Li Îdirê 9 HDP’yî û DBP’yî hatin girtin

Ji 15 rêveberên HDP’yî û DBP’yî ên li Îdirê hatin destgîrkirin, piştî 12 rojan bi şûnde derxistin pêşberî dadgehê. Ji 15 kesan 9 kes hatin girtin.

Li Îdirê di serdegirtina malan a 17’ê Adarê de hevseroka Partiya Hermên Demokratîk (DBP) a navçeya Îdirê Şemam Kalkan û endamên Meclîsa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 15 kesên hatibûn destgîrkirin, piştî 12 rojan û şûnde derxistin pêşberî dadgehê. 15 kesên îfadeya wan hate girtin û şûnde bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Kemal Kûm, Alîcan Celayîr, Ahmet Karaca, Sadik Aras, Saddik Kirang li gel Neşegûl Can ên îfadeya wan li dadgehê hate girtin, hatin berdan; Şemam Kalkan, Selamî Çekîm, Abdullah Tosûn, Tarzan Guner, Aynûr Tîmûr, Nûrî Irkin, Kemal Tûran, Yener Akaslan û Halîs Guney jî bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ hatin girtin.

Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê.