Li Êlihê hedefgirtina Şêx Seîd hate protestokirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê hedefgirtina Şêx Seîd protesto kir û got: “Em ê êrîşa li dijî nirxên xwe qebûl nekin.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê hedefgirtina Şêx Seîd protesto kir û got: “Em ê êrîşa li dijî nirxên xwe qebûl nekin.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrîşên li dijî yek ji pêşengên gelê kurd Şêx Seîd li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest û zimanê xwe yên qirêj ji nirxên me vekişînin” hate vekirin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Baroya Êlihê û pêkhateyên platformê tevlî daxuyaniyê bûn.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez di daxuyaniyê de axivî û got ku Şêx Seîd û rêhevalên xwe têkoşîna maf dan û ew ê êrêşên şoven ên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nekin.
Bîlmez, anî ziman ku Şêx Seîd û rêhevalên xwe mîna Seyîd Riza û Nûrî Dêrsimî nirxên girîng ên gelê kurd in û wiha domand: “Ji ber ku navê wî li bûlwarekê hate kirin, li dijî Şêx Seîd û rêhevalên wî êrîşên nîjadperest-şoven hatin destpêkirin. Em van êrîş û daxuyaniyên nerast qebûl nakin.”
Bîlmez, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber polîtîkaya tunekirin, înkar û pişaftinê, pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nayên çareserkirin. Em careke din bi hev re pêvajoyeke ku şer hatiye dijwarkirin, polîtîkayên tundiyê di her qada jiyanê de belav bûne, demokrasî, hiqûq, mafên herî bingehîn û azadî ji holê hatine rakirin dijîn. Em ê xwedî li nirxên gelê kurd derkevin ku li vê erdnîgariya her tim şer lê didome ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd têkoşiyan. Em, êrîşên nîjadperest-şoven ên li dijî Şêx Seîd û rêhevalên wî qebûl nakin.”