BI DÎMEN

Hozat: Pratîkbûyîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikarin bikevin pratîkê û got, "Tenê Rêber Apo dikare çekê ji şervanan bistîne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Besê Hozat re hatiye kirin bi vî rengî ye:

Di meha Gulanê de şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate ragihandin. Di şexsê van hevalan re hûn dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê û azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Meha Gulanê meha şehîdan e. Navê xwe jî ji şehadeta hevalê Hakî Karer werdigire. Hevalê Hakî hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo ye. Hevalekî welê bû ku taybetmendiyên rêbertî di şexsê wî de li pêş bû, Rêber Apo herî baş fêhm dikir. Rêber Apo bi gotina 'Ruhê min ê veşartî' hevalê Hakî Karer pênase kir. Partîbûn jî ji bo bîranîna hevalê Hakî Karer pêk hat û li ser xeta wî têkoşîn gihîşt vê astê. Bi rastî jî di dîroka me ya têkoşînê de xwedî cihekî gelekî cuda ye. Bêguman heman rojê di 18'ê Gulanê de Îbrahîm Kaypakkaya jî şehîd bû, salvegera şehadeta wî ye. Li zindana Amedê berxwedaneke mezin kir û bi rengekî hovane hate qetilkirin, şehîd ket. Ez careke din di şexsê hevalê Hakî û Îbrahîm Kaypakkaya de şehîdên şoreşê yên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Di kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta hevalên Fûat û Riza hate ragihandin. Ev hevrê jî hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo ne. Lêgerînerên mezin ên heqîqetê ne, rêwiyên wê ne, heqîqet bi xwe ye. Kedeke gelekî mezin dan têkoşînê, nirxên gelekî mezin afirandin. Bi rastî jî têkoşîna li ser xeta van hevrêyan pêşketinên gelekî mezin kir. Bi gotina Rêber Apo, heval wê ji pêvajoya nû re, ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk', ji sosyalîzma civaka demokratîk re wê bibin hêza sûdwergirtinê. Li ser xeta hevalan ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Em ê xeyala mezin a wan hevrêyan, bi pêkanîna sosyalîzma civaka demokratîk teqez bi cih bînin. Em ê dilsozê xeyal, bîranîn û hesreta wan bin. Min xwest vê yekê bînim ziman.
Bêguman gelê me bi xurtî ragihandin pêşwazî kir. Li Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat bîranînên gelekî mezin hatin lidarxistin. Tevlîbûnên girseyî pêk hatin. Gelê me bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî. Ev gelekî bi wate bû. Me di bîranînan de jî dît, hevrêyên me di dilê gelê me de textê xwe danîne. Gelê me baş fêhm kiriye bê nirxên ku hevrêyên me afirandine ji bo gel, ji bo mirovahiyê têne çi wateyê. Ev yek gelekî baş îfade kirin. Piştî bîranînan, malbatên herdu hevalan daxuyaniyek dan û ev helwesta gelê me pîroz kirin, silav kirin. Di vê mijarê de spasiya xwe pêşkêş kirin. Ew daxuyaniya bi navê malbatan hate kirin jî peyama silavkirinê jî bi rastî jî bi wate bû, xwedî naverokê bû.
Hevalê Fûat di 3'ê Tîrmeha 2018'an de şehîd bû. Li akademiyekê dema perwerde dida, di encama êrişa hewayî de şehîd bû. Bi komek ji hevalan şehîd bû. Yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêberê me ye. Keda wî ya têkoşînê bi rastî jî gelekî zêde ye. Hevalê Fûat wijdanê mirovahiyê û gelê Kurd e. Mirov dikare bi vî rengî jî pênase bikin. Bi rastî jî heqîqet bi xwe ye. Mirov divê çawa qala hevalê Fûat bikin? Li hemberî şaşitî û nebaşiyê hêrsa xwe mezin bû, ji bo ya baş, rast û bedew hezkirina wî gelekî kûr bû. Li pêşberî her bûyerê me digot, gelo hevalê Fûat çawa difikire, çawa dinirxîne? Yanî timî me nirxandin û nêrînên wî meraq dikir. Me bêrî dikir, timî lê dihate gerîn. Di demên herî zehmet de moraleke mezin bû, enerjiya jiyanê bû, hêz bû. Hiş, wate, hêza jiyanê bû, hêza wateyê bû. Di dîroka me ya têkoşînê de xwedî cihekî cuda ye. Hin şehadet hene ku bi rastî jî cihê wan nayê dagirtin. Ev heval jî hevalên welê ne. Ji bo pêkanîna bîranîn, hesreta van hevalan divê em gelekî zêde bixebitin, têbikoşin. Tenê bi vî rengî em dikarin dilsoziya xwe ya bi wan re, hevrêtiya xwe ya rast bînin ziman.
Hevalê Riza jî hevrêyekî gelekî hêja bû. Bi rastî jî gelekî jîr û jêhatî bû. Tişta ku kesî nedidît wî didît, dinirxand, jêhatî, zane bû. Hêza wî ya rêxistinê û bandorkirinê gelekî bilind bû. Hunera wî ya îqnakirinê gelekî pêşketî bû. Di nava her şert û mercî de zanîbû moralê bide, motîve bike, dikarîbû bixe nava liv û tevgerê. Ji bo hevalên Fûat û Riza asta wan a entelektuel, îdeolojîk, rêxistinî gelekî kûr bû. Gelek heval perwerde kirin. Bi rastî jî nirxên gelekî mezin û kûr afirandin. Em ê dilsozê bîranîna wan bin. Em ê teqez ji bo pêkanîna xeyal û armancên wan têbikoşin. Gelek hevalan nirxandinên gelekî hêja kirin. Ew nirxandin hemû hevalan gelekî baş îfade dike. Bi wî rengî ne.
Di kongreya 12'emîn a PKK'ê de me Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minet bi bîr anîn. Di 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ew jî mirovekî gelekî hêja bû. Baweriya xwe bi xwişk û biratiya gelan a li ser azadî û wekheviya gelan dianî, di vê oxirê de canê xwe da, mirovekî welê bû. Bi rastî jî fedaiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû, pêşengê wê bû. Kedekî wî ya mezin hebû. Ez dixwazim wî jî careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Di navbera 5-7'ê Gulanê de PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn kom kir. Bi navê kongreyê daxuyanî hate dayin, biryar hatin eşkerekirin. Bêguman biryarên gelekî girîng bûn hemû. Lê bi taybetî biryarek gelekî hate nîqaşkirin. Biryara fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî bû. Hûn şert û mercên komkirina kongreya PKK'ê çawa dinirxînin? Û hûn pêvajoya piştî ragihandina kongreyê dikarin çawa binirxînin?

Bi sala 2025'an re, ya rast di dawiya sala 2024'an de destpê kir, di sala 2025'an de van pêşketinan dewam kirin. Em ketin nava pêvajoyeke gelekî dîrokî. Li herêmê, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn giran bû. Dîzaynkirina herêmê bi vî rengî di rojevê de ye. Em pêvajoyê nikarin ji van bûyeran cuda binirxînin. Em nikarin pêvajoyê ji asta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bûyerên li cîhanê û herêmê, şerê navbera hêzên hegemonîk, şerê bi hêzên statukoparêz ên li herêmê, têkoşîna gelan cuda binirxînin. Modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke gelekî kûr de ye, sîstem diheje. Sîstem di nava pêvajoyeke welê de ye ku xwe ji nû ve dîzayn dike. Ev yek li ser herêmê tê meşandin. Di asta heyî de hevsengiyên sedsala 21'ê, sîstema xwe ya siyasî ji nû ve tê dîzaynkirin. Dîzaynkirina herêmê jî li ser bingeha ewlehî û berjewendiyên Îsraîlê tê kirin. Gav bi gav Îsraîl li herêmê dibe hêza bingehîn a hegemonîk. Bandora wê ya li ser tevahiya herêmê zêde dibe. Bi piştgiriya cidî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îngilistan û dewletên rojavayî ev yek dibe. Ev bûyer û pêşketin yekser Kurdan jî eleqedar dike. Ji ber ku Kurd jî di nava vê dîzaynê de ne, di navenda van bûyeran de ne, di navenda şer de ne. Ev hêz hemû, di serî de Îsraîl, DYE li ser Kurdan xwedî hesabên cidî ne, planên xwe hene. Di vê dîzaynê de li ser bingeha berjewendiyên xwe, li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê dixwazin cih bidin Kurdan, polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin, stratejiyek tê meşandin. Van bûyeran bêguman di asteke cidî de bandor li dewleta Tirk jî kir. Tirsand. Bi taybetî di nava derdoreke nava dewletê ya ku pirsgirêka mayindebûna dewletê dijîn, ev yek bû sedema fikareke mezin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya 52 salan dewam kir, nirxên gelekî mezin afirand li tevahiya Kurdistanê û herêmê ji aliyê mirovahiyê ve ji bo gelan nirxên girîng afirand. Li gel hemû êrişên dewleta Tirk, li gel şerê qirkirinê tevgera azadiyê nekarî bê tasfiyekirin. Planên îmhakirinê hatibûn têkbirin. Bi vî rengî darbeyeke cidî jî xwaribû. Tevgera li ser piyan bû. Bi van bûyeran û pozîsyona mayina li ser piyan a tevgerê, fikar û tirs zêde kir. Ev bûyer hemû bûn sedem ku careke din bi Rêber Apo re diyalogê dînin. Piştî ku heyeta dewletê li Îmraliyê diyalog bi Rêber Apo re danî, Rêber Apo qîmet da vê yekê. Bangên Devlet Bahçelî hebûn. Devlet Bahçelî jî aqlê dewletê îfade dike, polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî di xeta Devlet Bahçelî de tê meşandin. Banga ji kesekî bi vî rengî, ya rast ew kesek bi tenê nîne ew aqlê sed salî yê dewletê temsîl dike, felsefe, îdeolojiya damezrandin û fermî ya dewletê temsîl dike, banga ji derdoreke bi vî rengî ji aliyê Rêbertî ve girîng hate dîtin. Û bersiv da vê bangê.
Li ser Kurdan jî gelek hesab hene, gelek plan hene. Her kes li gorî berjewendiyên xwe polîtîka, stratejiyekê dimeşîne. Rêbertî jî bêguman naxwaze ev nirxên hatine afirandin ji aliyê van hêzan ve li dijî gelan, li dijî gelê Kurd bêne bikaranîn. Rêber Apo bi rastî jî welatparêzekî mezin ê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Li ser bingeha berjewendî û azadiya gelan, li ser bingeha demokrasiya herêmê û Tirkiyeyê tevdigere, nêzîk dibe. Di vê mijarê de hesasiyeta xwe gelekî bilind e. Lewma Rêber Apo ev pêvajo nirxand û înîsiyatîfek afirand. Bang li tevgerê kir, tevgerê jî bersiveke erênî da vê bangê. Rêber Apo tevger jî bi vî rengî xwest tevgerê bixe nava pêvajoyeke bingehîna  guherîn û veguherînê. Nêzîkatiya tevgerê ya li vê jî erênî bû. Li ser vê yekê kongre li hev civiya. Di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya 12'emîn a PKK'ê li hev kom bû. Rêber Apo perspektîfên girîng da vê kongreyê. Kongre bi perspektîfên Rêber Apo hate rêvebirin. Ji xwe daxwaza me ya bingehîn a beriya kongreyê jî ev bû. Me gotibû, bêyî Rêber Apo em nikarin vê kongreyê bicivînin, tenê Rêber Apo dikare vê kongreyê kom bike, bi rê ve bibe. Vê yekê bersiva xwe dît. Perspektîfên berfireh ên Rêber Apo gihîştin kongreyê. Bi rê û rêbazên cuda tevlîbûna Rêber Apo jî pêk hat. Rêber Apo di asteke têrker de tevlî kongreyê bû, kongre bi rê ve bir. Kongre li ser bingeha wan perspektîfan nîqaşên gelekî berfireh kir. Biryara bingehîn a kongreyê fesixkirina PKK'ê, bidawîkirina dema têkoşîna çekdarî bû. Ev yek biryara bingehîn a kongreyê bû. Di vê mijarê de jî nîqaşên berfireh hate kirin. Rêvebirina vê pêvajoyê jî, yanî bicihanîn, pratîkirina biryara fesixkirina PKK'ê, rawestandina têkoşîna çekdarî jî tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi wê yekê ve girêdayî ye ku Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên kar û jiyana azad, ku bi vî rengî Rêber Apo vê têkoşînê bimeşîne. Tenê bi vê yekê ew biryar dikarin bikevin pratîkê, bi cih bêne anîn. Wekî din, ev yek jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye, pêwîstiya vê pêvajoyê ye, ev şertekî nebe nabe; divê mafê siyaseta demokratîk bê naskirin. Û li ser vê bingehê guhertinên qanûnî û hiqûqî bêne kirin. Heta ku mafê siyaseta demokratîk neyê dayin, sererastkirinên qanûnî û hiqûqî neyê kirin, heta ku Rêber Apo nebe xwedî şert û mercên kar û jiyana azad, heta ku Rêber Apo bi rengekî azad vê pêvajoyê nemeşîne, bicihanîna biryara fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî nepêkane. Piştî kongreyê di nava medya desthilatdariyê de, di medya şerê taybet de gelek nîqaş hene. Nîqaşên gelekî çavbirçî dimeşînin, li ser çekê. Ez dixwazim bi taybetî destnîşan bikim ku bicihanîna biryarên PKK'ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, afirandina şert û mercên azad ên jiyan û kar ji bo Rêber Apo, naskirina mafê siyaseta demokratîk, pêkanîna guhertinên qanûnî û hiqûqî ve girêdayî ye. Ji bo ev yek encamê bi dest bixe jî divê Destûra Bingehîn a demokratîk, azadîparêz û wekheviya gelan misoger dike, nasnameya gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê misoger dike, bê avakirin. Dibe ku ev yek ji nişka ve nikaribe bê kirin, lê belê gav bi gav divê Destûreke Bingehîn a demokratîk û azadîparêz bê avakirin. Garantiya wê ev e. Biryara bingehîn a kongreyê jî ev bû; Ewlehiyeke yekpare, xurt a hiqûqî. Biryareke bi vî rengî wergirtibû. Bêguman wateya vê biryarê ev e. Rêberê me jî weke 'Hevpeymana Civakî' tîne ziman. Niha li Tirkiyeyê jî rojeveke bi vî rengî heye. Bêguman desthilatdarî her tim hewl dide vê yekê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Di vê mijarê de nêzîkatiya AKP'ê, desthilatdariyê bê cidî ye, mijûl dike, sor dike. Nêzîkatî bi vî rengî ye. Mijûl dike, li demê belav dike desthilatdarî û AKP. Nîqaşên piştî kongreyê hatin kirin nîşan dide ku çiqasî necidî nêzî pêvajoyê dibe. Biryara kongreyê şênber e; fesix û rêbaza têkoşîna çekdarî bi dawî bûye, kongreyê bi biryarê dawî li dema têkoşîna çekdarî aniye, lê belê bicihanîna vê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina mafê siyaseta demokratîk, pêkanîna sererastkirina hiqûqî û qanûnî ve girêdayî ye. Tenê bi vî rengî dikare pratîk bibe.
Heman piştî kongreyê diviyabû desthilatdariyê di vê mijarê de gavên cidî biavêta; ji azadiya fîzîkî ya Rêbertî heta bi naskirina mafê siyaseta demokratîk, sererastkirina qanûnî û hiqûqî, li şûna vê yekê nîqaşeke ne di cih de ya çekdanînê belav bûye. Kongreyê ji xwe nêzîkatiya xwe nîşan da, biryar şênber e, ji cîhanê re ragihand, li holê ye. Îradeya xwe nîşan da. Di vê mijarê de jî nîqaşeke rast, rojeveke rast nehatiye afirandin. Divê ev yek bi lez bê çareserkirin. Ev yek gelekî zelal e. Em bi şênberî dibêjin; tenê Rêber Apo dikare çekê ji destê şervanan bistîne. Ev yek jî tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Yanî ev mirov wê bên çi bikin? Belê van mirovan dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî anîn, PKK'ê biryara vê da, wê dawî lê bîne, wê têkoşîna çekdarî nemeşîne, lê belê wê siyaseta demokratîk bikeve şûna têkoşîna çekdarî. Ev mirov wê werin siyaseta demokratîk bikin, wê civaka demokratîk bi rêxistin bikin, wê tevlî karên civaka demokratîk bibin. Herhal ev mirov wê neyên xwe berxê stuyê xwe li ber kêrê xwe pêşkêşî îmhayê nekin. Wê nekevin zindanan. Di vê mijarê de nêzîkatî dûrî ji cidiyetê ye. Bi rastî jî divê rojev di vê mijarê de rast bê diyarkirin û nîqaşkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku dem bêkêr tê herikandin, tê wateya mijûlkirinê. Divê ji vê yekê mirov rizgar bibe. Her wiha divê ji vî zimanê bi jehr rizgar bibin. Em di nava pêvajoyeke ewçend cidî de ne. Tirkiye wê bi giştî biguhere, ne tenê Kurd wê bêne guhertin. Ev yek tê wateya pêvajoyeke guherîn û veguherînê ji bo tevahiya Tirkiyeyê, tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Divê civak ji vê re bê amadekirin, tevlîkirin, di nava civakê de divê xwedîderketineke gelekî xurt bê afirandin. Kî wê vê bike? Siyaset wê vê bike, çapemenî wê vê bike. Zimanê siyasetê jî ne ti ziman e, zimanê çapemeniyê jî ne ti ziman e.

Rêber Apo jî zimanê çapemeniyê rexne dike.

Belê rexne dike. Zimanê çapemeniyê propagandaya şer e. Timî şer sor dike, jehrê dide civakê, neteweperestî, nijadperestiyê sor dike. Zimanekî welê ye ku dijminatiyê li Kurdan dike. Çi eleqeya vî zimanî bi xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a li ser bingeha azadî û wekheviyê heye? Bi vî zimanî Tirkiye demokratîk nabe, civak nikare ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk re bê amadekirin. Civak bi vî rengî nikare tevlî bibe. 24 saetan jehrê didin civakê pênûsên şerê taybet. Wekî din ew komên diaxivin jî qet neguherîn. Yên ku bi salan dijminatî li Kurdan kirin, yên ku rantxuriya şer kirin hîn jî timî li qenalên televîzyonan nîqaşan dikin, şerê taybet dikin, jehrê didin civakê. Di vê mijarê de jî sererastkirinek nîne, di çapemeniyê de jî dîzaynek tine ye. Ev rewş baweriyê nade kesî. Di nava gel de dibe sedema hêrseke mezin, di nava her kesî de, di nava me de dibe sedema hêrseke mezin. Kes nîne ku ji vê yekê aciz û bi hêrs nebe. Ev nêzîkatiya ne cidî divê bi lez ji holê bê rakirin.

We qala girîngiya ziman a ji bo pêvajoyê kirin. Gelek kes û derdor dijberiyê li pêvajoyê dikin. Di vê pêvajoyê de eşkere bû ku ev kes û derdor xwe ji şer xwedî dikin. Têkildarî van kes û derdoran hûn dixwazin çi bibêjin?

Vê pêvajoyê nîşan da ku li Tirkiyeyê çiqasî rantxur hene. Bi rastî jî li Tirkiyeyê kerî bi kerî rantxur hene. Ev pêvajo wan derdoran gelekî aciz dike. Ji ber ku eger ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe, hiqûqeke xwişk û biratiyê ya li ser bingeha azadî û wekheviya gelan bê afirandin bi rastî jî bêrîka van rantxuran wê vala bibe, jiyana bêserûber a van rantxuran wê ji holê rabe, ev rantxur wê di qenalên televîzyonan de nikaribin rahêjin wan darikan û şer sor bikin û nikaribin karyerê bikin. Ev pêvajo wê ji bo wan hemûyan biqede. Ji ber vê yekê gelekî har bûne, li dijî pêvajoyê ne, li ser xwîna gelan xwe xwedî dikin. Siyasetek ku alîgirê vê pêvajoyê be, çawa dikare 24 saetên rojê van rantxuran li televîzyonan dide axaftin. Van rantxur, çeteyên ku jehr ji devê wan diherike, baroyên şer çawa bi vî rengî dide axaftin? Li qenalên televîzyonan digerîne. Ev jî rewşeke cidî diafirîne. Me fêhm kir ku şerê 52 salan ê li Tirkiyeyê, bi taybetî şerê topyekûn ê 41 salan li Tirkiyeyê bûye sedema rizandineke gelekî cidî. Rizandina exlaqî, rizandina siyasetê, rizandina li her qada jiyanê hilweşîneke cidî kiriye. Ji nava vê jî bi keriyan rantxur afirîn. Xwe ji şer, xwînê, kaosê xwedî dikin, yên ku wijdan û exlaqê xwe nîne, mejiyekî xwe yê ku rast dixebite nîne keriyek afirandiye. Vê pêvajoyê ev yek jî derxiste holê. Yanî nîşan da ku kî bi rastî alîgirê xwişk û biratiya gelan e, alîgirê aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye, kî jî xwînxwar e, xwe ji xwîn û şer xwedî dike, ti nirxên xwe yên exlaqî nîne, fikara xwe ya li ser welat û gel nîne. Demokrat ê rasteqîn û faşîst, nijadperest raxist pêş çavan. Li hemberî vê yekê jî bêguman rexneyên cidî jî hene, bi taybetî li nava derdorên demokratîk, li nava medya azadîparêz. Divê ev hîn zêde bêne kirin. Divê ev derdor timî bêne teşhîkirin û li dijî wan têkoşîneke cidî bê meşandin. Ev gelekî jehrê didin pêvajoyê. Bi roleke hilweşîner a cidî radibin. Li pêşiya civakîbûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk astengiya herî mezin e.

Di nava vê pêvajoyê de divê rewşa muxalefetê jî bê nirxandin. Bi rêveçûna vê pêvajoyê re êrişên giran li ser muxalefetê dibe. Hûn nêzîkatiya muxalefetê ya li pêvajoyê çawa dinirxînin? Êrişên li ser muxalefet û hêzên demokratîk, gelo pêwendiyeke xwe bi pêvajoyê re dibe ku hebe?

Ji bilî hêzên rantxur, kontra ku navê partiyê li xwe kirine, baronên şer weke Partiya Zafer, Partiya ÎYÎ û hwd. ku xwe muxalîf pênase dikin, lê ti eleqeya wan bi muxalefetê re nîne, ji bilî van hêzan, di serî de CHP muxalefetên din erênî nêzîk bû, piştgirî da vê pêvajoyê, daxuyaniyên erênî dan. Nêzîkatiyên wan heta vê rojê zêde nebaş nîne. Lê belê têrker jî nîne. Di nava muxalefetê de yên aciz in jî hene, yên rexneyê li vê pêvajoyê dikin hene. Beşek dibêje Kurdan û AKP'ê li hev kirin wê komarê tasfiye bikin, laîktiyê tasfiye bikin. Bi rastî jî ev nirxandin dûrî ji aqil e. Ji bo mirovên bi vî rengî difikirim mirov matmayî dimînin. Eger nêta van nebaş nîne, ne li pey hesabên cuda bin bi rastî jî cahil in. Çawa dikarin bi vî rengî bifikirin? Têkoşîna Rêber Apo, înîsiyatîfa wî, banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Avakirina Komara Demokratîk ji xwe re dike armanc. Jiyana bi xwişk û biratiyê ya Kurd û Tirkan a li ser bingeha wekheviyê ya bi hev re îfade dike. Jiyana demokratîk a hevpar a gelan îfade dike. Di heman demê de zemîneke welê ava dike ku CHP û partiyên ên muxalefetê karibin muxalefetê bikin, di têkoşîna desthilatdariyê de derfetan bi dest bixin. Atmosfer, zemîna vê ava dike. Ev pêvajo tevkariya herî zêde li têkoşerên demokrasî, edalet û azadiyê dike. Eger nîqaşên bi vî rengî dewam bike, dikare gelek tiştan xera jî bike, dikare asteng bike. Dikare li pêşiya rêveçûna pêvajoyê jî bibe asteng. Bi vî rengî wê ji desthilatdariyê re jî bibe alîkar, wê polîtîkayên wan xwedî bike. Divê mirov nekeve nava vê rewşê. Ev nêzîkatî nêzîkatiyên gelekî şaş in. Ti pirsgirêka Kurdan bi Tirkiyeyê re nîne, bi welêt re pirsgirêk nîne, bi sînorên Tirkiyeyê re pirsgirêka xwe nîne, bi komarê re, bi laîktiyê re pirsgirêkeke xwe nîne. Bi alê re pirsgirêka Kurdan nîne. Pirsgirêka Kurdan bi avahiya dewletê ya Tirk a tekperest, zordar, yektîpkirinê, înkar, faşîst re heye, bi vî mejî re ye, bi vê feraseta komarê re ye. Kurd vê feraseta komarê red dikin, feraseta komarê ya înkar, îmha, yekperestiyê, faşîst, vê karekterê Kurd red dikin. Kurdan ji bo Komara Demokratîk berdêlên gelekî giran dan. Eger îro CHP li her derê dikare mîtîngên bi heybet lidar bixe, bi saya têkoşîna Kurdan a bi dehan salan a li dijî faşîzmê ye. Bi saya berxwedan û têkoşîna hêzên demokrasiyê ye. Bi vî rengî îro CHP dikare bi wêrekî biaxive, li her derê mîtîngan li dar bixe. Ev atmosfer jî ji aliyê têkoşîna Kurdan û hêzên demokrasiyê ve hate afirandin. Naxwe muxalefeta CHP'ê neafirand. CHP'ê heta niha li hemberî vê desthilatdariyê muxalefeteke cidî nekir. Di dema herî zehmet de piştgirî da vê desthilatdariyê, polîtîkayeke bi vî rengî meşand. Bû palpişt ji desthilatdariyê re. Eger ewqas mirov, siyasetmedar îro li zindanê bin ji ber piştgiriya CHP'ê ya ji desthilatdariyê ye. Mafê destnedana parlamenteriyê bi dengê CHP'ê hate rakirin. Bi dengên CHP'ê biryar li ser ewqas êrişên bê sînor û komkujî li Kurdan hate dayin. Êrişên qirkirinê hemû bi vî rengî pêk hat. Polîtîkaya qeyûm di heman demê de encama polîtîkaya muxalefetê bû. Niha CHP xwe weke hawariyê demokrasiyê nîşan dide, çi eleqeya xwe heye? Eger îro CHP dikare bi wêrekî biaxive, çalakiyan bike, mîtîng û meşan lidar bixe, hin polîtîkayan dikare şermezar bike ev yek bi saya têkoşîna Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Divê ev yek bê dîtin û mafê wê radestî wê bê kirin. Nêzîkatiya muxalefetê ya li pêvajoyê gelekî neyînî nîne lê belê di vê mijarê de dikare hîn wêrek be. Dikare siyaseteke hîn radîkal bimeşîne, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dikare bernameyeke gelekî xurt dîne holê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina komara demokratîk dikare nêzîkatiyeke hîn xurt nîşan bide û gavên pratîkî biavêje. Ji bo li meclîsê komîsyonek bê avakirin, avakirina komîyoneke erkdarkirî CHP dikare gavên hîn xurt ên pratîkî biavêje. Belê di gotinê de piştgiriyê dide, di vê mijarê de nêzîkatiyên xwe erênî ye, lê belê ev dikare veguhere gavên pratîkî. Di mijara Rêber Apo de, ji aliyê rakirina tecrîdê, jiholêrakirina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, afirandina şert û mercên azad ên kar û jiyanê yên Rêber Apo; di meşandina vê pêvajoyê de karibe bi rengekî azad tevbigere, bi her derdorê re hevdîtinê bike di vê mijarê de CHP û muxalefet dikare hîn bi wêrekî nêzîk bibe. Dikarin muxatabiya Rêber Apo qebûl bike, divê qebûl bike. Ev pêvajo tenê bi vî rengî dikare bimeşe. Kurdan Rêber Apo weke muzakerevanê sereke ragihandiye. Eger CHP Rêber Apo weke muxatab qebûl neke, ku Kurdan ew weke muzakerevanê sereke ragihandiye, piştgiriyê nede şert û mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo, piştgiriyê nede wî ku vê pêvajoyê bimeşîne CHP wê çiqasî karibe bi rengekî rast xwedî li vê pêvajoyê derkeve, karibe bi rengekî rast tevlî bibe û bi rola xwe rabe. Ji ber vê yekê dibêjim, tevlîbûna xwe kêm e. Daxuyanî, helwest erênî ye, lê belê gelekî kêm e. Di vê mijarê de dikare hîn bi wêrekî tevbigere. Pêşketina vê pêvajoyê herî zêde wê bi kêrî CHP'ê bê. Wê bi kêrî muxalefetê be. Tirkiyeya demokratîkbûyî wê hiqûqa demokratîk bi xwe re bîne, ku CHP jî gelekî tîne ziman û diparêze. Wê serweriya hiqûqê bîne. Cudahiya navbera hêzan wê bi xwe re bîne. Wê edalet, azadî, wekheviyê bi xwe re bîne. Eger van nirxan ji dil diparêzin, ev pêvajo wê van hemû encaman bi xwe re bîne. Wê demê divê muxalefet hîn bi xurtî tevlî bibe. Li ser muxalefetê jî êrişên cidî yên desthilatdariyê hene. Bêguman ev êriş ji bo armancekê ne. Desthilatdarî bi van êrişan re têkildarî pêvajoyê fikaran dixe nava muxalefetê. Li pêşiya muxalefetê dibe asteng ku bi rengekî giştî tevlî nava pêvajoyê bibe. Li pêşiya xwedîderketina giştî ya muxalefetê ya li vê pêvajoyê dibe asteng. Em jî bi vî rengî dinirxînin. Bi rastî jî li gel me jî dibe sedema fikarên kûr. AKP, desthilatdarî polîtîkayeke welê dimeşîne ku bi zanebûn muxalefetê li derveyî pêvajoyê dihêle, nahêle muxalefet bi rengekî giştî xwedî li pêvajoyê derkeve. Ev yek gelekî xetere ye. Divê muxalefet vê rastiyê bibîne, lê nekeve vê xefikê. Mînak, divê muxalefet dijberiyê li pêvajoyê neke. Berevajî, ji bo vê lîstikê bibe, ji bo vê lîstika desthilatdariyê têk bibe divê muxalefet hîn bêhtir xwedî li vê pêvajoyê derkeve, tevlî vê pêvajoyê bibe, bi rengekî topyekûn tevlî bibe û xwedî lê derkeve. Ev girîng e. Ji ber ku armanceke bingehîn a van êrişan ew e ku muxalefetê bike dijberê pêvajoyê, muxalefetê bi tenê bihêle, lawaz bike, muxalefetê ji Kurdan, ji hêzên demokratîk qut bike. Bike ku bi Kurdan re li ber hev rake. Eger CHP bikeve vê rewşê, muxalefet bikeve vê rewşê wê bivir li lingê xwe bixe, wê windahiyeke mezin bike. Ji bo muxalefet serketineke mezin bi dest bixe, divê bi rengekî giştî xwedî li vê pêvajoyê derkeve û bi xurtî tevlî vê pêvajoyê bibe. Vê plan û polîtîka desthilatdariyê ya li ser muxalefetê bi vê rêbazê divê têk bibe. Bi zanebûn, polîtîk û asoyekî fireh divê nêzîk bibe. Divê nekeve xefikên desthilatdariyê.

Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek da destpêkirin. Tevlîbûna jinan a li vê pêvajoyê timî girîng dît. Ji peyamên Rêber Apo ev yek tê fêhmkirin. Hûn tevlîbûna jinan a li vê pêvajoyê çawa dinirxînin?

Bi rastî jî ev pêvajo pêvajoya jinan e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi giştî pêvajoyek welê ye ku jin xwe bi rengekî azad îfade dike, bi azad dijî, jiyana xwe ava dike, sîstema xwe ava dike. Civaka demokratîk vegotina hemû nirxên komulan, civakî yên jinan di nava hezaran, deh hezaran salan de afirandine. Civaka demokratîk civaka jinê ye. Temamiya nirxên jinan ên hezaran, deh hezaran salî ye, danheviya wê ye, sîstema wê ye, jiyana wê ye. Lewma jin di navenda vê pêvajoyê de ye, di nav de ye, di dilê wê de ye, hêmana bingehîn a vê pêvajoyê ye, hêza motorê ya vê pêvajoyê ye bi gotina Rêberê me û pêşengê vê pêvajoyê ye. Ew bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê jin bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin, bi xurtî tevlî vê pêvajoyê bibin, bi xurtî pêşengiyê jê re bikin û divê seferber bibin li her cihî. Ev girîng e. Di vê mijarê de berpirsyarî û baldariyek heye. Bi taybetî li nava jinên Kurd, jinên Tirkiyeyî. Lê belê divê ev yek hîn bêhtir bê xurtkirin. Ev pêvajo divê ji jinên Tirkiyeyî re bê vegotin, ji tevgera jinên Tirkiyeyî re bê vegotin, fêhmkirin. Di vê mijarê de divê tevgera jinên Kurd hîn bi xurtî bixebite. Hîn bi xurtî têbikoşin. Li her derê divê bi xurtî xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna rêxistinbûyî bimeşîne. Li çar aliyên cîhanê, li tevahiya herêmê, Rojhilata Navîn divê tevgera jinên Kurd karên xwe yên bi vî rengî zêde bike, xurt bike. Bike ku li herêmê, li cîhanê jin tevlî vê pêvajoyê bibin, xwedî lê derkevin. Ev bi çi dibe? Bi karekî hîn xurt dibe, bi têkoşînê dibe, bi ragihandina pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li nava hemû jinan dibe, bi rêxistinkirina wan dibe. Ev yek divê bê kirin. Naxwe cîhana heyî ji bo jinan cîhaneke ji dojehê ye. Li her derê şer, tundî, kaos heye. Şaristaniya bi serweriya mêr, şaristaniya madî, jiyana bi serweriya mêr, çanda civakî, mejî, sîstem bi rastî jî li ser qirkirina jinê, li ser komkujiya jinan xwe dewam dike. Bi tinekirina jinê, bi valakirina cewhera wê, bi tinekirina cewher û nirxên wê hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Civaka demokratîk jî alternatîfa vê ye. Lewma ji bo pêşîgirtina li van komkujiyan, tundiyan, ji bo ev cîhana weke dojehê bibe cîhaneke wekhev û azad, demokratîk divê jin hîn bi xurtî têbikoşin. Nûnerên roja îro ya şaristaniya mêr her roj diaxivin, yên ku welatan bi rê ve dibin, yên malbatê bi rê ve dibin, yên ku çanda zayendîperest bi rê ve dibin û hildiberînin her roj diaxivin; qala zêdebûnê dikin, zewacê dikin, avakirina malbatê dikin, civakê, jin, mêr teşwîqî vê dikin. Li cîhaneke weke dojehê zêdebûna nifûsê tenê cîhana bi serweriya mêr xwedî dike. Bi kêrî jin, mêr û civakê nayê. Zewaceke ku xwe naspêre azadî û wekheviya jin û mêr komkujî ye. Bi rastî jî cînayeteke. Malbateke ku xwe naspêre azadî û wekheviya jin û mêr bi temamî cihê komkujiyê ye, hêlîna komkujiyê ye. Ya ku niha diqewime jî ew e. Li her derê komkujiyên giran ên jinan hene, tundî heye, li hemberî zarokan, li hemberî her zindiyên li xwezayê. Komkujiyek bi vî rengî heye, hilweşînek heye, talankirina xwezayê heye. Şaristaniya bi serweriya mêr, şaristaniya madî, mejî û çanda bi serweriya mêr bi rastî jî gerstêrka me hilweşand, tine kir. Jiyan tine kir, kir çol. Kir ku jin bibe xerîbê xwe, civak kir xerîbê xwe. Jiyan ziwa kir, kir çol. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk, sosyalîzma civaka demokratîk, ev pêvajo avakirineke nû, avakirineke azad, avakirineke demokratîk û wekhev, avakirina jiyanekê, avakirina jiyaneke azad, avakirina rêxistinkirin, siyaset û têkoşînê ya azad îfade dike. Di vê mijarê de jî jin, ciwan, Elewî, karker, kedkar hemû hêzên demokrasiyê pêkhateyên herî bingehîn ên civaka demokratîk in, hêmana wê ya bingehîn û pêşengên wê ne. Ev jiyan jiyana wan e, jiyana gelan e, jiyana jin, ciwan, karker, kedkaran û Elewiyan e. Lewma ev hemû beş divê bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Berî her kesî jî divê jin û ciwan tevlî bibin. Ji bo serketina vê pêvajoyê divê her kes seferber bibe. Bi bendewariya ji desthilatdarî û dewletê ev nabe. Ew li pey lîstikê ne, li pey mijûlkirinê ne. Ev pêvajo gelekî hêja ye ku nabe ji AKP'ê, ji desthilatdariyê re bê hiştin. Ji bo Kurdan, ji bo gelan, ji bo jinan, karker, kedkar û Elewiyan bi vî rengî ye. Lewma divê ev pêvajo ti carî ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Eger ji desthilatdariyê re bê hiştin ev pêvajo wê têk biçe. Encama wê careke din wê şer û tundî be, kaos be, xwîn, êş, rondikên çava be. Ji bo rê ji vê yekê re neyê dayin, divê civak bi rengekî giştî xwedî li vê pêvajoyê derkeve, hemû dîmanîkên civakî bikevin nava liv û tevgerê, bi xurtî bixebitin, li her derê bi rêxistin bike, têbikoşe û vê desthilatdariyê ber bi vê pêvajoyê ve bikişîne. Ev yek bi têkoşînê dibe, bi têkoşîna rêxistinbûyî dibe, bi karkirinê dibe. Bi karekî mezin, bi têkoşîneke mezin dibe. Bi bendemayinê, bi temaşekirinê nabe.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer hîn jî dewam dike. Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê işaretê bi wê yekê dikin ku wê êriş dewam bikin. HPG jî di daxuyaniyên xwe yên rojane de piştrast dike ku şer dewam dike, êriş dewam dikin. Li ser rewşa dawî ya şer hûn dixwazin çi bibêjin?

Li cihên di nava hev de ne şer dewam dike, êriş jî dewam dikin. Ev yek nîşan dide ku di şer de israr heye. Divê ev yek neyê kirin. Heta ku ev êriş dewam bikin bêguman gerîla ne qurbanê stuyê xwe li ber kêrê ye, wê bersivê bide. Wê parastina xwe ya rewa bike. Kes xwe nade ber îmhayê. Ev yek jî wê gav bi gav şer giran bike. Eger êriş biqedin bêguman aliyê hember jî ji xwe ji destpêkê ve me bi agirbestê bersiv dan vê pêvajoyê, ew berpirsyarî tê nîşandan wê hîn bêhtir jî bê nîşandan. Piştî kongreyê jî, piştî biryara fesixkirina PKK'ê û rawestandina têkoşîna çekdarî israra ku di şer û êrişan de tê kirin, em vê mijarê êdî ji raya giştî re dihêlin. Divê her kes vê rewşê binirxîne. Kî çi dixwaze? Kî şer dixwaze, kî aştiyê dixwaze? Kî Tirkiyeya demokratîk dixwaze kî Tirkiyeyeke xwe ji şer, rantê xwedî dike, dixwaze? Divê her kes vê binirxîne, li ber çavan e. Heta ku êriş hebin, bêguman li hemberî vê parastina rewa tê kirin. Weke berê şerekî giran, êrişên giran nîne. Di vê mijarê de heta asteke girîng kêmbûnek heye, lê belê hîn jî bi taybetî li deverên di nava hev de ne, li eniyên pêş keşif jî dibe, keşif li ser hemû herêman dibe, li ser Qendîlê jî dibe. Pir zêde nebe jî keşif hene.

Li qadên cuda li ser siyaseta Kurd zext û êriş hene. Yek ji wan êrişên Iraqê yên li ser kampa Mexmûrê ye. Dema dawî 2 kes hatin binçavkirin û li hemberî vê yekê berxwedana gel dewam dike. Her wiha dewleta Elmanyayê Hevserokê berê yê KCDK-E Yuksel Koç girt. Ji ber karên wî yên siyasî. Di vê pêvajoyê de armanca van zextan çi ye?

Ev nêzîkatiyên li hemberî Mexmûrê bi taybetî piştî hevdîtina Sûdanî-Erdogan destpê kir. Ev rewş hêjayî dîtinê ye. Di nava pêvajoyeke bi vî rengî de Tirikye hîn jî di şer û êrişan de israr dike. Hewl dide her hêzê tevlî vê bike. Me ev nêzîkatiya Iraqê ji destpêkê ve timî rexne kir. Iraq li gorî berjewendiyên xwe, li gorî berjewendiyên gelê xwe tevnagere. Bi rastî jî li gorî berjewendiyên hin derdorên Tirkiyeyê yên rantxur tevdigere. Li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê jî tevnagere. Li gorî berjewendiyên desthilatdariyê nêzîk dibe. Me timî got, ev yek bi kêrî Iraqê nayê. Piştî ku me daxuyanî da, Iraqê jî ragihand ku ew piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Piştî banga Rêber Apo diyar kir ku ew wateyeke gelekî girîng didin banga Rêber Apo, wê tevkariya pêwîst li vê pêvajoyê bikin. Eger wê tevkariyê li vê pêvajoyê bike, wê demê divê Iraq nebe amûrek ji van lîstikan re. Rêya piştgiriya bi vê pêvajoyê re zexta li ser Mexmûrê, girtina 3 kesan ji rêveberiya Mexmûrê nîne. Zext û operasyonê li ser Mexmûrê nîne. Piştgiriya ji bo vê pêvajoyê, berevajî dawîanîna li van zextan e, rabûna li ber van polîtîka û lîstikên qirêj ê Tirkiyeyê ye. Ji ber ku ev polîtîkayên qirêj dikare vê pêvajoyê sabote bike.  Li hemberî vê pêvajoyê bi rola sabotajê radibe. Divê Iraq nebe parçeyek ji vê yekê, divê Iraq bibe parçeyek ji çareseriyê, divê bibe parçeyek ji aştiyê, divê bibe parçeyek ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Ji bo bibe parçeyek wê jî divê dawî li van zextan bîne û nebe amûrek ji van lîstikan re. Çi pirsgirêka xwe bi Mexmûrê re heye? Kampeke penaberan e ku di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Li ser vê kampê timî zextek heye. Tirkiyeyê berê jî bombardûmaneke giran kir, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Êrişên cidî yên DAÎŞ'ê hatin kirin, di sala 2014'an de DAÎŞ'ê êriş kir, Mexmûr bi temamî vala bû. Windahiyên gelekî cidî hate dayin. Niha hîn jî metirsiya DAÎŞ'ê li holê ye, gef û metirsiya êrişê heye. Bêguman xelkê Mexmûrê wê tedbîra xwe werbigire. Li hemberî êrişekê wê stargeheke xwe hebe, li hemberî êrişeke gengaz a DAÎŞ'ê bêguman wê tuneleke xwe hebe, stargeheke xwe hebe. Tedbîrên xelkê Mexmûrê yên li hemberî van êrişan çima dibe pirsgirêk? Çima vê dikin hincetek û hewl didin Mexmûrê krîmînalîze bikin? Em van red dikin, rast nabînin û em vê polîtîkaya dewlet, hikumeta Iraqê bi cidî rexne dikin. Ev bi kêrî pêvajoya nû nayê. Zerarê dide. Eger bi rastî jî Iraq dixwaze ev pêvajo bi pêş ve biçe, divê dest ji vê yekê berde.
Polîtîkaya Elmanyayê jî bi heman rengî ye. Elmanya ji destpêkê ve hêza bingehîn a NATO'yê ye û di vî şerî de jî, di şerê dewleta Tirk ê li hemberî Kurdan de ji destpêkê ve li gel Tirkiyeyê cih girtiye. Bi her awayî piştgirî da. Di êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava de jî piştgiriyeke cidî ya Elmanyayê hebû. Tankên Elmanyayê ketin nava Efrînê, ketin nava Serêkaniyê. Bi her awayî piştgirî da. Li Başûr jî, li Bakur jî bi heman rengî. Elmanya ji destpêkê ve polîtîkayeke qirêj û nebaş li hemberî Kurdan dimeşîne. Divê Elmanya dest ji vê berde. Di rewşeke welê de ku pêvajoyê destpê kiriye, girtina Yuksel Koç, girtina kesekî ku hevserokatî ji rêxistiniyeke sivîl û demokratîk re dikir, girtina welatparêzên Kurd tê çi wateyê? Ev yek jî nêzîkatiya Elmanyayê ya li pêvajoyê radixe pêş çavan. Wê demê tê fêhmkirin ku Elmanya jî, Ewropa jî naxwazin ev pêvajo bi pêş ve biçe. Ew jî xwe ji şer xwedî dikin. Timî dixwazin Tirkiyeyê nearam bihêlin, di nava şer de bihêlin, bi vî rengî polîtîkayên xwe bi Tirkiyeyê didin qebûlkirin, ji Tirkiyeyê timî tawîzan werdigirin xwe li ser piyan dihêlin. Divê ev yek bê dîtin ku li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî têkoşîn bê meşandin.

Ahmed el Şara hat Tirkiyeyê, li Stenbolê hevdîtin bi Erdogan re kir. Di vê der barê de hûn dixwazin tiştekî bibêjin?

Hevdîtinên bi vî rengî berfireh hene bi Şamê re. Li Erebistana Siûdî jî Trump û Prens Selman hevdîtin kiribûn, her hal Erdogan jî bi rêya înternetê tevlî bûbû. Piştre Şara bi Macron re hevdîtin kir, heman piştî hevdîtina li Siûdî çû Tirkiyeyê, bi Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê biryar wergirt ku pêkanînên li ser Sûriyeyê, li ser Şamê ji bo 6 mehan rakir, sivik kir. Li qada navneteweyî polîtîkayek heye ku hewl dide rêveberiya niha ya Şamê rewa bike. Û gav bi gav hewl dide rêveberiya Şamê nêzî Îsraîlê bike, bi Îsraîlê re têkiliyan asayî bike, di bin kontrola Îsraîlê de li Sûriyeyê rêveberiyek bê avakirin. Stratejî, polîtîkayeke bi vî rengî niha dimeşe. Bandora Erebistana Siûdî û Îsraîlê li Sûriyeyê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de polîtîkayek tê meşandin. Tirkiye jî ji bo tevlî vê dîzayna li Sûriyeyê bibe, hewl dide. Bi Şara re hevdîtineke yek bi yek dike, piştre tu dibîne Kalin hevdîtin kir, Hakan Fîdan hevdîtin kir, Erdogan hevdîtin kir, rayedarên artêşê hevdîtin kir, bi vî rengî li pey hev sefer li Şamê tê kirin. Ji Şamê jî sefer li ser seferê li Enqereyê tê kirin. Tirkiye dixwaze tevlî vê dîzaynê bibe. Hewl dide bandora xwe ya li Sûriyeyê dewam bike û bandora xwe zêde bike. Em vê yekê bi eşkere bibêjin; Tirkiye heta ku li hemberî Kurdan, vê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan dewam bike, heta ku li Sûriyeyê jî vê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan dewam bike, cihê Tirkiyeyê wê li Sûriyeyê nebe. Eger Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê bi bandor bibe, bibe xwedî cihekî, dixwaze bibe parçeyek ji vê dîzaynê, eger dixwaze ev bandor jî mayinde be Tirkiye neçar e bi Kurdên li Sûriyeyê re li hev bike. Neçar e ku mafên wan qebûl bike. Rêya wê di wir re derbas dibe, ev yek wê Tirkiyeyê xurt bike. Dijberiya li Kurdan, dijminatiya li Kurdan Tirkiyeyê li Sûriyeyê mayinde nake. Ev yek nepêkane. Çiqasî dixwaze bila hewl bide, nikare bike. Sûriye wê di bin hegemonya Îsraîlê de be, wê di bin kontrola Îsraîlê de be. Îsraîl li Sûriyeyê jî li herêmê jî gav bi gav hegemonya xwe zêde dike û bloka rojava li pişt vê ye, bi rengekî cidî piştgiriya vê yekê dike. Welê gotinên, 'Trump mesafe danî ber Netanyahu', 'Li gel dijberiya Netanyahu jî Trump li Erebistana Siûdî hevdîtinan dike', ev hemû çîrok in. Emerîka, Îngilistan li derveyî Îsraîlê polîtîkayekê nameşînin. Bila Tirkiye xwe nexapîne. Niha Emerîka jî, Îngilistan jî ji bo hegemonya Îsraîlê li Sûriyeyê û herêmê ava bikin, dixebitin. Hemû polîtîkayên xwe yên têkildarî Sûriyeyê ew e. Diyar e ku Peymanên Îbrahîmî qebûl kiriye Şara. Niha eşkere nake lê diyar e qebûl kiriye. Lewma divê Tirkiye bi rastî jî bi aqil be, dest ji polîtîkaya dijminatiya li Kurdan berde. Ji ber dijminatiya li Kurdan li Sûriyeyê ewqasî Tirkmen heye, li pêşiya mafên Tirkmenan jî dibe astengiyeke mezin. Ji bo Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî nasname, nebin xwedî maf û hiqûqa xwe, li pêşiya mafên Tirkmenan jî astengiyeke mezin e, ketiye rewşeke welê ku mafên Tirkmenan jî înkar bike. Em zanin; hikumeteke demkî ava kiribûn, Serokwezîrê wê her roj derdixistin televîzyonê, di nava wê hikumeta demkî de yek jê Tirkmen bû, Serokwezîrê wê li televîzyonan dema diaxivî me lê guhdarî dikir; mêrik bi rengekî eşkere digot, divê Sûriye nebe komara Ereb. Digot, divê komara demokratîk be, yan jî komara Sûriyeyê be. Mafên Tirkmenan jî divê hebe, nasnameya wan hebe, rêxistiniya wan hebe, rêveberiya wan hebe. Ev yek bi eşkere diparastin. Diyar e ku pere bi wan dane xwarin, bi pere bêdeng kirine, bi gef, zext û pere bêdeng kirine niha deng ji wan jî nayê. Ewqas Tirkmen li Sûriyeyê ne, lê mafên wan jî naparêzin. Dijminatiyeke di vê astê de li Kurdan dikin. Ev yek li kîjan aliyê neteweperestiya Tirk tê? Kesên ku dibêjin ew neteweperestên Tirk in vê diparêzin. Ne karekî aqilane ye. Eger Tirkiye di vê polîtîkayê de israr bike, di vê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan de israr bike li Sûriyeyê û herêmê hêza ku herî zêde winda bike wê Tirkiye be.