Tirkiyê, ji bona Rojava, Rêveberiya Xweser û pêkhateya demokratik têkbibe bênavber hewildan kir û heya niha jî didomîn e. Bi kurtasî polîtîkayên xwe xwestin Rojava bi giştî têk bibin. Yanî dixwestin Rojavayê Kurdistanê, beşa herî biçûk ya Kurdistanê ye ji Kurdan paqij bikin. Ew ê Kurdên ku li ser sînorên Tirkiyê bi cih bûne derbixin û li şûna wan du milyon Erebên ku koçberî Tirkiyê bûne bi cih bikin. Nexwestin kurdan jî wek cîranê xwe bibînin. Erdogan di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi nexşeya Sûriyê di destê xwe de ev plan ji tevahî cîhanê re ragihand. Qada ku Kurd lê dijîn ji Efrînê heta Dêrikê weke herêmeke ewlekariya kûr ya 30 km nîşan dan. Dê 2 mîlyon mirov ji derve bînin û wan bi cih bikin, mîna ku ev herêm vala bûn û kes li wan nejiya bû bidin xuyakirin. Ger hûn 2 mîlyon Ereban bînin û li wir bi cih bikin, ji kembera Ereban a ku hişmendiya rêxistina nijadperest ya Baasê xistibû meriyetê wê hişmendiyekê hîn xerabtir derbikeve holê. Dema ku Baasê Ereb anîn û gelê Kurd kêm kirin, Kurd ji herêmê dernexistin. Lê Tirkiye li herêmên ku dagir kiribûn mazûvaniya Kurdan nekir. Wekî ku Efrînê paqijiya etnîkî pêk anî. Ger ev plan bihata cîbicîkirin, wê qirkirinekê giştî pêk bihata.
QSD’ê bi hêzên hevpeymana navdewletî re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Zêdetirî 20 hezar şehîd û birîndar çêbûn. Artêşên Iraq û Sûriyê nekarîn xwe li hember DAIŞ’ê biparêzin. Hêzên DYA û Ewropayê leşkerên xwe dernexistin qadan. Hêza sereke ya şer dikir QSD û YPJ bû. Bi têkbirina DAIŞ’ê cîhan ji vê sosretê rizgar kirin. Şerê li dijî DAIŞ’ê li ber çavên cîhanê pêk hat. Beşek mezin a cîhanê bi awayekî tevlî vî şerî bû. Wan baş dizanibû ku çi diqewime. Tevî vê yekê jî Tirkiye bi eşkere yan jî bi dizî piştgirî da El Nûsra û DAIŞ’ê li dijî Kurdan û bi wan re hevpeyman çêkir. Qaşo weke ku Kurd û QSD li dijî DAIŞ’ê şer nakin dan xuyakirin. Zext li DYA û hêzên din kir. “QSD-YPG terorîst in. Bikaranîna van li dijî DAIŞ’ê şaş e.” Bê westan propaganda kir û got: “Pêşvebirina terorîstan li hember terorîstan ne siyaseteke rast e” û dev ji bazariya li gel DYA û hêzên hevpeymanê berneda. Xuya ye ku Tirkiye ya ku di warê HTŞ’ê de bazarî kiriye, gihîştiye armanca xwe. Dema ku ew ber bi Şamê ve diçû, bi çeteyên xwe re êrîşî Şehba û Til Rifatê kirin. Armanca wan ya bingehîn ew bû ku Rojava û Rêveberiya Xweser têk bibin. Li gel van êrîşan hewl dan HTŞ’ê jî bixin nava herêmên xweser. HTŞ ji xwe dema ku li Şamê bi fermandariya QSD’ê re peyman îmze kir çalak bû. Di destpêkê de, rayedar û nûnerên wan destnîşan kirin ku daxwaza Kurdan a statu û xweseriyê nayê pejirandin. HTŞ’ê ne xwediyê hişmendî û siyaseteke demokratîk bû. Nêzîkatiya wan Baas’ê tîne bîra mirov. Tevî vê yekê jî, Tirkiyê pergala dewleta netewe ya bi feraseta navendîparêz parast.
Çend roj berê Erdogan di derbarê Rojava de daxuyaniyek da û gotibû, “Pêwîste yekîtiya axa Sûriyê, artêşa welat bi awayekî navendî were birêvebirin.” Lê gelên Sûriyeyê ji ber rêveberiyeke zêde navendî zirareke mezin dîtibûn û ji ber vê yekê têk çû. Ger hûn rêveberiyeke pir navendî ava bikin, HTŞ’ê ku xwedî hişmendiyekê ji Baasê paşverûtir e, li Sûriyê serdest bike, hûn ê hêvî û bendewariyên gelan têk bibin. Sepandina rejîmeke antî-demokratîk li ser Sûriyê ji bo ku Kurd dayika xwe nebînin, tê wateya xistina hemû gelan di tariyê de. Erdogan piştî ku Trump hat ser desthilatê lez da xebatên xwe yên ji bo astengkirina QSD’ê. Trump ji bo azadiya gel ti fikar û xemê wî nîne. Nêzîkatiya wî ya li hemberî Filistîniyan diyar e. Xezze wêran bûye, gel bi mirin û birçîbûnê re têdikoşe. Çareseriya Trump ew e ku xelkê Xezeyê li welatên din belav bike û li wir weke konekê bikar bîne. Di dawiyê de Erdogan bi DYA û HTŞ’ê re peymaneke sêalî ya xebatê pêk anî. Demeke dirêj ji DYA’yê re digot, “QSD’ê bi tenê bihêle, karê ku ew dikin em berdewam bikin.” Lê DYA’ QSD’ê hilbijart ku di şer de serkeftî û cidî bû. Erdogan plansaziyên alternatîf ên wekî, “Em li Tirkiye, Iraq û Sûriyê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bimeşînin û girtiyên DAIŞ’ê radestî HTŞ’ê bikin.” Heta niha jî desthilatiya DYA ev yek ne dipejirand, lê Trump niha ji vê re dibêje erê.
Plansaziya bingehîn ew e ku Amerîka dev ji QSD’ê berde. QSD’ê bêbandor bikin. Divê ti peywendî û bingehên navneteweyî nemînin. Bila QSD’ê bê tecrîdkirin, herêmên xweser û destkeftiyên şer bi giştî ji holê rabin. Beriya niha bi Rûsya û Îranê re bi navê pêvajoya Astanayê hevdîtinên hevpar pêk anîn. Tişta ku Astanayê kir ew bû ku herêma xweser ne rewa ragihand û ji hemû platformên navneteweyî dûrxist. Aliyekî din ê Astanayê ew bû ku amadekirina HTŞ’ê ji bo êrîşeke li dijî Baasê bi Rûsya û Îranê sist bike bû. Niha dewleta Tirk bi Îmraliyê re hevdîtinan dike. Dibêje bila biratiya Kurd û Tirkan misoger bikin. Rêber Apo bi dawî kirina hebûna PKK’ê û têkoşîna çekdarî gaveke dîrokî avêt û berpirsyarî girt li ser milê xwe. Eger Tirkiye kurdên xwe bipejirîne û zagona biratiyê ava bike, çima plansaziyên qirkirin û komkujiyan li ser Kurdên li Sûriyê çêdike? Wisa xuya dike ku dê DYA di van mijaran de bi Tirkiyê re li hev bike. Divê gelên Sûriyê û yên daxwaza demokrasiyê dikin van geşedanan bi baldarî bişopînin. Jixwe biryara rakirina ambargoya li ser hikûmeta HTŞ’ê dabûn. Dibêjin em vê hikûmetê li ser piyan bihêlin. Tişta ku Tirkiye ewqasî di nav de ye, metirsiyê zêdetir dike. Veguheztina girtiyên DAIŞ’ê ji bo HTŞ’ê tê wateya azadkirina wan. Hişmendiya DAIŞ, El Qaîde û HTŞ’ê ji hev cuda ne. Nayê zanîn HTŞ an DAIŞ ji ku derê destpê dike û li ku derê ji hev cuda ne. Ji ber ku di navbera wan de cûdahiyeke zelal nîne.