BI DÎMEN

Şakar: Divê têkoşîna ku tecrîda Îmraliyê bişkîne bê meşandin

Tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, nêzî 4 salan li pey xwe dihêle. Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîdê çalakiyên xwe berfireh dikin.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di navbera 1 û 10'ê Cotmehê de li gelek bajarên Swîsreyê çalakî tên lidarxistin. 

Di çarçoveya pêngavê de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-BS) a li bajarê Basel ê Swîsreyê civîna gel hat lidarxistin. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmut Şakar weke axaftvan beşdarî civînê bû.

Şakar diyar kir ku di vê serdema ku komplo ketiye sala 26'an de têkoşîneke mezin tê meşandin, lê têra şikandina tecrîdê nake û divê têkoşîneke mezintir bê meşandin.

Şakar anî ziman ku ev 14 sal in tu parêzer serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekirine û wiha got: “Weke hûn jî dizanin hevdîtinên malbatê nayên kirin. Di deh salan de tenê 5 serdanên malbatê hebûn. Em wek parêzer her tim di aliyê hiqûqî de têdikoşin, lê ev ne tiştekî ku tenê bi hiqûqê çareser bibe ye. Ji roja ku Rêber Apo anîn Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Bi demê re, ev xirabtir bû. 5 hevalên girtî yên birin giravê jî tevlî pergala tecrîda li Îmraliyê kirin. Ji Adara 2021'an û vir ve tu agahî nayê girtin, ji ber vê em nizanin bê destûr tê dayîn ku bi girtiyên din re hevdîtinê dike yan na."

TECRÎD BI TÊKOŞÎNA SIYASÎ DIKARE BÊ ŞIKANDIN

Şakar anî ziman ku li Îmraliyê sîstemeke hiqûqî nîne û  wiha domand: “Pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi taybet ji bo şexs hatiye çêkirin. Têkoşîna di qada hiqûqê de girîng e, lê ne berhemdar e. Hemû hewldanên me ew e ku ev qadê vala nehêlin. Têkoşîna hiqûqî girînge lê encax bi xebatênsiyasî dikarin encamê bi dest bixin. Kurd bi salan e têkoşîna xwe didomînin. Tu carî dest ji têkoşîn û berxwedanê bernedan. Ev têkoşîna Kurdan hêzên tevlî komployê bûne paşve xistin. Niha em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê, lê ev sazî ji destpêkê ve parçeyek ji vê komployê bûn.”

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA MISOGERKIRINA AZADIYÊ BIMEŞÎNIN

Şakar bal kişand ku çalakiyên di çarçoveya pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10'ê Cotmeha sala borî de hatiye destpêkirin û “wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi salan e li her qadê têkoşîna xwe didomînin. Kampanyaya ku par hatibû destpêkirin gelekî watedar bû û deng veda. Paradîgma û têkoşîna Rêber Apo êdî li hemû cîhanê tê zanîn. Em dikarin bibêjin ku di tevahiya vê salê de çalakiyên pir girîng hatin lidarxistin. Lê em vê jî bibêjin. Ev têkoşîna me têra misogerkirina azadiyê nekir. Erka me ya sereke di serdema nû de mezinkirina têkoşînê, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî ye.”

Civîn piştî ku beşdaran nêrînên xwe anîn ziman bi dawî bû û Parêzer Mahmut Şakar bersiva pirsan da.