirol bike li ser "operasyonek" kir. Bi vê yekê pêvajoyeke ku kadroya pêşengên Hîzbûlkontrayê hatin girtin û çalakiyên wên hatin sînordakirin rû da. Huseyîn Velîoglu, di 17'ê Çileya 2000'an de li vîllayeke Beykozê " bi mirî hat dîtin". Îdîayeke din jî ew e ku Velîoglu ji aliyê Edîp Gumuş, Îsa Atasoy, Haci Bayancûk û Cemal Tutar ve ku van kesan di nav Hîzbûlkontrayê de bi dewletê re li ser konsepteke nû li hev kirine, hat kuştin û wekî ku ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin hat nîşandan. Ji ber ku di operasyona li ser vîllaya li Beykozê hat kirin, bi sedan gule li laşê Velîoglu ketibûn lê tenê guleyek jî li yên din neketibû. Qismek ji endamên malbatê dibêjin û bawer dikin ku Velîoglu ji aliyê kadroya sereke ya Hîzbûlkontrayê ve di encama lihevkirina wan a bi dewletê re hat kuştin.

ÇAR SALAN XUYA NEKIRIN

Piştî kuştina Huseyîn Velîoglu, li çar aliyan endamên Hîzbûlkontrayê û bi hezaran kes bi hinceta ku alîkarî dane hatin girtin. Qismek ji van bi cezayên giran hatin cezakirin. Di nav çarçoveya lixwemikurhatinên îtîrafkaran de bi hezaran cihî xaniyên gor hatin peydakirin. Cenazeyê bi hezaran Kurdên ku li binê xaniyan û li kolonan bi betonê hatî veşartin hatin dîtin. Wehşeta dermirovî ku ji aliyê Hîzbûlkontrayê ve hatî kirin bi hemû aliyên xwe ve derket holê. Bi vî awayî serdema "xwe-veşartinê" dest pê kir. Kontrayên ku nehatin girtin an jî "nexwestin wan bigirin" an reviyan derveyî welatî an jî bi awayekî ecêb xwe li Tirkiyeyê veşartin. Heta sala 2004'an tiştek nehat bihîstin. Tenê "xaniyên gor" ku car caran dihatin peydakirin, darizandinên wan û der barê van de çend kiryarên rojnamegeriyê hatin rojevê.

WEHŞETA LI MAL Û DI VÎDEOYAN DE

Parêzer Yaşar Alturkê ku ev doz dişopandin wehşeta Hîzbûlkontrayê bi van gotinan tîne ziman: "Me vîdeoyên kuştinê yên Hîzbûllahê di dadgehan de dîtin. Heta kesên ku pirsyar dikirin jî dixistin vîdeoyê. Me jî li salonên dadgehê temaşe kirin. Tirsnak bû. Dadger jî di nav de, dema me ev dîmen temaşe dikirin me car caran rûyê xwe jê dizivirand, car caran jî ez derdiketim derve."

Piştî operasyona li Beykozê du rojan, bi rêya xwemikurhatina Edîp Gumuş, li kolana Hasîp Paşa operasyonek li ser 26 nimareyê hat kirin û komelgoreke ku heta niha mînakeke wê nehatî dîtin derket holê. Di encama lêkolînên li ser cinazeyan hatî kirin û belgeyên destkeftî de hat destnîşankirin ku endamên Hîzbûlkontrayê kesên ku revandine destpêkê ji rapirsîneke êşkenceyî derbas kirine. Dev û lêvên wan hatine bantkirin, dest û piyên wan hatine girêdan, qirika wan bi benan hatine girêdan (rêbaza girêya berazan), bi têlên hêsin bi hevdu re hatine girêdan û hatine kilîdkirin, bi saxî hatine binaxkirin û ev wehşet bi vîdeoyan hatine qeydkirin.

Li Stenbolê duyemîn xaniyê gorî di 28'ê Çileyaa 2000’î de li Kartalê derket holê. Di lêgerîna vîllaya bi nimareya 12 de ku li Kolana Gorkemliyê ya Cadeya Samanyoluyê ya li Taxa Çavuşogluyê ya li Kartalê 9 cenaze hatin dîtin. Piştî vê, di 30'ê Çileyê 2000'î de li Amedê li semta Melîkahmetê li Taxa Savaşê li ser kolana Kuçukkavasê, di du malên li kêleka hev de 6 cenaze hatin derxistin. Derket holê ku du cenaze aîdî Ayetullah Dalginê 17 salî û Ali Çelîkê 19 salî ne ku ji bo xudankirina çûkan hatine xanî û ji 21'ê Çileyê ve winda ne.

Di operasyonan de ku li dor çarçoveya lixwemikurhatinên pêşeng û kujerên Hîzbûlkontrayê de hatin kirin, di serî de li Stenbol, Edene, Konya, Enqere, Amed, Êlih, Şirnex û Mêrdînê li her aliyî bi dehan xaniyên gor hatin dîtin. Di binkolkirina van xaniyan de cenazeyê bi sedan Kurdên welatparêz, kesên alim, çepgir û demokrat hatin derxistin. Bi taybetî li Êlihê hat destnîşankirin ku kujer û pêşengên Hîzbûlkonrayê di wan xaniyan de ku gelek kes bi betonan di temel û kolonan da veşartibûn bi malbatên xwe re jiyane. Kesên ku di baxçe, temel û kolonên xaniyên xwe de bi cenazeyan re jiyane, niha li bajarên Kurdistanê bi serbestî digerin û di nav Huda-Parê de çalakiyên xwe didomînin.

NEKARÎN XWE LI BER KASETAN BIGIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî Sadettin Tantan, di axaftina xwe ya bidîmen de ku bi armanca agahdarkirina hevparên koalîsyonê kir, kesên ku Hîzbûlkontra xudan û mezin kirin xiste rewşeke zehmet. Hat îdîakirin ku li Avahiya Serokweziriyê, Cîgirên Serokwezîrî yên wê serdemê Devlet Bahçelî, Husamettîn Ozkan û Serokê ANAP’ê Mesut Yilmazî tenê karîne deh deqîqeyan li sê kasetên pirsyariyê yên ji sedan kasedên Hîzbûlkontrayê yên ku dîmenên xeniqandina bi têlê, serjêkirin û êşkenceya bi kêrê nîşan didin temaşe bikin.

Wê dewam bike...