BI DÎMEN

Li Luzernê atolyeya 'Dayik û jinên ciwan' hat lidarxistin

Endamên TekoJin û Jineolojiyê li bajarê Luzern ê Swîsreyê  atolyeya 'Dayik û jinên ciwan' li dar xistin.

ATOLYEYA JINÊN CIWAN

Endamên TekoJin û Jineolojiyê li bajarê Luzern ê  Swîsreyê bi sernavê 'Dayik û jinên ciwan' atolye li dar xist. Di atolyeyê de ji xeynî bandorên xirab ên medyaya dîjîtal li ser ciwanan, bal kişandin li ser bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanan jî.


Jinên ciwan derbarê atolyeyê wiha axivîn: "Em jin ji wê yekê haydar in ku çi li ser medyaya dîjîtal çi jî di jiyana rastîn de pêşxistina polîtîkayên şerê taybet derexlaqî ne. Loma em li her derê li dijî van polîtîkayan rêxistinbûna xwe didomînin. Em encax dikarin bi nirxandinên Rêber Apo li ser jinan kirî pêşiya êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî jinên Kurd bigirin. Em li kîjan welatî bin ew dewlet li ser me polîtîkayên ciyawaz disepîne. Çendî ku em bêdeng bimînin û pêşî lê negirin ev vediguhere rewşeke asayî. Divê em destûrê nedin vê yekê û rêxistinbûna xwe mezin bikin."

Piştî sînevîzyonê atolye bi berzkirina dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî” û ”Bijî Serok Apo” bi dawî bû.